https://diyaruna.com/kmr/articles/cnmi_di/features/2020/03/17/feature-03

Siyaset |

Îraq Serokwezîrekî nû bi nav dike dema ku mûşek li baregeheke ku mêvandarîya hêzên biyanî dike didin

AFP

image

Ev wêneya ku di 13ê Adarê de hatiye kişandin şûna kortikekê dîyar dike piştî êrîşên Amerîkî li ser zoneke serbazî li devera Cerf el- Sexr li parêzgeha Babilê ya Îraqê ya li jêr kontrola Ketaib Hizbulah a ku Îran piştgirîya wê dike, weke bersiv li ser avêtina mûşekê li dijî baregeheke Îraqî şeva berî wê karmendekî serbazî yê Brîtanî û du karmendê serbazî yên Amerîkî kuştin. [AFP]

Serokê Îraqê Sêşemê (17ê Adarê) parêzgarê Necefê yê berê Ednan Zurfî weke serokwezîrê nû bi nav kir, ew hat erkdarkirin ku hukmê dewleteke ku rast xwenîşandên li kolanan li dar in, tevlihevîya serbazî û aniha nexweşîya veyrûsê korinayê ya nû hatiye.

Destnîşankirin di demekê de hat piştî du mûşek bi ser baregeheke serbazî ya Îraqî de ya ku mêvandarîya hêzên NATO û hevpeymanîya navdewletî dike hatin avêtin, ev êrîşa sêyem e di heftîyekê de, bê ku ti qurbanî hebin li gorî berpirsên serbazî.

Endamê Parleman Zurfî, parêzgarê berê yê bajarê Necefê û endamê partîya Dawayê ye, partîya ku demeke dirêj li dijî zordarê berê Sedam Husên bû.

Serok Berhem Salih got ku wî Zurfî destnîşan kir bo şûna serokwezîrê berê Adil Ebdul Mehdî bigire, yê ku di Kanûna Yekem de dest jê berda, dema ku Îraq li ber pêleke xwenîşandanên li dijî hikûmetê yên ku berî vê çênebûne çû.

image

Bexda dê bikeve qedexekirina derketinê ya bo şeş rojan di saet 11ê bi şev ê roja 17ê Adarê daku bandora vayrûsa Koronayê sînordar bike. Kolanên Mûsilê, di vê wêneyê de, vala ne piştî ev du roj in ku qedexekirina derketinê li parêzgeha Nînewayê hatiye bicihanîn di 14ê Adarê de. [Hesen Gelwî/Diyaruna]

Zurfî, endamekî hevbeymanîya Nesr a ku Heyder Ebadî serokwezîrê berê bi rê ve dibe, aniah 30 roj li gel wî hene da ku hikûmetekê çêke, hikûmeta ku divê di pişt re parleman wê teqez bike.

Berbijêrkirina wî di demeke piraloz de bi taybet ji Îraqê re hat, ya ku ev şeş meh in xwenîşandan li kolanan li dar in, nirxên neftê têne xwar, nexweşîya veyrûsê koronayê ya nû û êrîşên bi mûşekan ên careke din dest pê kirin, êrîşên ku Waşiton gazinan ji hêzên ku Îran piştgirîya wan dike dike.

Jêdereke hikûmî ya astbilind ji AFP re ragihand ku komên siyasî gelekî nav bo çend rojan nîqaş kirin, li kesayeteke "nedijber" digeriyan weke hewldanekê da ku rewşa aniha biparêzin.

Namzedê berê, Muhemed Elawî, bi ser neket ku encumena wezîran çêkedi 2wê Adarê de, ji ber vê yekê Salih 15 rojên din danê yên ku di dawîya roja Sêşemê bi dawî bûn.

Mûşek li baregehê didin

Îlana serok tenê çend saetan piştî êrîşeke bi mûşekan a nû ya berî berbangê ku hêzên biyanî yên li Îraqê lê bi cih in armanc kirin hat.

Du mûşekan li baregeha Besmayayê ya dora 60 kîlomitran li başûrê Bexdayê da, li gorî artêşa Îraqî, hevpeymanîya bi rêveberîya Amerîkayê û NATO, hemû hêzên wan li wir bi cih in.

Artêşa Îraqî behsa tu qurbanîyan nekir û zabitê rojnamegerîyê yê NATO ji AFP re got ku ti kes ji hêzên wê zîyan negiha wan.

Heftîya borî çareke din êrîşên bi mûşekan zêde bûn li ser baregehên Îraqî yên mêvandarîya hêzên biyanî dikin, ku di wan de sê ji hêzên hevpeymanîyê di 11ê Adarê de hatin kuştin di êrîşeke li serbazgeha cewî ya Tacîyê, ya ku careke din di 14ê Adarê de hat armanckirin.

Bîst û çar êrîşên bi mûşekan li ser balyozxaneya Amerîkî li Bexdayê yan li ser baregehên Îraqî yên ku hêzên biyanî li wan belav in ketin ji dawîya Cotmehê ve, ku di wan de sê karmendên serbazî yên Amerîkî, leşkerekî Brîtanî û leşkerekî Îraqî hatin kuştin.

Tu kesî berpirsyarîya xwe derbarê êrîşan neda, lê Waşontunê gazin ji Ketaib Hizbulah kir, komeke ku Îran piştgirîya wê dike di Hêza Heşda Şebî de, toreke serbazî ye ku tevlî hêzên çekdar ên dewleta Îraqî hatine kirin.

Amerîkayê depoyên çekên Ketaib Hizbulah li seranserê Îraqê bombebaran kirin di Kanûna Yekem de û careke din di heftîya borî de weke bersiv.

Herwiha wê ceneralê Îranî Qasim Sulêmanî û cigirê serokê Heşda Şaebî di lêdaneke doronê de di Kanûna Duyem de kuştin, vê yekê qehreke kûr çêkir û bûne sedema êrîşên tolhildar ên bi mûşekan ji alîyê Îranê ve.

Îraq girtî ye

Ligel tevlihevîya siyasî, Îraq li ber xwe dide daku bandora veyrûsê Koronayê sînordar bike.

Li gorî hejmareke AFP ku ji bijîşkan hate denahev, tê zanîn ku nexweşîya COVID-19 bû sedema 12 haletên mirinê li Îraqê û 133 din jî pê ketin.

Bexda dê bikeve qedexekirineke derketinê şeş rojan di saet 11 şevê de roja Sêşemê, herwekî ku zêdey nîvê parêzgehên Îraqê ji alîyê xwe ve qedexekirina derketinê îlan kir bi dirêjahîyên demê yên cuda.

Hemû geştên asmanî ji welat û ber bi welat ve hatin hilawistin heta 24ê Adarê.

Oldarê Şîea yê bilind li welat Ayetulah Elî SîstanîSêşemê îlan kir ku ew hemû kom nimêjan li welat qedexe dike.

Qeyrana tendirustî ya giştî tê piştî dora şeş mehan ji xwenîşandanên li kolanan ên daxwaza berdana çîna hakim a ku bi berfirehî xirab, kêrnehatî û li pêşîya Îranê vekirî tê reçavkirin dikin.

Xwenîşandanên cemawerî li Bexadyê û li başûrê welat ku piranîya wî Şîea ne bi awayekî tam dan ser hemû tevgerên vê dawîyê, lê tundî li dijî xwenîşanderan berdewam e.

Derengîya roja Duşemê, xwenîşanderek li Bexdayê mir piştî ku ew bi tifingeke nêçîrîyê hat gulebarankirin, bijîşkan ji AFP re ragihand.

Bêtir ji 550 kesî di kiryarên tundîyê yên girêdayî xwenîşandanan de hatin kuştin ji dawîya Cotmehê ve.

Tu vê mijarê diecibînî?
1
Na
0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan