Mafên Mirov

Bi hezaran bêwarên Êzîdî vedigerin Şengalê

Xalid Taî

image

Leşkerekî Îraqî avê dide malbatên Êzîdî yên ku vedigerin Şengalê roja 2yê Tebaxê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Di du mehên dawî de, bêhtir ji 2,500 malbatên Êzîdî yên bêwar rêya xwe ya vegera bo Şengalê çêkirin -- ku ev pêla herî mezin a vegerê ye ji dema ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) berî dora pênc salan hat derxistin.

Dora 85% ji jêrxaneya navçeyê bi destê DAIŞê hat wêrankirin di şerê derxistina rêxistinê de. Şingal weke devereke kavil di sala 2016an de hat destnîşankirin, û piranîya wêranîya wê hîn di şûna xwe de maye.

Lê gelek malbat dixwazin vegerin, tevî ku malên wan kavil û hîn nehatine çaksazkirin û hîn xizmetguzarîyên giştî tune ne.

Di dawîya sala par de, desthilatdaran dest bi nûavakirina jêrxaneyên ziyandar û berdestkirina xizmetguzarîyên giştî kir, lê ew xebat hat rawestandin ji ber petaya vayrûsa Koronayê ya nû (COVID-19) û qeyrana aborî ya ku Îraq aniha wê jîyan dike.

image

Şênîyên Şengalê yên vedigerin warê xwe agahîyên xwe di sîstema bayometrî de qeyd dikin roja 17ê Tîrmehê. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan hatiye wergirtin]

Yek ji tehedîyên di rêya xebatên nûavakirina Şengalê de hebûna du desthilatdarîyên xwecihî ye: Ya ser bi hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, û ya din, a bi serokatîya şaredar Fehed Hamid, ê ku nûnertîya hikûmeta federal a Îraqî dike.

Ji destpêka Hezîranê ve, bêhtir ji 2,500 malbatên Êzîdî yên ku li kampên bêwarîyê dijîn vegerîyane navenda Şengalê û devera Sinûnî, û deverine din, Hamid ji Diyaruna re ragihand.

Wî teqez kir ku wan veger hilbijart, tevî nebûna xizmetguzarîyên girşî , ji ber ku "ew êdî ji jîyana li kampan bêzar bûn".

Wî daxuyand ku gelek tev xizmên xwe dijîn, û malên wan hîn wêran in, û hinek malbat li Nesir (navenda Şengalê), kon li nêzî xanîyên xwe yên kavil vedane.

Wî got ku armanc jî ew e "ku nameyekê bidin hemû alîyên hikûmetê ku divê proseya nûavakirinê were bilezkirin".

"Em kampanîyên nûavakirinê yên li ser asteke mezindivinû em dixwazin ku qeyrana bêwarîyê li navçeyê bi dawî bibe," wî got, û bang bo qerebûkirinê bo xelk bikaribe malên xwe dîsan ava bike û alîkarîyên darayî bo handana vegerê kir.

Avakirina jîngeheke ewleh

Divê konferanseke navdewletî were lidarxistin bo peydakirina fînansê ji nûavakirina Şengalê re, Heso Huramî, serokê Sazîya Êzîdîyan Yazidi ku navenda wê li Holandayê ye, got.

"Berpirsine desthilatdarîya xwecihî û hikûmetê vê dawîyê serdana Şengalê kirin û soz da ku navçeyê ji rewşa wê yan xerab derbînin," wî ji Diyaruna re ragihand.

"Em hêvî dikin ku ew soz dê bi lez bikevin warê praktîk de û dê hemû asteng û tehedî werin rakirin," wî got, û teqezî li ser girîngîya misogerkirina hewcedarîyên malbatên vegerîyayî yên ku biryar dane vegerin navçeya xwe kir.

Wî got ku ligel nûavakirin û berdestkirina xizmetguzarîyan, "divê jîngeheke ewleh ji malbatan re were misogerkirin".

"Divê em garantî bikin ku êdî sînaryoyên mîna van felaketên ku bi destê DAIŞê hatin kirin dema ku wan dest danî ser Şengalê roja 3yê Tebaxa 2014an dê dubare nebin," Huramî teqez kir.

DAIŞê bi hezarên Êzîdîyan ji warê wan bi dûr kirin, warên wan wêran kirin,xelk kuştinjin û zarok revandin "ku ev yek ji tawanên terorîzmê yên herî berberî û hovane ye ku gereke weke cînosaydê were naskirin", wî got.

Rewşa ewlehî sedemeke serekî ku çima gelek bêwarên Şengalê ji vegera bo warê xwe dûdil in, Xeyrî Bozanî, birêveberê giştî yê karûbarên Êzîdî di Wezareta Weqf û Karûbarên Olî de ragihand.

"Bi tenê hejmareke biçûk a şênîyên resen ên navçeyê aniha li wir dijî," wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku berî pêla herî dawî ya vegerê, dora 20,000 malbat vegerîyane Şengalê piştî rizgarkirina navçeyê, û da zanîn ku hejmara Êzîdîyên li kampan li parêzgeha Duhokê dijîn "300,000 derbas dike".

Tu vê mijarê diecibînî?
1
0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 KARAKTERÊN MAYÎ (1500 Bi PIRANÎ)