Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Îran piştgirîya komine nenaskirî dike bo parastina wekîlên xwe yên serekî yên li Îraqê

Faris Omran

Wêneyekî li ser înternetê hatiye belavkirin endamekî milîsa Usbet el-Sairîn dîyar dike, ku berpirsyarîya armanckirina Kampa Tacî, li bakurê Bexdayê bi mûşekên Katyoşayê di 11ê Adarê de girte ser milê xwe.

Wêneyekî li ser înternetê hatiye belavkirin endamekî milîsa Usbet el-Sairîn dîyar dike, ku berpirsyarîya armanckirina Kampa Tacî, li bakurê Bexdayê bi mûşekên Katyoşayê di 11ê Adarê de girte ser milê xwe.

Pisporên Îraqî dibêjin ku koma Îraqî ya nû ya ku êrîşên li dijî berjewendîyên Amerîkî girtine ser mikê xwe bi tenê perdeke ji dumanê ye ku hatiye çêkirin bo bêrîkirina milîsên hêzdar, ên ku Îran piştgirîya wan dike, yên êrîşan pêk tînin.

Usbet el-Sairîn (Hevgirtina Şoreşgeran) yekem car derkete holê dema wê berpirsyarîya xwe ji êrîşekêroja 11ê Adarê angaşt kir, dema18 rokêt li baregeha Tacî ketin, ku du karmendên serbazî yên Amerîkî û leşkerekî Berîtanî kuştin.

Piştî sê rojan, barîneke ji 33 mûşekên katyoşayê careke din li Tacî da gelek qurbanî encam dan, berpirsên hevpeymanîya navdelwtî û yên Fermandarîya Operesyonên Hevbeş ragihandin.

Di 8ê Nîsanê de, milîsê vîdyoyekî avahîya balyozxaneyê li Bexdayê û li baregeha Eyn Esed li rojavayê Enbarê belav kir, ku ji asmana bi doronekê hatibû kişandin.

Ew hevrê bû bi gefên tolhildanê ji ber mirina Generalê Îranî yê mezin Qasim Sulêmanî û Ebû Mehdî Muhendis, ên ku di êrîşeke asmanî ya Amerîkî de di despêka vê salê de hatin kuştin.

Enîyên ji alîyê Îranê ve hatine çêkirin

Şeş komên ku berê kes bi navên wan nebihîstibû êrîşine heman li dijî berjewendîyên Amerîkî li jêr slogana "berxwedana Îslamî" di van mehên dawî de girtine ser milê xwe.

Ti serkêşîya dîyar ji Usbet el-Sairîn an ti komên nû yên din re derneketine, lê gelek caran operasyonên wan serenavên mezin in li ser mîdyaya Îranî yan kenalên mîdyayê yên girêdayî milîsê.

Ev yek têgiha ku dibêje ku ev kom hatine çêkirin tenê weke alavine mîdyayê da ku guman ji ser milê milîsên navdar biguherin piştrast dike, ku îroj bûye beşek ji dêmenê siyasî li Îraqê.

Komên nû ji Seraya el-Munteqim (Fewcên Tolhildêran), Qebdet el-Mehdî (Kulma Mehdî) û Eshab el-Kehf (Xelkê Şkeftê) pêk tên, ku berpirsyarîya teqandina teqemenîyên bidestçêkirî li ser rêyên ku ji alîyê karwanên hevpeymanîya navdewletî ve têne bikaranîn girtin se milê xwe.

Wî got ku hebûna van koman " tune ye", şirovekarê siyasî û lêkolîner Ebdul Qadir Nayil got. Tawanbarên rast ên li pey êrîşan Ketaib Hizbulah, Hereket Nuceba û Esaib Ehl el-Heq in -- komên alîgirên Îranê yên herî tund.

Îran mecbûr bû ku navên komine ku berê behsa wan nehatiye kirin belav bike "da ku wekîlên xwe yên sereke ji berpirsyarîyê zêdekirina êrîşan li ser misyon û berjewendîyên Amerîkî û yên biyanî yên din bibexşîne û wan ji tolhildana ji alîyê Waşintonê ve biparêze", wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî anî ziman ku Usbet el-Sairîn û komên din "komine bo xapandinê ne" ji alîyê rejîma Îranî ve hatine çêkirin daku hejmûna xwe biparêze û da ku kontrola xwe li ser komên çete li Îraqê yên dikarin ecindeyên wê bi cih bînin nîşan bide.

Bikaranîna Îraqê weke xaleke destpêkirina êrîşan

Zêdekirina êrîşan ji alîyê van koman ve, li jêr birêveberîya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran), "nîşanine xeternak in derbarê xebatên Îranê da ku Îraqê bike qadeke rûbirûbûnê bi civaka navdewletî re", Nayil got.

Wî got ku herwiha ev yek dîyar dike ku ev milîs berdewam dikin da ku xizmeta Îranê bikin "li ser hisabê pêşeroj, aramî û ewlehîya welatê xwe".

Lê pisporê siyasî Xanim Ebid got ku Usbet el-Sairîn û milîsên ku nû derketine holê dibe ku ne komên bo xapandinê bin, lê dezgehine çekdar bin ku ji alîyê Îranê ve hatine çêkirin ku "bijardeya bijardeyan" araste dike.

Wî got ku tiştê dihêle ku Îran van komên nû çêke yên ku ji endamên bijarte ji wekîlên wê yên sereke li Îraqê pêk tê bi birêveberîya Ketaib Hizbulah, xwesteka wê ye ku kesayetên bawerîya wê bi wan tê û dilsozîya wan misogerkirî ye tecnîd bike.

Wî got ku bi rêya bikarnaîna komên mîna Usbet el-Sairîn, Îran "hewl dide ku rûbirûbûnê bi Amerîkayê re li ser xaka Îraqî zêde bike" daku sûdê ji wê yekê wergire di giftûgoyan de ji bo ku dorpêçkirina aborî ya li ser hatiye sepandin sivik bike.

Milîsên girêdayî Îranê yên li Îraqê kar dikin "tenê alavek in di destên Serkirdeyê Bilind yên Îranê de, Pasdaran û hewalgirîya Îranî de", Xazî Fêsel Husên, şêwirmendekî Navenda Îraqî bi Lêkolînên Stratejîk got.

Îran van wekîlan bi kar tîne daku projeya xwe ya hinardekirina şoreşa xwe bi cih bîne û serdestîya xwe li ser herêmê bisepîne "bi rêya gurkirina tundî û tevlihevîyê û parçebûna tayifgerî û belavkirina qaçaxîya çek û narkotîkê û şûştina pereyan", wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku mîdyaya girêdayî Îranê agahîyan derbarê milîsên nû belav dike da ku çalakîyên wekîlên xwe yên tund kamuflaj bike û veşêre, ên ku tevî ku ew derbasî qada siyasî bûne, lê hîn ew gefa li serwerîya Îraqê û berjewendîyên welatîyên Îraqî dixwin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500