Nûçeyên Iraqê
Tendirustî

Rêkarên parêzî bo parastina awareyên Îraqê ji vayrûsa Koronayê têne kirin

Xalid Taî

Tîmek ji Berevanîya Sivîl a Îraqî dermanekî paqijîyê li kampa Keramê ya li parêzgeha Selahedînê direşîne di 6ê Adarê de bo rêgirtin li ber belavbûna vayrûsa Korona (COVID-19). [Wêne ji Wezareta Penaberîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Tîmek ji Berevanîya Sivîl a Îraqî dermanekî paqijîyê li kampa Keramê ya li parêzgeha Selahedînê direşîne di 6ê Adarê de bo rêgirtin li ber belavbûna vayrûsa Korona (COVID-19). [Wêne ji Wezareta Penaberîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Desthilatdarîyên Îraqî pakêtek rêkarên parêzî dane pêş bo kêmkirina metirsîya li ser malbatên di hundirê kampên koçberîyê de ji ber vayrûsa Koronayê.

Heya niha tu rewşên nexweşîyê yên vayrûsa Korona COVID19 di nava awareyan de nehatine tomarkirin, berpirsekî Duşemê (9ê Adarê) wiha ji Diyaruna re ragihand.

Wezareta Koçberîyê û Koçberan hejmarek rêkarên parêzî standin da kesên ji ber "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bêwar bûbûn ji vayrûsa Koronayê biparêzin û yên aniha di kampên koçberîyê de dijîn, Elî Cehangîr, birêveberê giştî yê birêveberîya karûbarên şaxî yên wezaretê got.

Wî dîyar kir ku wan Yekşemê dest bi belavbûna tîmên taybet kir bo kampan pak û paqij bikin ên li başûrê bajarê Mûsilê.

Zilamekî Îraqî nameyeke selametîyê derbarê metirsîya vayrusê Koronayê û awayê xweparastina ji wê dixwîne, di 5ê Adarê de. [Wêne ji Wezareta Tendirûstîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Zilamekî Îraqî nameyeke selametîyê derbarê metirsîya vayrusê Koronayê û awayê xweparastina ji wê dixwîne, di 5ê Adarê de. [Wêne ji Wezareta Tendirûstîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Tîmên Berevanîya Sivîl Îna borî dermanên paqijîyê li kampa Keramê belav kirin ya nêzî bajarê Tekrîtê li parêzgeha Selahedînê û li kampên awareyan ên Samerayê jî.

Wî anî ziman ku desthilat hewl didin pêdivîyên dermanên paqijîyê ji hemû kampan re peyda bikin.

Cehangîr da zanîn ku "birêveberîyên kampan pêdivîyên tenduristîyê û yên pakkirin û paqijîyê wergirtin, da li ser malbatên koçberan belav bikin".

Wî destnîşan kir ku "nêzî 350,000 mask li koçberan têne belavkirin, da zanîn jî ku qefla yekemîn ku 15,000 mask in Yekşemê hatin belavkirin.

Kampanyên şiyarkirinê

Cehangîr anî ziman ku ji van rêkarên parêzî "fermanên hişk bo hemû birêveberîyên kampan in ku çûn û hatina li kampan were qedexekirin û balê bikişînin ser awayê xweparastina ji vayrûsê".

Cehangîr teqez kir ku "biryar û rêkarên cîbicîker ne bes in eger hişyarî bo xweparastina ji vayrusê nayên kirin".

Desthilatdarîyên hikumî dest bi kampanyên hişyarkirinê yên rasterast kirine û belavok û nivîsan belav dikin û her wiha di bernameyên televîzyonan de jî awayê belavbûn û xweparastina ji vayrûsê diweşînin.

Wî got ku şana aloziyan a berpirsyartîya rûbirûbûna vayrûsa Koronayê radike, biryar da ku hemû qehwexane, baxçe û deverên din ên giştî werin girtin, û her wiha dibistan û zanîngeh jî heya 21ê Adarê li seranserî welêt werin rawestandin.

Wî got sînorên bi Îranê re hatin girtin û hevbazirganîya di navbera wan de jî bi awayekî demkî hat rawestandin.

Cehangîr dîyar kir Îraqîyên ku aniha li Îranê ne hatin agahdarkirin ku heya nîvê Adarê bi war re ye da vegerin Îraqê.

Şeş rewşên nû bi vayrûsa Koronayê li parêzgeha Musena, Enbar, Zî Qar, Necef, Bexda û Meysenê hatin piştrastkirin, Wezareta Tendirustîyê ya Îraqî Yekşemê ragihand.

Ji çaxê tûşbûna yekem di 24ê Sibatê de hat ragihandin, hejmara nexweşên koronayê li Îraqê gihaşt 61 rewşê, û mirina du kesan di 5ê Adarê de hat ragihandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500