Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Îraq û Herêma Kurdistanê digihin rêkeftineke "dîrokî" derbarê Şengalê

Faris Omeran

Serokwezîrê Îraqê Mustefa Kazimî roja 9ê Cotmehê serokatîya civînekê bi berpirsên Herêma Kurdistanê re li dar dixe bo gihiştin bi rêkeftinekê li dor rewşa navçeya Şengalê. [Wêne ji ofîsa ragihandinê ya Mustefa Kazimî hatiye wergirtin]

Serokwezîrê Îraqê Mustefa Kazimî roja 9ê Cotmehê serokatîya civînekê bi berpirsên Herêma Kurdistanê re li dar dixe bo gihiştin bi rêkeftinekê li dor rewşa navçeya Şengalê. [Wêne ji ofîsa ragihandinê ya Mustefa Kazimî hatiye wergirtin]

Hikûmeta Îraqî Înê (9ê Cotmehê) bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re gihişt rêkeftinekê derbarê rewşa navçeya Şengalê li rojavayê parêzgeha Nînewayê.

Rêkeftina dîrokî tifaqên derbarê mijarên ewlehî, birêveberya sivîl, nûavakirin û vegera bêwaran dihundirîne.

Birêveberîyeke hevbeş li Şengalê dê ji hêla hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê ve were pêkanîn, û dê hêzên federal bi hevahengî ligel hêzên Kurd serperiştîya rewşa ewlehî bikin.

Li gorî rêkeftinê, divê hemû komên çekdar ji deverên vekişin, di nav de Hêzên Heşda Şaebî.

Nakokîyên di navbera Bexdayê û hikûmeta Kurdistanê de, û hebûna milîsên girêdayî Îranê, xebatên nûavakirina navçeya Şengalê piştî rizgarkirina wê ji DAIŞê asteng kirin. [Wêne ji Şengalê Bajarê Min e hatiye wergirtin]

Nakokîyên di navbera Bexdayê û hikûmeta Kurdistanê de, û hebûna milîsên girêdayî Îranê, xebatên nûavakirina navçeya Şengalê piştî rizgarkirina wê ji DAIŞê asteng kirin. [Wêne ji Şengalê Bajarê Min e hatiye wergirtin]

Ji çaxê derxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de ji navçeyê di dawîya sala 2014an, Şengal ji ber rewşa ewlehî, xizmetguzarîyên giştî û nebûna birêveberîyeke yekgirtî dinale.

Vê yekê vegera rewşa asayî bo navçeyê asteng kir û xebatên vegera bêwaran lawaz kirin.

Nêzîkatîyek bi Herêma Kurdistanê re

Hikûmeta federal, bi hevahengî ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê, "dê rola xwe ya bicihanîna rêkeftinê bi awayekî guncan bo misogerkirina serxistina wê pêk bîne, bi hevahengî ligel xelkê Şengalê", serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî di daxuyanîyekê de roja 10ê Cotmehê ragihand.

Wî got ku derengmayîn di berdestkirina hêminîyê û seqamgîrîyê de li Şengalê li ser hesabê xelkê bû, "yên ku gelek zehmetî li ser destê terorîstên DAIŞê dîtine, û aniha ew aniha ji ber nebûna xizmetguzarîyan di rewşeke dijwar de ne".

Kazimî teqezî li ser redkirina hikûmetê ji hebûna komên çekdar re li navçeya kir.

Kazimî dîyar kir ku dê rêkeftin "vegera bêwaran lez û hêsan bike û dê destpêkek be ji peydakirina çareserîyekê bo kêşeyên deverên ji hêla etenî olî ve pir reng in li Îraqê".

Nûnera NY li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert roja 9ê Cotmehê ragihand ku ew hêvî dike ku rêkeftin dê "rûpeleke nû be bo Şengalê, ku tê de berjewendîyên gelê Şengalê li pêş bin" û ew dê "rê bide xelkên aware ku vegerin warên xwe, nûavakirinê bilez bike û xizmetguzarîyên giştî baş bike".

Ev rêkeftin "nêzîbûneke berçav a di navbera hikûmeta federal û ya herêmê de raber dike", rojnameger û şirovekarê siyasî Ziyad Sincarî ji Diyaruna re ragihand.

Wî dîyar kir ku ev rêkeftinpiştî çend mehan ji danûstandinên dualî hat pêkanîn, û da zanîn ku ev rêkeftin di çarçoveya xebatên hikûmeta de bo bidestxistina pêşketinekê di çareserkirina nakokîyên hilawistî yên bi Herêma Kurdistanê re tê.

Wî daxuyand ku bi awayekî serekî nakokî derbarê birêvebirina navçeyên cihê nakokîyê ne, di nav de Şengal.

"Eger rêkeftin were bicihanîn, rêkeftin dê destekê bide destpêkirina projeyên nûavakirinê li navçeyê û bidawîkirina azar û zehmetîyên awareyan," Sincarî got.

Wî teqez kir ku hîn bi hezarên bêwaran, ku piranîya wan Êzîdî ne, li kampên bêawaran li Herêma Kurdistanê dimînin.

Milîsên ser bi Îranê li dijî rêkeftinê ne

Sincarî da zanîn ku dibe hêzên girêdayî Îranê hewl bidin ku rêkeftinê bi bin bixin.

Wî daxuyand ku serkirdeyên milîsan nerazîbûna xwe li hember rêkeftinê nîşan da, ji ber yek ji xalên wê taybet e bi derxistina hemû komên çekdar ji Şengalê.

Serokê Esaib Ehil el-Heq Qeys Xezelî ragihand ku rêkeftin bi tanê "xweşkirineke siyasî ye".

"Pir zehmet ku Îran û destekên wê bêhelwêst bin eger ew hatin neçarkirin ku ji navçeyê vekişin, ku navçe li ser rêya ku bo veguhestina çekdaran û çekên Îranî bo Sûrîyayê di Îraqê re tê bikaranîn dikeve," Sincarî got.

Wî daxuyand ku milîsên Îran piştevanîya wan dike, yên ku di awarekirin û tundûtûjîya li hember êlên Ereb ên Şengalê de cih girtine, "xwedan hejmûneke bihêz in li navçeyê, û teqez ew bi hêsanî destberdarî vê hejmûnê nabin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500