Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Milîsên Îran piştgirîya wan dike sûdê ji Hêzên Heşda Şaebî werdigirin bo pêkanîna êrîşên bi mûşekan

Hesen Obêdî li Bexdayê

Endamine Hêzên Heşda Şaebî di leşkernameyeke şînî de bo Wîsam Elyawî dimeşin, fermandarekî serkirde yên Esaib Ehl el-Heq a ku beşek ji Heşda Şaebî ye, li Bexdayê di 26ê Cotmeha 2019an de. Baregehên Esaib Ehl el-Heq li parêzgeha Meysanê ya li başûr û rojhilatê Îraqê di 25ê Cotmehê de hat şewitandin, û fermanderê serkirde yê rêxistinê û birayê xwe hatin kuştin, piştî ku ji alîyê xwenîşanderan hatin êrîşkirin. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Endamine Hêzên Heşda Şaebî di leşkernameyeke şînî de bo Wîsam Elyawî dimeşin, fermandarekî serkirde yên Esaib Ehl el-Heq a ku beşek ji Heşda Şaebî ye, li Bexdayê di 26ê Cotmeha 2019an de. Baregehên Esaib Ehl el-Heq li parêzgeha Meysanê ya li başûr û rojhilatê Îraqê di 25ê Cotmehê de hat şewitandin, û fermanderê serkirde yê rêxistinê û birayê xwe hatin kuştin, piştî ku ji alîyê xwenîşanderan hatin êrîşkirin. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Milîsên Îran piştgirîya wan dike, bi berfirehî gazin ji wan dibe ji ber êrîşên vê dawîyê yên bi mûşekan li ser cihên serbazî û dîplomatîk yên biyanî li Îraqê, heta asteke mezin dikarîbûn êrîşên mîna van bi cih bînin di rêya sûd wergirtina ji rewşa xwe weke endamên Heşda Şaebî, berpirsan got.

Wan got ku milîsên berpirs derbarê avêtina mûşekên Katyoşayê li ser Zona Kesk a Bexadyê kertên nasnameyên Heşda Şaebî û navgînên wan bi kar anîn daku ji pişkinîna ji alîyê Hêzên Îraqî xwe vedizin.

Berpirsan bang bo lêvegerîneke tevgîr ji Heşda Şaebî re kir daku cudahîyê bixine navbera wan kesên ku di şerê li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞê) beşdar bû bo berjewendîyên Îraqê û wan kesên ku Heda Şaebî weke sîwanekê bi kar tînin bo ecindeyên xwe yên bi sponserîya Îranê.

Heşda Şaebî li ser bingeha fetweya ku di Hezîrana 2014an de ji alîyê lêvegerîna Şîiî ya bilind a Îraqê, Elî Sîstanî hat weşandin hat damezrandin, daku li hember gefa DAIŞê derkevin.

Lê milîsên Îraqî yên hevalbendên Îranê û weke beşekî ji Heşda Şaebî kar dikin vê dawîyê sûd ji beşdarbûna xwe di şerê li dijî DAIŞê wergirt daku hejmûn û desthilatdarîya xwe li Îraqê bi hêz bikin.

Li gorî berpisekî bilind ê Wezareta Karê Hundir, peygerînên ku ji alîyê ajansên hewalgirîya Niştimanî ya Wezaretê hat bicihanîn teqez kir ku du êrîşên vê dawîyê li ser Zona Kesk û baregeha Besmayayê ji alîyê çekdarên ku di xalên pêşkinînê yên ewlehî re bê astengî derbas bûn hatin bicihanîn.

Çekdaran nasnameyên Heşda Şaebî hildigirtin û di navgînên ku logoya Heşda Şaebî li ser wan bû çûnûhatin dikirin, wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku "ev bi xwe ye tiştê ku di rêya destnîşankirina nasnameya van koman û girtina wan de disekine û daku nehêlin careke din êrîşên mîna van biqewimin".

Qedexekirina komên çekdar

Milîsên Îran piştgirîya wan dike mîna Ketaib Hizbullah, Esaib Ehl el-Heq, Hereket Nucebaa, Seraya Xurasanî û milîsine din, "bûne rûwê terorîzmê yê duwem li Îraqê", serokê Partîya Pêşeroja Destûrî ya Îraqî Intifad Qenber ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ew rîskeke mezin çêdikin "ji ber ew sîwana fermî yan a hikûmî bi kar tînin daku ajandayên xwe yên dawîya dawî Îranî ne, ne Îraqî ne bi cih bînin".

Qenber dîyar kir "şanên Katyûşayê" weke çawa li Îraqê tên naskirin, li jêr sîwana Heşda Şaebî kar dikin, a dihêle ku karibin derbasî deverên hestyar mîna Zona Kesk, baregehên hikûmetê û heta baregehên serbazî bibin û wan armanc bikin.

Wî daxuyand ku ji ber vê yekê pêwîst e ku em vegerine benda 9ê ji Destûra Îraqê, ya hebûna komên çekdar ji bilî hêzên serbazî û yên polîs ên Îraqî qedexe dike.

Wî got ku "tiştê kambax ew e ku ew mûçeyan ji dewleta Îraqî werdigirin û tevî wê yekê jî ew sazîyên dewletê bombebaran dikin".

Wî got ku rewşa Heşda Şaebî a aniha "gefekê li ser dewleta Îraqî û ewlekarîya neteweyî çêdike" û anîn ziman ku divê careke din rewşa wan ber çav bibin daku Îraq bibe "dewleteke bikêr".

Tîrmeha borî, hikûmetê ferman da ku hemû komên çekdar tevlî artêşa Îraqî bibin, di nav wan de endamên Heşda Şaebî, ji wan hat xwestin ku hemû têkilîyên xwe bi kesayetên siyasî an bi milîsên xwe yên berî re qut bikin. Lê wan koman berdewam kir bi awayekî eşkere biryarên hikûmetê red kirin.

"Dijminekî veşartî"

Endamê Şepêla Sivîl a Îraqî Husam Sefar got aniha hikûmet rastî berhengarîyeke ewlekarî tê ku mezintire ji berhengarîya ku DAIŞê çêdike, "ji ber dijmin li vê derê nepenîkirî ye û siyaseta lawazkirina dewletê, qanûn û pergalê dişopîne".

"Di du mehan de, me kuştin, revandin, bombebarandina bi mûşekan û teqînên bi teqemenîyên bidestçêkirî û daxuyanîyê geflêxwarinê dîtin," wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ev kirarên ji alîyê milîsan ve hatin bicihanîn di rêya bikaranîna samanên dewletê, di nav wan de navgîn, çek û kertên nasnameyan bo xizmeta ecindeyên Îranê li Îraqê.

"Divê hikûmet û partîyên siyasî mikur werin ku nexweşîyek di hundirê Heşda Şaebî de heye û divê were dermankirin," Sefar got.

Wî got ku sedema ku ew kesên li pey êrîşên bi mûşekan, kuştin û revandinê ne heya aniha nehatine muhasebekirin "ji ber ew angaşt dikin ku ew beşek ji ajansên ewlekarî ne, lê bi rastî ew ne wilo ne".

Hikûmetên berê barekî giran li ser milên hikûmeta aniha hişt, pisporê kar û barên Îraqî yê karkenar eqîd Ehmed Ebas Taî ji Diyaruna re got.

Wî got ku divê hemû hêzên siyasî piştgirîya hikûmetê bikin bo dîtina rêyekê bo aramkirina rewşê ji ber Heşda Şaebî "aniha milîsên bo Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) kar dikin dihundirîne".

Wî got ku destên van milîsan di tawanên mîna revandin, kuştin û geflêxwarinê li dijî xwenîanderên sivîl de heye, "ji bilî ku destên wan di gendelîya darayî û tunûtûjîya tayifgerî de jî heye".

Piranîya gelê Îraqî îroj "dixwazin ku çareserîyekê ji vê pirsgirêkê re bibînin, wekî din ew dê weke tûmorekî mezin bibe ku dê zekmet be were jêkirin", Taî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500