Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Çalakgerekî Îraqî li Bexdayê tê kuştin

Faris Omran û AFP

Çalakgerê Îraqî Selah Îraqî li Bexdayê 15 Kanûna Yekem ji hêla çekdarine nenas ve hat kuştin. [Wêne ji mîdyaya civakî hatiye wergirtin]

Çalakgerê Îraqî Selah Îraqî li Bexdayê 15 Kanûna Yekem ji hêla çekdarine nenas ve hat kuştin. [Wêne ji mîdyaya civakî hatiye wergirtin]

Çalakgerekî Îraqî li rojhilatê Bexdayê bi guleyên çekdarine rûgirtî êvara Sêşemê (15ê Kanûna Yekem) hat kuştin, li gorî çavkanîyên ewlehî.

Ev bûyera herî nû ye ya di êrîşên ku bi dehan rêberên xwepêşandanên cemawerî li Îraqî tê de hatine armanckirin, ku tilîyên tawanbarîyê jî tê de dirêjî milîsên çekdar tên kirin..

Selah Îraqî pênc gule di sînga xwe de xwarin ji hêla çekdarinan ku li otombêleke sivîl siwar bûbûn. Li nêzî dikana biçûk a lê kar dikir radiwestîya ku li kolaneke bazirganî tijî qelebalex li taxa Bexdayê ya nû, li rojhilatê paytextê ye.

Hema gihîşt nexweşxaneya Şêx Zayid a nêz jîyana xwe ji dest da.

Cenazeya Selah Îraqî li Necefê 16ê Kanûna Yekem hat oxirkirin. [Wêne ji mîdyaya civakî hatiye wergirtin]

Cenazeya Selah Îraqî li Necefê 16ê Kanûna Yekem hat oxirkirin. [Wêne ji mîdyaya civakî hatiye wergirtin]

Îraqî yê bavê pênc zarokan e, bi rola xwe ya çalak di xwepêşandanên par ên paytexta Îraqî û yên başûr a piranîya xwe Şîya ne de dihat nasîn ku hikumet bi ya gendel, bêbandor û dilsoza Îranê bi nav dikir.

Hevalên wî ji navgînên ragihandinê re got ku ew rexnegirekî herî tund ê milîsên Îranê yên li Îraqê bû û vê dawîyê gefa kuştinê lê hat xwarin.

Tora Îraqî bo Mîdyaya Civakî (INSM) ku ew komeke çalakgerên ku behsa xwepêşandan û encamên wê kirine, got ku Îraqî berî kuştina wî Sêşemê du caran bi guleyan hat armanckirin.

Bikarhînerên mîdyaya civakî dîmenên cenazeya Îraqî sibeha Çarşemê li goristana Wadî Selam li Necefê bi par ve kir, li gel hêrs û şermezarkirineke mezin.

"Mafê jîyanê"

Komisyona Bilind a Mafên Mirov a Serbixwe ya Îraqî kuştina Îraqî şermezar kir û bang li hikumetê kir ku bo rawestandina van tawanan tev bigere û tawanbaran siza bike.

Peyvdarê desteyê Elî Beyatî anî ziman ku kuştina Îraqî binpêkirineke din a girîng a mafên mirov e: mafê jîyanê".

Wî ji Diyaruna re got ku ew herwiha mafê derbirîn û xwepêşandanê yê mafên sereke ku destûra Îraqî garantîya wan dike binpê dike.

Îraqî dawîn kesên tevlî karwanê qurbanên ku hîna heta niha kujerên wan berdayî ne bû, tevî tîmên lêpirsînê jî bo vê babetê hatine erkdarkirin, wî ragihand.

Beyatî anî ziman ku êrîş dê berdewam bikin heta tevgereke "mezin a [hikumetê] were kirin ku li pey meselê bikeve û tawanbaran pêşkêşî dadgehê bike".

Li gorî daneyên fermî yên desteyê, zêdeyî 60 hewldanên kuştina plankirî li dijî çalakger û medyavanên Îraqî ji destpêka xwepêşandanên sala borî de hatine kirin.

Kuştina Îraqî piştî revandina rojnameger Ebas Taî tê yê Duşemê hat berdan piştî revandina wî ji hêla çekdaran bi du rojan.

Taî hefteya borî dema weşana xwepêşandanekê zindî bi rêya medyaya civakî li meydana Tehrîrê dikişand hat revandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500