Terorîzm

Milîsên hevalbendên Îranê hemû milîsên Heşda Şaebî xistine xeterê de

Hesen Obêdî li Bexdayê

image

Milîsên Îran piştgirîya wan dike li Necefê meşeke şînê bi cih tînin bo çekdarekî ku li Sûrîyayê di Îlona 2017an de hatiye kuştin. [Dosya]

Hêrsbûn di nav komên cemawerî û olî de li başûrê Îraqê zêde dibe ji ber berdewambûna bikaranîna Îranê ji milîsên Hêzên Heşda Şaebî re daku hejmûna xwe berfireh bike û berjewendîyên Amerîkî armanc bike, lo gorî siyasetmedar û çavdêrên Îraqî.

Ev parçebûnekê di hundirê Hêzên Heşda Şaebî de diyar dike, di navbera milîsên didine dûv hikûmeta Îraqî û lêvegera olî li Necefê û ew milîsên dilsozê Îranê û Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) ne.

Hêzên Heşda Şaebî li ser binegeha fetwayeke ku di Hezîrana 2014an de ji alîyê Lêvegera Bilind a Şîeyan, Elî Sîstanî ve hat derxistin hatin damezrandin, Husên Muhemed Kazimî, pisporekî di warê karûbarên olî de li bajarê Necefê, got.

Fermana Sîstanî bang li Îraqîyan kir ku li dijî berfirehbûna lezgîn a "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) derkevin, wî ji Diyaruna re ragihand.

image

Îraqî di meşeke şînê de bo çekdarekî ku li Sûrîyayê hat kuştin tên dîtin di Îlona sala 2017an de li parêzgeha Necefê . [Dosya]

Lê milîsên Îraqî yên hevalbendên Pasdaran ên weke beşekî ji Hêzên Heşda Şaebî kar dikin vê dawîyê sûd ji beşdarbûna xwe di şerê li dijî DaIŞê wergirtin daku hejmûna xwe li Îraqê xurt bikin, Kazimî got.

Piştî mirina Fermandarê Feyleqê Qudis a Pasdaran Qasim Sulêmanî, qelşek di navbera milîsên Hêzên Heşda Şaebî dest pê kir fireh dibe.

Wî got ku milîsên el-Etebe el-Muqedese, yên çekdarên wê ji Necef û Kerbelayê ne, vê dawîyê têkilîyên xwe bi Hêzên Heşda Şaebî re qut kirin weke hewldanekê daku xwe dûrî milîsên Îran piştgirîya wan dike bixin, yên didine pey rêberê bilind Elî Xemaneî.

Ji wî çaxî ve ew tevlî hêzên Îraqî hatine kirin.

Redkirina hejmûna Îranê

Komên serbazî yên nefermî yên el-Etebat el-Muqedese "red dikin ku bikevine dijberîyeke têkçûyî de bi Amerîkayê re ji bo berjewendîyên Îranê li ser xaka Îraqê, ku tenê Îraq û gelê Îraqê dê ên ziyandar bin", Kazimî got.

Pêleke nerazîbûnê li Necef û Kerbelayê heye ku bireke mezin ji Hêzên Heşda Şaebî "bûye alaveke siyasî ya çekdar a Îranî daku li dijî Amerîkayê derkeve, tevî ew dizanin ku ev rêyeke binketî ye", wî şirove kir.

Wî balkişand ser helwesta Amerîkayê li hember bombebarankirina di nîvê meha Adarê de li ser baregeha cewî ya Tacîyê li bakurê Bexdayê, cihê ku hêzên Amerîkî û Berîtanî lê ne, ku wê pênc sazîyên çekan ên ku Ketaib Hizbulah wan bi kar tîne armanc kirin.

Wî teqez kir ku bûyera Tacî eşkere kir ku Îran milîsên ew piştgirîya wan dike bi kar tîne daku xizmeta berjewendîyên wê yên taybet bike, ne xizmeta berjewendîyên Îraqê.

Ev milîs didine dûv fermanên ku yekser ji Îranê tên, ji ber vê yekê dema Îranê xwest ku rewşê aloz bike, wan aloz kir, serokê Partîya Pêşeroja Destûrî ya Îraqî Intîfad Qenber ji Diyaruna re ragihand.

Wî destnîşan kir ku milîsên ku Îran piştgirîya wan dike balyozxaneya Amerîkî, baregehên mêvandarîya hêzên Amerîkî dikin û kompanîyên li Besra û Bexdayê kar dikin armanc kirin.

"Îroj, Tehran hewl dide ku rêkeftinekê çê bike û bi Amerîkayê re bikeve giftûgoyan de, ku ew hewl dide ku berbijarîyan pêşkêş bike," wî şirove kir.

Wî anî ziman ku rejîma Îranî milîsên li Îraqê weke kerteke siyasî bi kar tîne û ew dê dest ji wan berde eger ew bi Amerîkayê re bigihe rêkeftinekê.

Parçebûn di hundirê Hêzên Heşda Şaebî de

Êrîşên li ser armancên Amerîka û hevpeymanîyê yên ji alîyê milîsên Îran piştgirîya wan dike tên bicihanîn "dê xisarên aborî, siyasî û darayî bigihînin Îraqê", endamê Şepêla Sivîl a Îraqî Husam Sefar ji Diyaruna re ragihand.

Ev milîs baş dizanin ku ew "dê di şerê li dijî Amerîkayê de têk biçin û 1% delîva serkeftinê tune ye", wî got û teqezkir ku serkirdeyên hin milîsên Hêzên Heşda Şaebî "qebûl kirin ku çekdarên xwe bavêjin nav agir bo berjewendîyên Îranê".

Wî da zanîn ku Hêzên Heşda Şaebî di nav du koman de parçe bû, di navbera el-Etebe el-Muqedese, ya ku dide dûv fermanên hikûmeta Îraqî û desthilatdarîya olî ya Necefê û komên dilsozên Îranê de.

Ev komên dawî "weke alavên Îranî li hember Îraqîyan derketin", Sefar got.

Ji ber vê yekê, dema ku Amerîkayê cihên çekan armanc kirin, "piranîya Îraqîyan piştgirîya lêdanê kir û ew weke gaveke girîng ber bi bidawîkirina desthilatdarîya ku milîs dikin dît, yên ku gefê li desthilatdarîya dewletê û qanûnê dixwin", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500