Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq 55,000 leşkerên berê werdigire

Xalid Taî

Leşkerên Îraqî rahînana fîzîkî û şerkirinê li kampekê li Bexdayê di dîroka 15ê Nîsanê de werdigirin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî rahînana fîzîkî û şerkirinê li kampekê li Bexdayê di dîroka 15ê Nîsanê de werdigirin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Bi giştî 55,000 leşkerên berê vegerîyane xizmetê di artêşa Îraqî de ji Hezîranê de, Wezareta Berevanîya ya Îraqî Çarşemê (4ê Îlonê) ragihand.

Serokwezîr Adil Ebdul Mehdî Hezîranê fermana vegera hemû xebatkarên artêşê yên ku girêbestên wan ên karmendbûyînê hatibûn rawestandin da, peyvdarê wezaretê lîwa Tehsîn Xefacî ragihand.

"Biryar hemû xebatkarên artêşê yên ku girêbestên wan hatibûn hilweşandin piştî ku çeteyên DAIŞê dest danîn ser Mûsilê di 10ê Hezîrana 2014an de, dihundirîne," wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku nekarîna wergirtina wan ji ber çend sedeman bûn, di nav de birînên ku gihiştine wan di êrîşên terorî de, destdanîna DAIŞê li ser deverên wan, û herwiha ji ber ku yekîneyên wan ên serbazî hatin çaksazkirin û bo cihên alternatîv hatin vekişandin.

Leşkerên Îraqî yên berê li rûniştineke agaghîyan li navendeke Wezareta Berevanîyê amade dibin roja 18ê Tîrmehê, navenda ku bo wergirtina daxwaznameyên vegera bo artêşê hatiye terxankirin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî yên berê li rûniştineke agaghîyan li navendeke Wezareta Berevanîyê amade dibin roja 18ê Tîrmehê, navenda ku bo wergirtina daxwaznameyên vegera bo artêşê hatiye terxankirin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

"Navend roja 9ê Tîrmehê li hemû parêzgehan hatin vekirin, di nav de li Herêma Kurdistanê, û heta aniha dora 55,000 leşkerên berê wergirtine," Xefacî got.

Wî got ku ew derbasî taqîkirinên nûjdarî dibin û tevlî korsên rahînanên dibin "bo pêşxistina zîrekîyên wan û bilindkirina asta karînên wan ên fîzîkî berî ku ew bo yekîneyên serbazî werin şandin", wî got.

"Em bi peroş in ku em maf bidin hemû xebatkarên artêşê ku werin cihên xwe yên berê dagirin," wî wiha got, û da zanîn ku kanîya vê jî pêbendîya hikûmetê ye ku "samanên mirovî baş bi kar bîne bo bihêzkirina artêşê"

Hevdem, wezaretê roja 2yê Îlonê dergeh ji herkesên xwedan bawernameyên bijîşkî, endazyarî û ziman re vekir bo tevlî artêşa Îraqî bibin.

Wî daxuyand ku ev gav di çarçoveya plana wezaretê ya bihêzkirina refên xwe bi kesên xwedan ezmûnên zanistî û pispordarî, bo bilindkirina asta amadebaşîya teknîkî ya artêşê, tê.

Wî teqez kir ku wezaret, bi hevahengîya ligel Hevpeymanîya Navdewletî û hêzên NATO, berdewam e di plana xwe de bo pêşxistina karînên artêşa Îraqî di meydanên serbazî yên cuda de.

Tu vê mijarê diecibînî?

10 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Çawa dibe girêbestên wan werin bidawîkirin; hîn em nevegerane ser kar.

BERSIV BIDE

Birayo, gelo ev lêborîn kesên ku di sala 2013an de revîyan li xwe digire?

BERSIV BIDE

Ev derew in. Wezareta Berevanîyê [ya Îraqî] heya niha tu kes venegerandîye [nav artêşê].

BERSIV BIDE

Ji sala 2010an ve, ew dê li gorî lêborînekê werin yan çi? Ji kerema xwe ji me re bibêjin.

BERSIV BIDE

Gaveke baş e. Em hêvî dikin ku artêşeke Îraqî ya bihêz hebe ku berevanîyê li welat, mîrat û sînorên me bike bo tu dijmin derbasî xaka me nebin bo samanên me talan bikin. Em hêvî dikin ku dê hemû xebatkarên wezaretên berevanîyê û hundir vegerin ser karên xwe. Em hêvî dikin ku dê hikûmet dergeh ji tevlîbnûna di artêşê û polîsê de bo kesên temenên wan di navbera 17 û 35 salan de ne veke. Aniha, piranîya ciwanan pêkar in, û bi vî awayî, ew dikarin tevlî artêşê û polîs bibin û dûrî kiryarên neyasayî bikevin. Zor Sipas!

BERSIV BIDE

Bawernameya min a bingehîn heye. Êdî ez nikarim xwe xwedî bikim, ez bi Quranê sûnd dixwum, ne dahateke min heye ne jî piştgirek. Ez li Xwanîyekî dimînin ku mîratê bavê min bû. Xwedayê mezin piştgirê min e. Min navê xwe bo Hêzên Heşda Şaebî, Hizbulah, nivîsî lê tu mûçe nedane min. Ez hêvî dikim ku dê alîyên pêwendîdar li rewşa min bi awirên bavekî temaş bikin. Xwedayê mezin danerê serkeftinê ye. Birayê we, Seyid Mustefa Yasirî.

BERSIV BIDE

Xwedê ji her kesê ku alîkarî kirin di vegera kesên ku girêbestên wan hatibûn bidawîkirin de razî be! Xwedê we padaşt bike!

BERSIV BIDE

Ez bawer dikim ku dê fermanên darayî û îdarî yên têkildarî vegera karmendên artêşê yên ku girêbestên wan hatine bidawîkirin di sala 2020an de bên dayîn.

BERSIV BIDE

Wezareta Berevanîyê derewan dike; ez yek ji wan kesan im ku girêbestên wan hatin bidawîkirin, lê hîna ez bo kar nehatime vegerandin.

BERSIV BIDE

Gelo hikûmeta Îraqî dizane ku sê neheqî di derheqê kesên ku ji 2017an ve hatin lêpirsînkirin kiriye, û herwiha yên ku hîn jî bendewarîya tevlîkirina wan di korsên rahînanê de dikin?

BERSIV BIDE