Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq ji alozbûna rewşê ditirse piştî êrşîn bi mûşekan û lêdanên asmanî

AFP

Hêzên Amerîkî di 6ê Adara 2017an serpereştîya rahînana leşkerine Îraqî li serbazgea Asmanî ya Tacî dikin, wan bo danîna pirên serav, berî danîna şûngirên pirên hatine wêrankirin di şerê derxistina DAIŞê de li Mûsilê amade dikin. [Sebah Erar/AFP]

Hêzên Amerîkî di 6ê Adara 2017an serpereştîya rahînana leşkerine Îraqî li serbazgea Asmanî ya Tacî dikin, wan bo danîna pirên serav, berî danîna şûngirên pirên hatine wêrankirin di şerê derxistina DAIŞê de li Mûsilê amade dikin. [Sebah Erar/AFP]

Berpirsên Îraqî û yên NY Pêncşemê (12ê Adarê) hewl dan ku serencamên êrîşa bi rokêtan a ku sê endamên hevpeymanîya navdewletî tê de hatine kuştin bihundirînin, herwiha ev êrîş dê girjîyên di navbera Îran û Amerîkayê de kûrtir bike.

Piştî çend demjimêran ji êrîşa li ser serbazgeha asmanî ya Tacî li bakurê Bexdayê -- êrîşa herî xwînî li ser bingeheke ku hêzên Amerîkî li Îraqê lê dimênin di nava çend salan de -- êrîşeke asmanî bêhtir ji 24 milîtanên ser bi Îranê li bajarokê Elbû Kemalê yê sînorî li Sûrîyayê kuştin.

Ev weke nîşaneke girîng a bilindbûna tundûtûjîyê di kêmtir ji sê mehan de tê dîtin,ew jî piştî sê mehan ji kuştina karmendekî Amerîkî li bakurê Îraqê di êrîşine bi mûşekan de, û ew dê derfetê bide gereke nû ya êrîşên di navbera Waşintonê û Tehranê de li nav xaka Îraqê.

Tirseke mezintir vê carê hate holê, û berpirsên Îraqî û NY bi lez ev kuştin şermezar kirin.

Fermandarîya serbazî ya Îraqî ragihand ku "ev tehedîyeke ewlehî ya xeternak e" û soz da ku lêpirsînekê veke.

Serokê Îraqê Berhem Salih û serokê parleman Muhemed Helbûsî "êrîşeke terorî" ku armanca "Îraq û ewlehîya wê" kir şermezar kir.

Misyona NY li Îraqê bang "bo bilindtirîn astên bêhinfirehîyê li hemû alîyan kir".

"Ev êrîşên berdewam gefeke zelal û rîşeyî ne ji welat re, û hîn xeterîya kiryarên ne berpirsyar ên komên çekdar jêderekî nîgeranîyê ne," misyona NY got. "Titşê dawî ku ji Îraqê kêm e ku bibe goreqana heyfhilandinê û cengên derveyî."

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Dominik Raab êrîş di pêwendîyeke telefûnê de şermezar kirin.

Her du wezîr "hevkok in ku divê alîyên êrîş encam dane werin cezakirin", Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyanîyekê de ragihand.

Brîtanîyek û du Amerîkî tên kuştin

Êrîşa ku Çarşemê hat pêkanîn êrîşa 22ê li dijî berjewendîyên Amerîkî li Îraqê bû ji dawîya Cotmehê ve.

Dora 18 rokêt li serbazgeha asmanî ya Tacî ketine, ku ew jî yek ji bi dehên fermangehan in li seranserê Îraqê ku hêzên hevpeymanîya navdewletî li wir bi cih dibin.

Artêşa Îraqî got ku rokêt ji dawîya otombîlekê hatine avêtin.

Hevpeymanîyê kuştina sê ji endamên xwe û birîndarbûna dora 10 kesan ji wan piştrasr kir.

Yek ji mirîyan endamê Feyleqê Bijîşkî yê Artêşa Şahanî bû, Brîtanyayê piştrast kir. berpirsekî serbazî yê Amerîkî got ku her du kesên din leşkerekî Amerîkî û karmendekî bi girêbest ê Amerîkî bûn.

Hîn agahîyên li dor qurbanîyên Îraqî tune ne.

Tu alîyî hîn berpirsyarîya xwe ji êrîşê eşkere nekiriye, lê Amerîkayê hêzên alîgir ji Îranê re li jêr sîwana Heşda Şaebî bi pêkanîna êrîşan hevşewe tawanbar kiribû.

Milîsa Îraqî Ketaib Hizbulah a ku alîgirê Îranê ye êrîş û kesên li pey êrîşê silav kirin, lê negot ku ew li pişt êrîşê ye.

Êrîşên berê yên hêzên ser bi Îranê

Di dawîya Kanûna Yekem de, Amerîka milîsa Ketaib Hizbulah bi kuştina karmendekî Amerîkî ku li baregeheke bakurê Îraqê dixebitî tawanbar kir.

Weke bersiv jî wê êrîşên asmanî birin ser rojavayê Îraqê û di encamê de 25 çekdarên komê hatin kuştin.

Piştî wê bûyerê bi çend rojan, Fermandarê Feyleqê Qudis ê girêdayî Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê Qasim Sulêmanî ûcîgirê serokê hêzên Heşda Şaebî Mehdî Muhendis di êrîşeke asmanî ya Amerîkî de li nêzî balafirgeha Bexdayê hatin kuştin.

Paşê Îranê êrîşên asmanî birin ser baregehekê li rojavayê Îraqê, di encamê de bi dehan leşkerên Amerîkî tûşî birînên mejî bûn.

Milîsên Îraqî yên girêdayî Îranê û yên li jêr sîwana Heşda Şaebî jî kar dikin çend caran sozên tolhildanê bo kuştina Muhendis dane.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand ku piştî êrîşa li ser baregeha Tacî bi çend demjimêran, di êrîşekê de 26 çekdarên Îraqî yên girêdayî Îranê li Sûrîyayê hatin kuştin.

Rewangehê anî ziman ku êrîş, li Ebû Kemala nêzî sînorê Îraqî bi sê balafiran pêk hat, ku tê payîn yên hevpeymanîya navdewletî bin.

Lê hevpeymanîyê dîyar kir wê êvara Çarşemê tu êrîş li Sûrîya û Îraqê pêk neanîye.

"Amerîka/ hevpeymanî tu êrîş li Sûrîyayê yan li Îraqê şeva borî pêk neanîne", peyvdarekî di daxuyanîyekê de wiha ji AFP re ragihand.

Dora 5,200 leşkerên Amerîkî li Îraqê dimînin weke beşekî hevpeymanîya navdewletî ya di sala 2014an de bo şerkirina li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hat avakirin.

Yekşemê, du leşkerên Amerîkî li bakurê Bexdayê hatin kuştin dema ku wan alîkarîya hêzên Îraqî di şerê wan ê li dijî paşmahîyên DAIŞê de dikir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500