Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Berpirs: Milîsek gefê li seqamgrîya Deşta Nînewayê dike

Hesen Obêdî li Bexdayê

Cîgirê serokê Heşda Şaebî Ebû Mehdî Muhendis (li ortê) bi serokê Lîwayê 30ê Waed Qado (rast) tê dîtin di vê wêneya ku di malpera fermî ya Lîwayê 30ê de di 9ê Tebaxa 2019an de belav bûye.Muhendis di 3yê Kanûna Duyem a 2020an hat kuştin, di êrîşeke asmanî ya Amerîkî de li Bexdayê. Qado bi binpêkirinên mafên mirov ji hêla Wezareta Xezîneyê ya Amerîkî ve tên tawanbarkirin.

Cîgirê serokê Heşda Şaebî Ebû Mehdî Muhendis (li ortê) bi serokê Lîwayê 30ê Waed Qado (rast) tê dîtin di vê wêneya ku di malpera fermî ya Lîwayê 30ê de di 9ê Tebaxa 2019an de belav bûye.Muhendis di 3yê Kanûna Duyem a 2020an hat kuştin, di êrîşeke asmanî ya Amerîkî de li Bexdayê. Qado bi binpêkirinên mafên mirov ji hêla Wezareta Xezîneyê ya Amerîkî ve tên tawanbarkirin.

Bespirsên deverê dibêjin ku milîsa Heşda Şebek berdewam e di rêgirtina li ber vegera tam a seqamgîrîyê û ewlehîyê bo Deşta Nînewayê,tevî xebatên li dar ên hikûmeta Îraqî û rêxistinên navdewletî.

Heşda Şebek, a ku li parêzgeha Nînewayê li Îraqê serdest e, ser bi Lîwayê 30ê yê Heşda Şaebî ye.

Sala par, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê siza li ser fermandarê Lîwayê 30ê,Waed Qado (Ebû Caefer Şebekî sepand) weşand ji ber pêkanîna "binpêkirinên mafên mirov û gendelîyê" li dijî xelkê.

"Xelkê sivîl dibêjin ku Lîwayê 30ê berpirsyar e ji gelek tawanên kirêt, di nav de êşkence, talankirin, revandin û destdirêjîya sêksî," Xezîneyê di 18ê Tîrmehê de ragihand.

Endamên Lîwayê 30ê di vê wêneyê de dîyar dibin, ku di malpera fermî ya milîsê de hatiye belavkirin.

Endamên Lîwayê 30ê di vê wêneyê de dîyar dibin, ku di malpera fermî ya milîsê de hatiye belavkirin.

Şirovekar dibêjin ku tevî xebatên rawestandina zordarîya milîsan a li hemberî xelkê, milîs berdewam in di hêdîkirina berdestbûna aştîyê de.

"Astengekî mezin ji aştîyê re"

Heşda Şebek, ligel milîsên Ketaib Îmam Elî, Ketaib Hizbulah û Seraya Xoresanî,rêgireke mezin in li ber çespandina aştîyê û vegera awareyan bo Deşta Nînewayê, berpirsekî payebilind ê parêzgeha Nînewayê ji Diyaruna re ragihand, bi mercê ku navê wî neyê eşkerekirin.

Wî got ku ji ber gelemşe û kaosa li Bexdayê ji ber pirsa pêkanîna hikûmeta nû û xwenîşandanên li dar, kes baldarîyê nade binpêkiirnên ku ev milîs li dijî xelkê pêk tînin.

Wî got ku ev yek bertengkirina li ber azadîyên kesane û yên giştî li Deşta Nînewayê, ferzkirina bacan û girtina li ser malan bêyî hebûna rêdanên dadgehê dihundirînin.

Wî da zanîn ku polîs lêpirsînê dike di cihgirtina milîsan di revandina sivîlan de bo bi destxistina pereyan.

Bi dehan awareyên Deşta Nînewayê xwenîşandanek roja 6ê Sibatê li dar xist boşermezarkirina rewşa îroyîn a nebûna yasayê û binpêkirinên milîsan.

Xwenîşandanek li ser rêya serekî ya di navbera Duhok û Mûsilê de hat lidarxistin ku Kurd, Êzîdî, Musilman û Turkmen tê de beşdar bûn, ên ku pankartên ku doz dikin ku ew milîs ji deverên wan werin derxistin hatin bilindkirin, li gorî mîdyaya navxweyî.

Xwenîşanderan milîs bi têkdana ewlehîyê gunehbar kirin û gotin ku ew xeterîyeke mezin li ser hevjîyana aştîyane ya di navbera komên olî û etnî yên ku pêkhatîyên Deşta Nînewayê pêk tînin dirust dike.

Zordarî li dijî sivîlan

Endamê parlemanê Îraqê Muhemed Ebid Rebo, yê ku nûnerekî Nînewayê ye li parleman, ji Diyaruna re ragihand ku wî bi xwe zulm li ser destê milîsan dîtiye.

"Texmîn bike xelkên normal divê çi rewşê jîyan bike," wî got.

"Ez çûm bo xanîyekî li Deşta Nînewayê bi kirê bigirim, wan [milîsan] mercên xwe ferz kirin û heta destêwerdan di girêbestê de jî kirin," wî got. "Wan karê min asteng kir ji ber ku ew naxwazin ku tu kes kiryarên wan eşkere bike."

"Hikûmetê fermanek der xist ku tê de ji komên çekdar xwest ku ji hemû bajar û deverên niştecihbûnê vekişin û hêzên ewlekarîyê ewlehîyê biparêzin," wî got.

"Lê hinek ji van koman hîn xwe vedidizin û qebûl nakin ku biryarê bi cih bînin."

Rêxistinên NY û rêxistinên navdewletî yên din neçar bûn ku rêxistinên xwecihî bi pêkanîna projeyên xwe erkdar bikin, ji ber ku karmendên wan rastî bertengkirinan dihatin her dema ku wan serdana bajarên Deşta Nînewayê dikir, endamê berê yê encumena parêzgeha Nînewayê, Ehmed Hemdanî ragihand.

"Deverên li jêr kontrola polîs û artêşê pir aram in, û deverên li jêr kontrola komên çekdar hîn ne seqamgîr û arman in," wî ji Diyaruna re got.

"Me bêrîya xaka xwe kiriye"

şênîya ji Deşta Nînewayê awarebûyî bi navê Neîma Yeqûb, 49, ku aniha ew tev mêrê xwe li taxa EynKawa a Hewlêrê dijî, ji Diyaruna re ragihand ku ew dixwaze vegere mala xwe, "lê hebûna milîsan li wir dihêle ku ew der ne rihetbar be".

Yeqûb got ku ew û mêrê xwe Adara borî vegerîyan bo fehskirina rewşê, lê wan dît ku wan milîsan xalên pişkinînê ava kirine, û ferman li wê kirin ku hicabekê li xwe bike û ji otombîlê peya bibe bo ew wê pişkinîn bikin.

"Em bêrîya xak, dever, mal û taxên xwe dikin, lê aniha em nikarin biçin wan," wê got.

"Milîsa Şebek dixwaze dest deyne ser zevîyan, pere û çekan li Deşta Nînewayê, bi piştgirîya Îranê, li ser hesabê xelkê wê yên resen," lêkolînerê di warê Îraqê de, Mueyed Cuhêşî ji Diyaruna re ragihand.

Wî da zanîn ku fermandarê Lîwayê 30ê waed Qado tevlî qaçaxîya dermanên hişbir û nefta xav ji zevîyên neftê yên Nînewayê dibe, û milîtan cihên şûnwarî yên Aşûrî û dêr û kenîseyên din ên kevinar talan dikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

4 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ev derew e û vavlkirêtkirin e li dijî Heşda Şaebî.

BERSIV BIDE

Ev ne rast e; bi temamî derew e. Ji xwe şerm bikin! Bila xelk were û bibîne çawa xelkê Deşta Nînewayê bi aştîyane û bi selametî dijî. Nivîser babetê bê rûmet e ji ber ku ew derewan dike û xwe ji rastîyê dûr dike. Silav.

BERSIV BIDE

Ev agahî ne rast e. Rast e ku malbat û alîgirên endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) rê ji wan re nehatiye dayîn ku vegerin. Kesên din, ew bi aştîyane bi hev re li Deşta Nînewayê dijîn. Yên ku dixwazin piştrast bibin dikarin serdana Deşta Nînewayê bikin û bibînin ku çawa Kurd, Ereb, Turkmen, Şebek û Xiristyan bi hev re bi aştî û selametî dijîn. Raporta we li ser bingeha çîrokên endamên DAIŞê û derewên wan hatiye rîstin.

BERSIV BIDE

Ev nûçe ne rast e û çêkirî ye. Bi tenê malbatên endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û hevalbendên wan rê ji wan re hatiye dan ku vegerin. Lê yên din, ew hîn li Deşta Nînewayê ne, û kî bixwaze piştrast bibe dikare serdana Deşta Nînewayê bike û bibîne ku çawa Kurd, Ereb, Turkmen, Şebek û Xiristîyan bi hev re bi aştîyane dijîn. Raporta we li ser bingeha çîrokên DAIŞîyan û derewên wan e.

BERSIV BIDE