Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Bi hezaran li Şengalê dixwazin tevlî polîsê xwecihî dibin

Xalid Taî

Wezîrê Karê Hundir Osman Xanimî serdana Şengalê di 13ê Kanûna Yekem de kir daku rerwşa hêzên ewlekarî yên li wir bibîne û bicihanîna rêkeftina bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re bo asayîkirina rewşa bajar binirxîne. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Xanimî hatiye wergirtin]

Wezîrê Karê Hundir Osman Xanimî serdana Şengalê di 13ê Kanûna Yekem de kir daku rerwşa hêzên ewlekarî yên li wir bibîne û bicihanîna rêkeftina bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re bo asayîkirina rewşa bajar binirxîne. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Xanimî hatiye wergirtin]

Hikûmeta Îraqî bi hezarên dawakarîyan ji niştecihên bajarê Şengalê yê piranîya wan Êzîdî ne wergirtine, yên hêvî dikin ku tevlî hêza polîsê xwecihî bibin, berpirsekî Êzîdî Pêncşemê (17ê Kanûna Yekem) ragihand.

Hikûmeta federal dest bi tomarkirina bêhtir ji 6,000 dawakarîyên ku wê ji niştecihên Şengalê wergirtine kir, Xeyrî Bozanî, berpirsekî hikûmeta herêma Kurdistanê ê erkdar bi karûbarên Êzîdîyan, eşkere kir.

Li gorî Planan, dê100 polîsên jin ên Êzîdî werin tayînkirin, wî ji Diyaruna re ragihand, di nav wan de ew jinên ku ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatin rizgarkirin.

Wî got ku ev jin dê roleke çalak di ewlehkirina deverên xwe de bigerînin, piştî ew rahînana taybet bi vî erkî wergirin û dê bide xuyakirin bê çi qasî ew dikarin aramîyê biçesipînin.

Desthilatdarîyên xwecihî li ser rêyekê li bajar Şengalê kar dikin di 6ê Kanûna Yekem de weke beşekî ji xebateke firehtir bo pêşxistina deverê û berdestkirina xizmetguzarîyan. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Sinjar Medinati hatiye wergirtin]

Desthilatdarîyên xwecihî li ser rêyekê li bajar Şengalê kar dikin di 6ê Kanûna Yekem de weke beşekî ji xebateke firehtir bo pêşxistina deverê û berdestkirina xizmetguzarîyan. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Sinjar Medinati hatiye wergirtin]

Ew kesên ku tevlî hêza polîs dibin dê rahînana bedenî û serbazî bibînin.

Piştî vê, ew dê li navenda bajarê Şengalê û gundên deverê û komavahîyên niştecihî werin belavkirin daku berevanîya van deveran bikin li dijî gefên terorî bi hevkarî ligel hêzên ewlekarî yên din, Bozanî got.

Wî got ku ev gav di çarçoveya bicihanîna plana hikûmetê ya hat îlankirin piştî rêkeftina 9ê Cotmehê bo asayîkirina rewşê tê. Rêkeftin li Hewlêrê di navbera hikûmeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat wajûkirin.

Herdu alîyan soz da ku komên çekdar, bi taybet Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji bajar derxin, daku derî ji niştecihên xwecihî re vekin ku tevlî polîs bibin û da kar bikin ku bêwarên Êzîdî vegerînin warê wan.

Hîn bicihanîna rêkeftinê rastî astengîyan tê ji alîyê komên çekdar ve, ên hewl didin ku derketina xwe ji bajar dereng bihêlin û vekişîna xwe li ser asta ku tenê al û sloganên xwe ji ser avahîyan rakin sînordar bikin, li gorî Bozanî.

Wî anî ziman "em hêvî dikin ku hebûna van hêzên ne fermî dê nêzîk bi dawî bibe".

Wî got ku şepêla vegera bêwarên Êzîdî bo Şengalê heta astekê hêdî ye, lê ew bi berdewamî heye, ku di nava 30 heta 150 malbatan rojane vedigerine malên xwe yên kevin.

Dora 300,000 Êzîdî li kampên bêwarîyê li herêma Kurdistanê dimînin.

Wî got ku li Şengalê û deverên derdora wê, ku bajarokê Senûnîyê li bakur dihundirîne, jîyan hêdî hêdî vedigere rewşa asayî, bi berdestkirina xizmetguzarîyên giştî û zêdebûna hejmara kirîyaran li bazaran.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500