Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Rubû Elah amrazeke milîsa Ketaib Hizbulah e

Faris Omeran

Endamên milîsa Rubû Elah, ku komeke ji hêla milîsa Ketaib Hizbulah ve tê arastekirin, di vê wêneya ku di meha Cotmehê de di tevnên civakî de belav bûye tên dîtin.

Endamên milîsa Rubû Elah, ku komeke ji hêla milîsa Ketaib Hizbulah ve tê arastekirin, di vê wêneya ku di meha Cotmehê de di tevnên civakî de belav bûye tên dîtin.

Di mehên dawî de, Koma Rubû Elah a ser bi Ketaib Hizbulah ve li Bexdayê bi navûdeng bû bi rêya kiryarên wêrankarî û sebotajên ku baregehên dezgehên siyasî û mîdyayî û kompanîyên biçûk armanc kirin.

Endamên Rubû Elah -- ên ku carê T-şêrtên reş ên ku navê koma wan li pişt hatiye nivîsîn li xwe dikin -- êrîşî navendeke mesajê li taxa Keradayê li Bexdayê di dawîya meha borî de bûn, û li xelkê û karmendan xistin.

Dîmeneke vîdyo ku roja 26ê Mijdarê belav bûye nîşan da ku milîtanin didin ser pişta du karmendên jin berî ku agir bi dezgehê bixin, ev yek bû cihê hêrsê li Îraqê.

Êrîş weke beşek ji kampanyayeke berfireh a bi serkêşîya milîsên alîgirê Îranê, di nav de Rubû Elah, bo "nehiştina bedexlaqîyê" tê dîtin -- ku ev behaneya tê bikaranîn bo rewakirina êrîşên li ser yaneyên şevê,firoşgehên meyê û navendên mesajê.

Endamekî Rubû Elah sloganekê li ser dîwarê Baregeha Partîya Dîmokrata Kurdistanê li Bexdayê dinivîse piştî ew hat şewitandin roja 17ê Cotmehê. [Wêne di tevnên civakî de hatiye belavkirin]

Endamekî Rubû Elah sloganekê li ser dîwarê Baregeha Partîya Dîmokrata Kurdistanê li Bexdayê dinivîse piştî ew hat şewitandin roja 17ê Cotmehê. [Wêne di tevnên civakî de hatiye belavkirin]

Şirovekaran ji Diyaruna re ragihand ku bi rêya Rubû Elah milîs hewl didin ku hêzeke nefermî mîna Hêzên Berexwedana Basîcê ava bikin -- ku ew jî hêzeke nefermî ye ser bi Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) e.

Pasdaran Basîc di sala1980an de damezrand bo serkutkirina dijberên Şoreşa Îranî û bo weke "polîsê exlaqdarîyê" li Îranê tev bigere.

Bi heman şêwazê, Ketaib Hizbulah kiryarên Rubû Elah û komine din, mîna "Enîya Ebû" (wate çerx), ku navê wan li gorî erkê wan ê şewitandina sazîyan e, araste dike.

Armanc ''belavkirina tirsê ye''

Endamê berê yê parleman Mîsal Alûsî got ku ev hêz û ên din hewl didin ku tirsê di nava sivîlan de belav bikin. Wî got ku ew amrazên Ketaib Hizbulah in, "ku ew jî kopîya herî xerab û terorîst a Hizbulaha Lubnanî ye".

Peya û pêxwasên Îranê li Îraqê "gef û metirsîyekemezin in li dijî bunyad û peykersazîya dewletê, ji ber ku ew hevtemamker in di kiryar û reftarên xwe yên ziyanbar ji ewlehîya Îraqê û selametîya xelkê wê re", Alûsî got.

Wî teqez kir ku ew çalakger û rojnamegerên li dijî xwe digirin an dikujin, êrîşî kenalên asmanî dikin û wan dişewitînin, û êrîşan diberdin baregehên partîyên siyasî.

Ev kiryar "beşek in ji reftarên wan ên tundrew û hewlên wan ên bêdengkirina dengên azad", wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî dîyar kir ku ev kom îdyolojîya Îranê rêbaz digirin û Pasdaran û Wîlayet el-Feqîh dişopînin, ku ew banga dilsozîya ji Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xameneî re dikin.

"Ev komine tundrew in ku ne bawerîya wan bi azadîya raderbirînê heye ne jî rêza cudahîya di nerînan de digirin û ne jî rêza yasayê digirin," wî got.

Rubû Elah di şewitandinabaregehên MBC Iraq deli Bexdayê di meha Gulanê de cih girt, piştî ku kenalê raportek belav kir ku li dijî Ebû Mehdî Muhendis, cîgirê berê yê serokê Hêzên Heşda Şaebî hat reçavkirin.

Roja 31ê Tebaxê, Rubû Elah agir bi baregeha kenala asmanî ya Diclayê xist, û angaşt kir ku wê stiran di boneyeke olî de weşandin.

Di bûyereke din de, wan baregeha Partîya Dîmokrata Kurdistanê li nava Bexdayê roja 17ê Cotmehê şewitand, piştî Hoşyar Zêbarî, serkirdeyê partîyê, ragihandibû ku divê milîs ji Zona Kesik werin derxistin.

''Beşek in ji sîstema serbazî ya Îranê''

Navê milîsa Rubû Elah cara yekem li ser dîwarên balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê sala par dîyar bû piştîbirêveçûna xwenîşandanekê bi serkêşîya milîsên nêzî Îranêli dijî bombebarankirina baregehên Ketaib Hizbulah.

Şirovekar Ala Neşû ji Diyaruna re ragihand ku Rubû Elah, Ketaib Hizbulah û komên din ên mîna wan "beşek ji sîstema serbazî ya Îranê ne".

Wî got ku hinek şêwirmend ji Îranê û Hizbulaha Lubnanî serperiştîya van hêzan dikin û çalakîyên wan araste dikin, ku ev çalakî "xizmeta ajandaya wêrankir û têkder a Îranê li herêmê û planên wê bo peydakirina neseqamgîrîyê dikin".

Wî teqez kir ku ev çalakî ne bi tenê ji reftarên "ku ziyanê dighînin berjewendî, aramî û pêwendîyên navdewletî yên Îraqê û serwerîya wê bin pê dikin pêk tên, lê belê ew azadîyên giştî berteng dikin û terora fikrî belav dikin", wî got.

Neşû da zanîn ku rejîma Îranêsitem û zordarîyê li miletê xwe dike ji çaxê ku ew berî 40 salan hat ser desthelatê û heta niha, û ew îroj ezmûna xwe ya zordarîyê û sitemkarîyê dide pêxwas û wekîlên xwe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500