Nûçeyên Iraqê

SIYASETA DIYARUNA YA ŞIROVKIRINÊ

Nivîsandina şiroveyan dê alîkariya me di pêşxistina malperê û damezrandina forumekê ji xwendevanan re bike. Me siyaseta şirovekirinê daniye û em hêvî dikin ku hûn li gorî wê tevbigerin. Radestkirina şiroveyan nîşan dide ku hûn ji vê siyasetê razî ne. Em piştgiriya danûstandinê li dor gelek mijaran dikin; ji kerema xwe bila li bîra we be ku şiroveyên ku tên nivîsandin guzarişta nerîn û helwestên wan kesan dikin ku wan didin pêş. Xwendevanên me,em ne hertim piştgiriya bîroke, nerîn, anjî dîtinên di van şiroveyan de dikin, lê em forumê pêşkêş dikin weke alavekê ji bo gotûbêjkirina mijarên ku bala we dikşînin.

1. Ev forumeke di bin çavdêriyê de ye. Diyaruna.com dê çavdêriya hemû şiroveyan bike û mafê wê heye ku her naverokeke ku dibîne neguncav e rake, sererast bike yanjî biguhere.

2.Pêşkêşkirina şiroveyan bo belavkirinê di Diyaruna.com de mukirhatineke bi qebûlkirina mercên ku di vê siyaseta şirovekirinê de hatine.

3. Her nameyeke ku ji Diyaruna.com re tê şandin weke amade ji belavkirinê re tê hesibandin ji bilî dema ku di nameya destpêkê ya nivîser de daxwaza belavnekirinê bê kirin.

4. Şirove ji bo xwendevanên vê malperê ne. Şiroveyên li ser gotar û mijarên Diyaruna.com ji bo vê yekê tên nivîsandin ku hana pevguhertina nerîn û diyaloga vekirî li dor mijarên babetiyane bidin bi awayekî vekirî ku hemû xwendevan dikarin bibînin.

5. Mafê Diyaruna.com heye ku destkariya naveroka hemû şiroveyan bike. Divê şiroveyên li dor gotar û mijarên Diyaruna.com pêwendiya wan bi mijarê re hebe.

6. Şiroveyên birîndarker, êrîşker anjî ew ên madeyên kirêt û nijadperist li xwe digrin htd. nayên belavkirin. Navkirin, êrîşên ser kesan, şiroveyên nijadperist, bangkirin ji bo tundutûjiyê, yanjî bikaranîna peyvên kirêt ji aliyê her şirovevanekî ve nayên belavkirin.

7. Rêklamkirin bo her dezgeheke bazirganî yanjî her çalakiyeke bazirganî nayê belavkirin.

8. Diyaruna.com ne neçar e ku şiroveyan çavdêrî, sererast, sansor bike yanjî berpirsyariya wan hilbigre. Ew serbest e pêgavan bavêje yan neavêje derbarê binpêkirina siyasta wê ya şirovekirinê. Divê şirovevan piştrast bin ku şiroveyên wan yasayî ne û li gorî peyrewên diyarkirî ne.

9. Em dê her emaileke kesane ji şiroveyan rakin berî ku em wan belav bikin.

PIRSÊN ZÊDE DERBARÊ ŞIROVEKIRINÊ

Şiroveyên di Diyaruna.com de ji bo handana pevguhertina nerînan û diyalogên vekirî ne.

ÇIMA EM ŞIROVEYÊN XWENDEVANAN SERERAST DIKIN?

Armanca me peydakirina şirovekirina babetiyane ye ji bo xwendevanan bi giştî. Bi rêya pêdaçûn bi şiroveyan, me cihek peyda kiriye daku xwendevan bikaribin şiroveyên zîrek û bi agahî pev biguherin ku asta nûçe û agahiyên me bilind bikin.

Lê belê, dê şirove bên belavkirin eger girêdayî mijarê bin û ne birîndarker bin, biryarên pêdaçûnê babetiyane ne. Heta ji me bê em dê van biryaran bi hayedarî û hûrbîniyê bidin.

ÇI CUREYÊN ŞIROVEKIRINÊ TU LI WAN DIGERÎ?

Em bi girîngî li şiroveyan bîrewer dinerin ku guzarişta gelek nerînan dikin û dîtina xwe bilez û bi edeb nîşan didin. Em hewl didin ku gengeşeyan ji şiroveyên dubare biparêzin çi ji heman xwendevanî bin, çi jî ji xwendevanên din bin. Em selîqeyeke standard berçav digrin ku taybet e bi Diyaruna.com.

Çend tişt hene ku em lê naborin: êrîşên ser kesan (li ser xwendevanan an nivîskaran), gotinên nexweş, gotinên bazariyane, peyvên kirêt ( di nav wan de dicûndan û tîpên tevlîhev), rêklamkirina bazirganî, nelojîkbûn û HAWARKIRIN li ser kesekî din. Herwiha em dê li pey wan lînkên malperan biçin ku di şiroveyan de tên daku em bizanibin ka gelo li gorî standardên Diyaruna.com in û eger pêwîst be em dê wan sererast bikin.

GELO EM ŞIROVEYAN SERERAST DIKIN?

Bi giştî, na. Lê belê mafê Diyaruna.com heye ku naverok, zelalbûn, girêdana bi mijarê re û herwiha dirêjahiya hemû şiroveyan sererast bike.

ÇI DERBARÊ REXNEKIRINA DIYARUNA?

Em bi germî pêşwaziya nerînên giranbuha û rexneyên li ser karê xwe dikin, lê em naxwazin ku şirove tevlî qengeşeyên li ser siyaseta me bibin, û em dê li gorî vê yekê wan sererast bikin.

TIŞTEK DIN HEYE?

Pêşkêşkirina şiroveyan bo belavkirinê di Diyaruna.com de mukirhatineke bi qebûlkirina mercên ku di vê siyaseta şirovekirinê de hatine. Dibe ku bê agahdarî ev siyaset di beşekê de yanjî bi temamî were sereraskirin li her demê.