Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Amerîka bang li Îraqê dike ku komên çekdar ji nav bibe

AFP

Endamine Heşda Şaebî li ser otombîlekê ne ku laşê Wîsam Elyawî, fermandarekî Esaib Ehil el-Heq, hildigire, di merasîmeke xaksipartinê de li Bexdayê di 26ê Cotmeha 2019an de. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Endamine Heşda Şaebî li ser otombîlekê ne ku laşê Wîsam Elyawî, fermandarekî Esaib Ehil el-Heq, hildigire, di merasîmeke xaksipartinê de li Bexdayê di 26ê Cotmeha 2019an de. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Amerîkayê Çarşemê (19ê Tebaxê) bang li Îraqê kir ku " komên çekdar" ên nehikûmî têk bide, yên ku "serwerîya niştîmanî lawaz kirine", berî serdaneke serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî bo Waşintonê.

"Komên çekdar ên bi temamî ne li jêr kontrola serokwezîr de ne pêşketina me hêdî dikin," Wezîrê Derve Mike Pompeo ragihand. "Divê di demeke pir nêz de polîs cihê van koman bigire."

Pompeo di konferanseke rojnamevanî yên hevbeş de li Waşintonê ligel Wezîrê Derve yê Îraqî Fuad Husên diaxêvî, berîya civîna Kazimî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re.

Wî dîyar nekir ew qala kîjan koman dike, lê Kaizmî, yê ku di Gulanê de dest bi kar kir, rastî zehmetîyan ji hêla Heşda Şaebî ve tê, ku ew hevpeymanîyeke komên çekdar ên ser bi Îranê ve ye.

Serdana wî bo Waşintonê hevdem ligel êrîşên heftîyane yên ku komên çekdar pêk tînin li dijî baregehên Amerîka û havpeymanîya navdweletî yên li welat tê.

Pompeo got ku wî ji Husên re teqez kir ku Amerîka dê heta bi dawî alîkarîyê bide Îraqê.

"Me nîqaş kir gelo çawa Amerîka û Îraq dikarin bi hev re kar bikin bo Îraqê bixin welatekî ewlehtir û seqamgîrtir," wî got.

Pompeo got ku Amerîka pêbend e ku piştgirîya hêzên ewlehî yên fermî yên Îraqî bike "bo ew desthilata milîsên ku gelê Îraqê teror kirine û serwerîya niştîmanî ya Îraqî lawaz kirine nehêlin".

Her du welat "dîyalogekek stratîjî" ji Hezîranê de li dar dixin hevdem ku Amerîka dixwaze ku hebûna xwe ya serbazî li Îraqê kêm bike.

Di bersiva pirseke li dor plana kêmkirina lêşkerên Amerîkî, ku hejmara leşkerên li Îraqê 5,000 leşker e, Pompeo got ku ew hejmarê nizane û bang li xelkê kir ku "girîngîyê nedin vê yekê".

Berdewambûna hebûna Amerîkî, bayexdan bi şerê li dijî paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), dê pirseke serekî be di civîna Kazimî bi Trump re.

Tu vê mijarê diecibînî?

15 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Heşda Şaebî rûmeta Îraqê ye. Na bo Amerîkayê! Cihê Dagirkeran li Îraqê tune ye!

BERSIV BIDE

Hêzên Heşda Şaebî rûmeta Îraqê. Na bo Amerîka!

BERSIV BIDE

Hêzên Heşda Şaebî bûn ên ku serwerîya Îraqê û rûmeta Îraqîyan parastin û plangêrîya Amerîkayê ya têkder û hewlên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) a ku bi destê Amerîkayê hatiye çêkirin vala derxistin. Heşda Şaebî her dê mertalê bihêz ê Îraqê bimîne û dê ew hêz be ku dê Amerîkayê û Erebên xayîn bi bin bixe.

BERSIV BIDE

Amerîkîno, Ji Îraqê derkevin. Em hêzên dagîrkrîyê naxwazin.

BERSIV BIDE

Amerîkîno, Ji Îrqaê derkevin! Em hêzên dagîrkirîyê naxwazin.

BERSIV BIDE

Divê hebûna milîsên li Îraqê were bidawîkirin.

BERSIV BIDE

Heşda Şaebî bû yên ku serwerîya Îraqê û Îraqîyan parast û planên Amerîkayê û hewlên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) têk birin. Heşda Şaebî dê mertalê bihêz ê Îraqê bimîne, yê ku Amerîka û xayînên Ereb têk birin.

BERSIV BIDE

Ez hêvî dikim ku hêzên Amerîkayê li Îraqê bimînin bo sînorekî ji Îranîyan re deynin.

BERSIV BIDE

Biyarê hêja, tu rastîyê dibêjî. Îran bi tenê dixwaze ku Îraqê bixe rêyek bo gihiştin bi Sûrîya û Lubnanê û pêgeheke xwe ya serbixwe ava bike. Baştirîn rê bo Îranê bo bidestanîna vê armancê avakirina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bû. Îranê bi milyarên dolaran li ser van komên terorîst xerc kirine û ew anîne Sûrîya, Îraq û Lubnanê. Belge jî ew e ku Malikî hêzên ewlekarîyê vekişandin bo rê bide DAIŞê ku dest deyne li ser wan. Xweda şehîdên me bi dilovanîya xwe şad bike, yên ku berevanî li Îraqê kirin. Rûreşî û şermezarî para wan kesan be yên ku li dijî Îraq, Sûrîya û Lubnanê planên gemar pêk anîn!

BERSIV BIDE

Hikûmetê berê yên ji 2003an û heta aniha bi tenê karê wan kuştin û dizî bû.

BERSIV BIDE

Em bi hewcedarê xelasa ji milîsan in.

BERSIV BIDE

Siyasetvanên binketî, yên bêrewişt ên ser bi Rojava ve ew in ên ku Îraq wêran kirine. Hemû welat baş in, ji bilî welatekî cîran ku xiyanet li têkilîyên cîranbûnê kir û her destêwerdanê di karûbarên navxweyî yên Îraqê de dike. Hîn Îraq bo parastina hebûna xwe li ber xwe dide. Ew bihêz e û hertim dê bihêz bimîne. Ez bang li lehengên me di Hêzên Heşda Şaebî de yên ku bawerîya wan bi Îraqeke yekgirtî heye ku destekê bidin xelkê û hikûmetê. Ez hêvîyê ji wan dikim ku bi ajansên ewlehîyê û sazîyên din ên hikûmetê re kar bikin bo birîna destê dagirkerênku dixwazin Heşda Şaebî têk bidin. Ev herwiha bangewazîyeke bo serkirde û fermandarê bi milyonên kesan, Seyid Muqteda Sedir. Îraq bi artêş, gel, polîs û kesên pak ên ku daxwaza çaksazîyê dikin dewleteke bihêz e. Çaksazî li vî welatê ezîz erkê me hemûyan e. Îraqê wêran nekin. Eger hûn bikin, hûn dê ji nav biçin. Bilez destê hev bigirin û destê kesên pak ên dixwazin li jêr ala welatê me, yê ku gelek welat dihesidine wî, bijîn bigirn. Îraq hertimî serketî bûye. Kes nikare Îraqê bi bin bixe tevî şerên ku bi dawî nayên jî... Hinek welat hene naxwazin ku Îraq weke welatên dî be. Eger rewşa Îraqê weke rewşa welatên din be, ew dê şerê xwe bînin holê weke ku wan çawa berî niha wilo kiriye. Ey Xweda tu Îraqê ji dijminên li derve û li hundir biparêzî. Îraqê dijminên li derve têk birine û êdî ew di xweşî, aştî û seqamgîrîyê de dijî. Ew hertim bihêz e û alîyên xêrê jê re dixwazin bi bin dikevin. Silavên Xweda li Pêxemberê Îslamî, Muhemed bin Ebdulah

BERSIV BIDE

Ey milet, ji xew rabin! Ji 2003an heta bi 2020an, Amerîka goştê me dixwe. Amerîka dixwaze ku civakê wêran bike, artêşê û hêzên Heşda Şaebî parçe bike. Bi Xwedê, em bûne weke pêkenokê. Kesên ku qaşo hatine alîkarîya me bikin rewşa me kontrol kirine. Jîyana xelkê hatiye têkbirin. Şiyar bin! Çi bela we ye? Amerîka dixwaze ku xelkê li dijî hev gur bike û bira şerê birayê xwe bike, ku ev yek berî aniha qet rû nedaye. Tirîyên wan û yên Îranê hene. Piştgirîyê bidin hikûmetê û Heşda Şaebî û partîyên olî û siyasî ji Îraqê bînin der. Ma ew çi li vir dikin? Çima ew venagerin welatê xwe?!

BERSIV BIDE

Amerîka û hevlabendên wê dixwazin Îraqê bikin Lîbyayeke nû. Ey gelê Îraqê şiyar be! Armanca wan jî talankirina samanan û gurkirina nakokîyan e.

BERSIV BIDE

Ev 12 sal in ku Amerîka û Hevpeymanî Îraqê wêran dikin û gelê Îraqê dikujin; Wan neft, xaz, zêr, zîv û şûnwarên kevin ên Îraqê talan kirine. Ev e tiştê ku Amerîkayê anîye Rojhilata Navîn û Îraqê.

BERSIV BIDE