Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hevdem ligel serdana wezîrê derve yê Îranê bo Bexdayê êrîşeke bi mûşekan a kêmpeyda danê sibê pêk hat

AFP

Di vê wêneyê de balyozxaneya Amerîkî di Çemê Feratê re li Bexdayê roja 3yê Kanûna Duyem tê xuyakirin. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Di vê wêneyê de balyozxaneya Amerîkî di Çemê Feratê re li Bexdayê roja 3yê Kanûna Duyem tê xuyakirin. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Êrîşeke bi mûşekan a kêmpeyda li Herêma Kesk a Bexdayê Yekşemê (19ê Tîrmehê) pêk hat, ku Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf bi berpirsine Îraqî yên payebilind re civîyabû.

Çavkanîne ewlehî ragihandin ku herî kêm du mûşek li derveyî balyozxaneya Amerîkî ya li Herêma Kesk a xwedî ewlehîyeke gelek ketin.

Diplomatine ku li wê derê bûn dîyar kirin ku wan dengê zemûrên hişyarîyê heya piştî êrîşê bi saetekê jî dibihîstin.

Pergala parastina mûşekî ya balyozxaneyê ya ji cureya C-RAM nehat bikaranîn, belkî ji ber rêya mûşekan dîyar dikir ku ew dê li derveyî balyozxaneyê bikevin.

Bi dehan êrîşên bi mûşekan dezgehên Amerîkî yên serbazî û diplomatîk ji Cotmehê ve kirine armanc, lê her tim piştî nîvê şevê pêk dihatin.

Vê carê, êrîş piştî nîvrojê pêk hat ku diplomatekî Îranî yê payebilind hevdîtin bi berpirsine Îraqî yên payebilind re li nêzî wî cihî pêk tanî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500