Nûçeyên Iraqê
Aborî

Nînewa dest bi plana nûavakirina Şengalê dike

Xalid Taî

Navçeya Şengalê ya parêzgeha Nînewayê rastî ziyanên mezin hat li ser destên DAIŞê. [Wêne ji rûpela Facebookê ya "Şengal bajarê min e" hatiye wergirtin]

Navçeya Şengalê ya parêzgeha Nînewayê rastî ziyanên mezin hat li ser destên DAIŞê. [Wêne ji rûpela Facebookê ya "Şengal bajarê min e" hatiye wergirtin]

Hikûmeta xwecihî ya Nînewayê vê dawîyê dest bi planekê kir daku xebatên nûavakirina navçeya Şengalê bi lez bike.

Parêzerê Nînewayê Necim Cibûrî plan roja14 Kanûna Yekem di civnekê de bi şandeyeke ji navçeyê û nûnerên Êzîdîyan re îlan kir.

Wî got ku li gorî planê, "beşekî mezin ji pereyên ji Nînewayê re hatine terxankirin dê ji şiyankirin û çaksazkirina xizmetguzarîyên giştî û binesazîyê re li navçeyê werin terxankirin".

Wî anî ziman ku salê tê hikûmeta xwecihî plan dike ku komavahîyên niştecihbûnê yên nûjen ava bike û "şert û mercên guncan peyda bike da balê bikişîne ser weberhînanê û aborîyê vejîne, ligel alîkarîya bi niştecîyên xwecihî re".

Êzîdîyekî ku ji DAIŞê reviyaye alîkarîyeke diravî ji hikûmeta Îraqî werdigire di 29ê Tîrmehê de. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan hatiye wergirtin]

Êzîdîyekî ku ji DAIŞê reviyaye alîkarîyeke diravî ji hikûmeta Îraqî werdigire di 29ê Tîrmehê de. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan hatiye wergirtin]

Şert û mercên jîyanê yên dijwar

Çalakîya nûavakirinê ne gelekî berçav e, tevî rewşa ewlekarî pêş ketiye piştî derkirina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) berî çar salan.

Dîmenên wêrankirinê hîn xuya ne li orta navçeyê û li dervey wê, û piranîya avahîyên hikûmetê û malan hîn moloz in, şaredarê Şengalê Fehed Hamed ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku "em derdê kêmbûna zêde di xizmetguzarîyên giştî mîna kehrebe, av û tendirustîyê de dikişînin".

Wî daxuyand ku dora 10 ajansên hikûmî, di nav wan de dadgeh û navenda agirkujîyê, ji cihine alternatîv ve li navçeyê kar dikin dema ew bendewarîya nûavakirina swênkarên xwe dikin.

Wî got ku di warê perwerdeyê de, tenê fêrgeheke seretayî li orta navçeyê heye û ew pêşwazîya 2,000 xwendekar dike.

Wî daxuyand ku bîst mamosta bê mûçe kar dikin ji ber ku karmend kêm in.

Hamid derbirîn kir ku ew hêvî dike ku plana nû dê alîkarîyê bike ku rêjeya pêşxistinê li navçeyê bi lez bike û derdê ku niştecî dikişînin sivik bike, yên ku aniha rastî şert û mercên aborî yên zehmet tên, "ji ber ku derfetên kar hene lê hîn ne berdest in".

Wîî got ku "me hemû pirsgirêkên xwe ji parêzer re şiyanse kirin û wî teqez kir ku hikûmeta xwecihî giranîyê dide ku bi lez jîyanê vegerîne navçeyê".

"Em derbarê pêşerojê geşbîn in."

Şengal hewcedarî piştgirîyê ye

Ji ber rêjeya wêrankirinê ya mezin, tenê çend niştecîyên bêwar vegeriyane, Xedîde Cokî got, birêveberê devera îdarî ya bakurê Şengalê got.

Wî da zanîn ku di salên dawî de, tenê 4,500 malbat vegeriyane orta navçeya Şengalê û dora 15,000 malbatan vegeriyane beşên navçeyê yên din.

Nêzîkî 300,000 kesî hîn li kampên bêwarîyê li herêma Kurdistanê dirûnin û nêzî 2,300 malbatan li kampa Sardeştî li qontara çiyayê Şengalê dijîn.

Cokî got ku piştî êrîşkirina DAIŞê, pênc komavahîyên niştecihbûnê -- Qehtanîya, Cezîre, Ednanîya, Tel Qeseb û Tel Benat -- bê xwedî ne.

Wî got ku di operasyonin şiyankirinê li navçeyê sîstema ava vexwarinê û ziftkirina rêyine destnîşankirî hatine bicihanîn, dema ku projeyên xizmetguzarîyan ên din û malên niştecihî di xebatên nûavakirinê de heta aniha nehatine hundirandin.

Parlemanê Îraqî Şengal weke devereke bobelat nîşan kir di Nîsana 2016an de, endamê encumena parêzgeha Nînewayê Xewdêda Hemo, yê Êzîdî ye got.

"Terajedîyeke mirovî ya kêmpeyda li ser destên komên çete yên DAIŞê" li Şengalê hate dîtin, wî ji Diyaruna re ragihand, û bang li desthilatdarîyê kir ku baş guh bide navçeyê.

Wî got ku hewcedarîya navçeyê gelekî bi piştgirîya niştimanî û navdewletî heye daku xebatên nûavakiirnê bi lez bikin û bihêle ku niştecîyên wê yên bêwar vegerin.

Hemo got "em piştgirîya her plan an xebateke ku bibe encama bidawîkirina êşa xelkê û pêkanîna pêşketinê li nevçeyê dikin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500