Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Milîsên Îran piştgirîya wan dike aramîya Îraqê lawaz dikin û Îraqîyan bi hêrs dike

Faris Omran

Pencereyeke şkestî li malekê li Zona Kesk li Bexdayê tê dîtin piştî ku mûşekeke Katyoşayê lê da di 16ê Îlonê de. [Wêne li ser medyaya civakî hatiye belavkirin]

Pencereyeke şkestî li malekê li Zona Kesk li Bexdayê tê dîtin piştî ku mûşekeke Katyoşayê lê da di 16ê Îlonê de. [Wêne li ser medyaya civakî hatiye belavkirin]

Milîsa Ketaib Hizbulah a Îraqî ya Îran piştgirîya wê dike gefê li ewlehîya Îraqîyan û aramîya welatê wan û berjewendîyên wê yên stratejîk dixwe, pisporan ji Diyaruna re got.

Ji Çaxê terorkirina ceneralê Îranî yê payebilind Qasim Sulêmanî, Ketaib Hizbullah Îran piştgirîya û alîgirên wê, nemaze Usbet el-Sairîn û Ashab el-Kahf, bi awayekî dubare Zona Kesk li Bexdayê bi mûşekên Katyoşayê armanc kir.

Êrîşan nerazîbûn û hêrsa gel a li hember Ketaib Hizbulah û Usbat el-Sairîn di çend mehên borî de gur kir.

Niştecihê Bexdayê Ebû Wîsam ji Diyaruna re ragihand ku milîs û alîgirên wê "tawanbar in ên ku jîyana kesên bêgunih armnc dikin û wêranîyê belav dikin".

Agir bi baregehên Partîya Demokrat a Kurdistanê dikeve di 17ê Cotmehê de. [Wêne ji mîdyaya civakî hatiye wergirtin]

Agir bi baregehên Partîya Demokrat a Kurdistanê dikeve di 17ê Cotmehê de. [Wêne ji mîdyaya civakî hatiye wergirtin]

Wî got ku ew xizmeta Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) dikin ne xizmeta Îraqê dikin û êrîşên wan li ser sivîlan delîl in li ser hovîtîya wan.

Êrîşên li ser Zona Kesk li Bexdayê, ya ku sivl û leşker tê de hatin kuştin, balefirxane û baregehên serbazî armanc kirin.

Heft endam ji malbatekê hatin kuştin dema du mûşek li ser mala wan ketin li bajarokê Redwanîyayê yê çandinî nêzî balefirxaneyê di Îlonê de.

Hêrsa ji milîsên Îran piştgirîya wan dike

Îraqî bi hêrs in li hember tundûtûjî û tevlihevîya ku milîsên Îran piştgirîya wan dike li welatê wan çê dikin, Ebû Wîsam ji Diyaruna re ragihand.

Şêx Muzahim Huwêt, peyvdarê êlî li Nînewayê, ji Diyarunare got ku milîsên Îran piştgirîya wan dike, bi taybet Ketaib Hizbulah û Usbet el-Sairîn, rastîya xwe ji gelê Îraqî re dîyar kir.

"Hejmûna herêmî û jîngeha alozdar ku ew li Îraqê çêdike ew ya ku hewcedarîya Îranê pê heye daku xwe ji rûxanê biparêze," wî.

Huwêt got ku Ketaib Hizbulah gelek kirinên tund li dijî Îraqîyan pêk anîn ji dema damezrandina wê di 2007an de li jêr serperiştîya serkirdeyên Pasdaran û Hizbulaha Lubnanî.

Ketaib Hizbulah li pey revandin û windabûna bi hezaran ji niştecîyên Pira Bzebiz, Rezaza, Deştên Nînewayê û parêzgehên Selahedîn û Kerkûkê bû. Ew berdewam Îraqîyan armanc dike di rêya operasyonên orgenîzkirî re û daku ziyanê bigihîne Hêzên Heşda Şaebî, Wî got.

Aramî ''bi helikirina milîsan ve girêdayî ye''

Şirovekarê siyasî Ebdul Qadir Nayil ji Diyaruna re got dibe ku Îraq aram be eger hemû komên dilsozê Pasdaran û Hizbulaha Lubnanî werin qedexekirin û ji welat werin derkirin.

Wî got ku ev kom di nav wan de Ketaib Hizbulah û komine din ên xwe dane pêş daku çalakîyên xwe yên teror veşêrin, mîna Usbet el-Sairîn û Ashab al-Kahf û Seraya el-Munteqim.

Wî got ku hejmareke fermandarên Pasdaran, herwiha dora 60 endamên Hizbulaha Lubnanî, hewalgirîya van koman û operasyonên rahînanê bi rê ve dibin.

Li gorî Nayil, Ketaib Hizbulah û komên wê devera Cerf el-Sexr, li başûr û rojavayê Bexdayê weke baregehekê bi kar tînin û di payeyên bilind di yekîneyên hestyar ên Hêzên Heşda Şaebî de cih digirin, di nav de beşên hewlgirî û yê mûşekan.

"Ev kom hewl didin ku azadîyê bifetisînin di rêya kirinên mîna şewitandina baregehên kenalên satelayt ên Dijlah TV and MBC ya Îraqê," wî got.

Wî got ku herwiha wan baregeha Partîya Demokrat a Kurdistanê di 17ê Cotmehê de şewitand piştî serkirdeyê partîyê Hoşyar Zîbarî xwest ku ew milîs ji Zona Kesk were derkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500