Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Alozî di navbera milîsên alîgirên Îranê de li Îraqê der dikevin

Faris Omeran

Endamine milîsên Îraqî yên nêzîkî Îranê meşeke leşkerî li bajarê Kerbelayê roja 8ê Cotmehê li dar dixin. [Wêne di mîdyaya civakî de hatiye belavkirin]

Endamine milîsên Îraqî yên nêzîkî Îranê meşeke leşkerî li bajarê Kerbelayê roja 8ê Cotmehê li dar dixin. [Wêne di mîdyaya civakî de hatiye belavkirin]

Çavdêrên Îraqî dibînin ku zêdebûneke berçav di nakokîyên di navbera milîsên girêdayî Îranê de li Îraqê heye ku dibe ev yek alozîyên di navbera wan de kûr bike.

Ev nakokî û alozî bi taybetî di navbera Ketaib Hizbulah û Esaib Ehil el-Heq de serî hildane, ku her yek ji wan dixwaze hejmûna xwe li ser a din bisepîne.

Nakokî vedigerin meha Sibata borî, dema hat îlankirin ku fermandarê navdar ê Ketaib Hizbulah Ebdul Ezîz Muhemedawî, herwiha bi navê "Ebû Fedak" û "Xal" tê naskirin, weke xelf û şûngirê Ebû Mehdî Muhendis hatiye destnîşankirin.

Muhendis, cîgirê serokê Hêzên Heşda Şaebî, di êrîşeke asmanî ya Amerîkî de li nêzî balefirgeha Bexdayê di meha Kanûna Yekem de ligel fermandarê Feyleqê Qudis ê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê Qasim Sulêmanî hat kuştin.

Destnîşankirina Muhemedawî milîsên din nerihet kirin, di nav de Esaib Ehil el-Heq, ji ber ku ev yekhejmûna Ketaib Hizbulah a li jêr sîwana Heşda Şaebî bi hêz dike.

Muzahim Huweyit, berdevkê êlên Ereban li Herêma Kurdistanê, ji Diyaruna re ragihand ku hemû hêzên çekdar ên girêdayî Îranê, di nav de Hizbulah û Esaib Ehil el-Heq, di derbarê "xizmetkirina projeya Îranî" de hevkok in.

Wî dîyar kir ku milîsên girêdayî Îranê, ku navê "şopdaran" li wan tê kirin, fermanên Rêberê Bilind Elî Xameneî dişopînin, bi taybetî pirsa armanckirina şandên diplomasî û hebûna serbazî ya navdewletî li Îraqê.

Wî got ku çi nakokîyeke li dor pirseke dîyarkirî di navbera wan de tune ye.

Wî teqez kir ku koka nakokî û alozîyê ew e ku her alîyek ji wan dixwaza ku alîyê din lawaz bike û hejmûnê û hêzê qorex û zeft bike.

"Ji ber ku hejmûn jêdera dewlemendîyê ye, lewra dê pêwendîyên di navbera van alîyan de ne baş be û dê nebûna bawerîyê serdest be," wî daxuyand.

Xebat bo samanan û berfirehbûna hejmûnê

Huweyit got ku milîsên Îranê di hejmûna li ser zemînê de hevpar in lê ew hewl didin ku rûbera deverên ku çekdarên wan li wir hene berfireh bikin û jêderên xwe yên dahatê çiqas gengaz be mezintir bikin.

Ew vê yekê bi rêya gendelî, qaçaxî û pêkanîna çalakîyên aborî yên neyasayî bi cih tînin, wî got.

Di hevpeyvînekê de ku kenala Îranî al-Alam roja 5ê Kanûna Yekem weşand, balyozê Îranê li Bexdayê Îraj Mescidî mukur hat ku nakokî di navbera milîsan de hene.

Lê wî girîngîya van nakokîyan kêm kir, û ew weke "tiştekî asayî" bi nav kir û red kir ku hikûmeta Îranî berpirsyar be ji provaksyonê.

Teqezkirina Mescidî di hevpeyvînê de ku Îran destekê nade komên çekdar ên serwerîya dewleta Îraqî bin pê dikin bû cihê tinazîyên Îraqî di tevnên civakî de.

Berî çend heftîyan, weke nîşaneke zelal a kûrbûna nakokîyên di navbera peyayên Îranê de, fermandarê Feyleqê Qudis Smaîl Qaanî serdana Bexdayê kir.

Hat ragihandin ku serdana wî bi armanca parastina agirbesta 10 Cotmehê bû, ya ku komên girêdayî Ketaib Hizbulah ew îlan kir, ku doza ragirtina êrîşên li ser berjewendîyên Amerîkî û navdewletî kir.

Ev agirbest heta aniha du caran hatiye binpêkirin.

Roja 17ê Mijdarê, Zona Kesik û deverên li derdora wê hatin mûşekbarankirin û keçek hat kuştin.

Roja 10ê Mijdarê,du karwanên ku alavên lojistî yên Hevpeymanîya Navdewletî vediguhestin rastî êrîşan hatin: êrîşek li nêzî Bexdayê, û yeke din li başûrê Îraqê.

''Merema rasteqîn'' a serdana Qaanî

Çavdêr, di nav de Huweyit, dibêjin ku merema rasteqîn ji serdana Qaanî ew bû ku nakokîyên kûr ên di navbera wekîlên Îranê de sar bike ji tirsa ku êdî ew pir aloz bibin û neyên kontrolkirin.

Huweyit teqez kir ku ev nîgeranîya herî mezin e, bi taybet ku hilbijartin nêzîk in, ku qewle di 6ê Hezîrana 2021an de werin lidarxistin, û pêşbazî û bangeşeyên bo hilbijartinan dest pê kirine.

Di helwesteke ku rabe dike ku hewlên Qaanî bi bin ketine, serokê Esaib Ehil el-Heq Qeys el-Xezelî -- di hevpeyvînekê de ku kenala dewletê roja 19ê Mijdarê weşand -- rola ku hevrikê wî Ebû Fedak di gihiştin bi agirbestê de gerand nizim nirxand.

Wî herwiha ragihand ku nakokî bi dawî bûne.

Serokê Navenda Îraqî bo Lêkolînên Stratîjî Xazî Feysel Husên ji Diyaruna re ragihand ku milîsên girêdayî Îranê ne xwedan ajandeyeke niştîmanî ne "û ew hertim berê welat didin aqarê kêşeyan, qeyranan û nebûna aramîyê".

"Ew kom in têkder in ku kaosê peyda dikin û xebatê dikin bo bicihanîna stratîjîya firehxwazîya herêmî ya Îranê, ku ew jî li ser bingeha belavkirina wêranîyê û çandina tundrewîyê li herêmê ye," wî got.

"Ev kom reftarên dijminkarî li dijî hev jî peyrew dikin," wî got, û da zanîn ku "nîşanên parçebûnê derketine".

Ji berê ve jî nakokî di navbera milîsên alîgir û dilsoz ji Walî el-Feqîh (Xameneî) ûkomên alîgir ji lêvegera olî li Necefê de hene, wî got.

Her çar hêzên girêdayî Necefê -- Lîwa Ensar el-Merje'iya, Lîwayê Elî el-Ekber, Firqeya Cengawer a el-Ebas û Firqeya Cengawer a Îmam Elî -- roja 4ê Kanûna Yekem pêbendîya xwe bi parastina serwerîya dewletê nû kirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500