Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Pispor dibêjin divê Îraq baskên Ketaib Hizbulah bibire

Faris Omran

Endamine milîsa Ketaib Hizbulah a Îraqî ya alîgira Îranê ye di wêneyeke bê dîrok de ku li ser înternêtê hatiye belavkirin tên dîtin.

Endamine milîsa Ketaib Hizbulah a Îraqî ya alîgira Îranê ye di wêneyeke bê dîrok de ku li ser înternêtê hatiye belavkirin tên dîtin.

Divê Ketaib Hizbulah, milîsa herî tund e ku wekîla Îranê ye û li Îraqê çalak e, were sînordarkirin bo hejmûna Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) were kêmkirin, pisporan ji Diyaruna re ragihand.

Wan dîyar kir ku milîs, ligel komên din ên alîgirê Îranê sûdê ji têkilîya xwe bi Hêzên Heşda Şebî re werdigire daku çalakîyên xwe yên xizmeta acandayên Îranê dikin û ziyanê digihînin berjewendîyên Îraqê bi cih bîne.

Ketaib Hizbulah kete şêweyê xwe yê aniha de di Nîsana 2007an de dema ku pênc komên çekdar ên çalak ji 2003yan ve -- Ketaib Ebû el-fedl el-Ebas, Ketaib Kerbela, Ketaib el-Secad, Ketaib Zêd Ibn Elî û Ketaib Elî el-Ekber -- tevlî bûn.

Ew bûye baskê rejîma Îranî yê herî navdar li Îraqê û sponserê projeyên wê yên dilxwaz e, ên armanc dikin ku aramîy Îraq û herêmê xilûl bikin.

Ketaib Hizbulah û komên din ên Îran piştgirîya wan dike, mîna Hereket Nuceba û Esaib Ehl el-Heq, gelek delîl pêşkêş kirin "ku ew rêzê ji dewleta Îrqaê re nagirin û ne dilsozên welat in", parlementerê Îraqî yê berê Mîsal Alûsî got.

"Li şûn wê ew dilsozên rejîma Welî el-Feqîh [Serkirdeyê Bilind ê Îranê, Elî Xameneî]" ne û fermanan ji Xameneiî û Pasdaran dibin, wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ev milîs Îraqê -- gel û aborîya wê -- dixine xeterîyê de, dema ew şer dikin daku acandayên Îranê bi cih bînin û wan kesên ku eşkere kirinên wan red dikin û destwerdana Îranî şermezar dikin dikijin û direvînin.

Wî got ku divê destûrê nedine van milîsan, bi taybet Ketaib Hizbullah, ku li jêr sîwana Hêzên Heşda Şebî kar bikin, ya divê "ji koman were paqijkirin, komên ku navûdengê wê lewitandin û sûdê jê werdigirin daku armancên xwe û berjewendîyên Îranê bi cih bînin".

Alûsî dîyar kir ku milîsên alîgirê Îranê ti carê ne beşek ji sîstema siyasî ya demokratîk û destûrî ya Îraqî bû, ji ber destûra welat çi dilsozîya ji bilî Îraqê re qedexe dike.

Tevî wê yekê, komên dilsozê Îranê, di nav wan de Esaib Ehl el-Heq bi ser kirdayetîya Qes Xezelî û Rêxistina Bedr, niha beşek ji Hevbendîya el-Fetih in, hevpeymanîyeke parlemanî ye. (Ketaib Hizbulah ne beşek ji vê blokê ye)

Divê rejîma Îranî û wekîlên wê "nas bikin ku ew li Îraqê nayên qebûlkirin", Alûsî anî ziman û bang li hikûmetê kir ku hejmûna milîsan sînordar bike di rêya xwestina ji civaka navdewletî ku fişarê li wan bike.

Wî got ku bi rastî gelek ji van milîsan li ser lîsteyên çavdêrîkirina terorê tên dîtin û daxuyand ku Amerîka Ketaib Hizbulah weke rêxistineke terorîst dabeş kiriye ji sala 2009an ve.

Pêkanîna êrîşan bi fermana Îranê

Ketaib Hizbulah ji alîyê cîgirê serokê Hêzên Heşda Şebî yê berê Ebû Mehdî Muhendis hat damezrandin, ê ku di 3yê Kanûna Duyem de di êrîşeke Amerîkî li Bexdayê hat kuştin, ligel fermandarê Hêza Qudis a Pasdaran ê berê lîwa Qasim Sulêmanî.

Piştî êrîşa asmanî, milîsê dest pê kir êrîşî berjewendîyê Amerîkî û yên hevpeymanîya navdewletî li Îraqê kir li jêr ala komên biçûktir ên ku Ketaib Hizbulah ew weke peredeyeke dukêl bi kar anîn ji bo tawanbarîyê ji serkirdayetîya xwe dûr bike.

Dora 90 êrîşên bi mûşekan berjewendîyên Amerîkî li Îarqê armanc kirine ji Kanûna Duyem ve, di nav wan de hêzên ku li baregehên Îraqê û li balyozxaneya wê ya li Zona Kesk a ewlehîya wê ast-bilind li Bexdayê bi cih in.

Intîfad Qenber serokê Partîya Pêşrojê ya Destûrî ya Îraqî Intîfad Qenber ji Diyaruna re ragihand ku Ketaib Hizbulah beşekî sereke ye ji tora milîsên Îranê, ya ku Pasdaran bi kar tîne daku rûbirûbûna xwe ya ne yekser bi Amerîka û civaka navdewletî re bi rê ve bibe.

Wî got ku kirinên wê Îraq û herêm kirine qadeke şer.

"Îran wekîlên xwe araste dike daku rûbirûbûnê li şûn wê li derveyî erdê wê bikin,"û daxuyand ku milîs bi çek û pereyan tên dabînkirin daku acandayên Îranî bi cih bînin ku Îraqê ber bi haleteke tevlihevîyê ve bibin.

Qenber destnîşan kir ku Ketaib Hizbulah temwîlê werdigire bi rêya têkilîya wê bi Hêzên Heşda Şaebî re, ya ku ji budceya dewletê tê temwîlkirin. Ev yek mûçe lêçûnên girêdayî belavkirin, rahînan û dabinkirinên xwarinê dide ber xwe.

Dora 6 milyar dolar salane ji Hêzên Heşda Şebî re tên terxankirin.

Wî got "tevî wê yekê, milîs bi ya fermanên dewleta Îraqê nakin û ne jî pêbendîya xwe bi Îraqê re dikin". Berevajî wê yekê, ew gefê li aramî û berjewendîyên Îraqîyan dixwin di xizmeta acandayên Îranê de.

Qenber bang kir ku Hêzên Heşda Şebî werin helkirin daku perdeya yasayatîyê ji ser Ketaib Hizbulah û milîsên din ên Îran piştgirîya wan dike di hundirê rêxistinê de rakin.

Wî got ku bê vê gavê "em nikarin rê li ber xeterî û gefa van koman bigirin".

Wî got ku Îran piştgirîya damezrandina Hêzên Heşda Şaebî kir û û milîsên xwe dehf dan ku tevlî refên wê bibin "daku kopîyeke Îraqî ji Pasdaran çêke ku dibe komeke nîvserbazî di artêşa Îraqî de û bi vî awayî ew dê karibe li Îraqê serdest be".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500