Nûçeyên Iraqê
Tendirustî

Hejmara pêketîyên bi vayrûsê li Idlibê bilind dibin hevdem ligel êrîşên Rûsyayê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamekî Xûzeyên Sipî konekî kampa koçberan li gundewarê Idlibê pak dike. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endamekî Xûzeyên Sipî konekî kampa koçberan li gundewarê Idlibê pak dike. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Êrîşine asmanî yên Rûsî li ser parêzgeha Idlibê hiştin bi dehan malbatên koçber ku vê dawîyê vegerîyabûn malên xwe dîsa vegerin kampên koçberîyê, endamekî Xuzeyên Sipî ragihand.

Gelekan biyar dabû ku vegerin warê xwe ji ber tirsa tijebûna kampan ku wan rastî metirsîyê bîne eger korona belav bû, endamê Xûzeyên Sipî Xalid Xetîb ragihand.

Wî ji Diyaruna re anî ziman ku ev tirs di cih de ne, ku berdewamkirina êrîşên asmanî û tiştên bi xwe re anîn ku sivîl vegerîyan kampan ligel belavbûna vayrûsa korona bi awayekî berfireh li bakur-rojavayê Sûrîyayê hat.

Xetîb dîyar kir ku "hejmara rewşên pêketî û mirîyan ên koronayê di nava sivîlên li Idlibê de bi awayekî pir zêde di heftîyên dawî de bilind bû".

Xûzeyên Sipî gelek bendên pişknînê li parêzeha Idlibê ava kirine, ku rêkarên bo xweparastina ji belavbûna vayrûsa koronayê digirin, di nav de girtina dîgreya germahîyê. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Xûzeyên Sipî gelek bendên pişknînê li parêzeha Idlibê ava kirine, ku rêkarên bo xweparastina ji belavbûna vayrûsa koronayê digirin, di nav de girtina dîgreya germahîyê. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Dibistanên Idlibê berî vekirina wan li pêşîya xwendekaran bo parastina tenduristîya wan bi giranî tên pakkirin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Dibistanên Idlibê berî vekirina wan li pêşîya xwendekaran bo parastina tenduristîya wan bi giranî tên pakkirin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Wî destnîşan kir jî ku pêla yekemîn a koçberîyê ji ber pêngaveke din a êrîşên asmanî yên Rûsî û Sûrî hat, ku hiştin bi dehan kampên fermî û nefermî li yekem cih werin avakirin.

Ev kamp bêhtir ji 1.5 milyon kesî dihewînin, ku li jêr rewşine dijwar dijîn.

Li gorî Bijîşkên Bêsînor, peydakirina av û pergala lûlekêşan a lawaz di hundirê kampan de zehmet e. Rêkarên kontrolkirinê jî, weke dûrbûna civakî, şûştina destan û xwebidûrxistin berhengarîyek ji hemû niştecihên kampan re ye.

Vedana nexweşîyê "pir zêde bûye"

Heftîya borî, Bijîşkên bêsînor ragihand ku bakur-rojavayê Sûrîyayê zêdebûneke ecêb a pêketîyên koronayê dibîne, ku bi 10 caran rewş ji meha borî bêhtir bûne.

Bijîşkên bêsînor daxuyand ku ji 22yê Îlonê de, 640 kes testên wan erênî derketine li herêmê, dora 30% ji wan ji xebatkarên tenduristîyê ne.

Di 14ê Îlonê bi tenê de, 80 rewşên nû hatin tomarkirin, ku ew hejmareke pir bilind e ji çaxa tomarkirina yekem rewş di destpêka Tîrmehê de.

Bijîşkên bêsînor da zanîn ku test wê demê sînorkirî man, ku gumanan derbarê rêjeya rastî û hejmara rastî ya pêketîyan de çêdike.

Xetîb dîyar kir ku gelek rêxistinên bijîşkî û yên rizgarkirinê hewl didin sînorekî ji belavbûna vayrûsê li hundirê kampan re deyînin bi rêya pakkirina deverên bişop û pêkanîna kampanyên hişyarkirinê re.

Wan tîmên nû ji xwebexşan ava û perwerde kirine da bi vî karî ve rabin.

Meha borî, Xûzeyên Sipî û rêxistinên bijîşkî û yên rizgarkirinê yên li Idlibê kar dikin ji bobelateke mirovî li Idlibê hişyar kirin ku dê ev yek pêk were eger êrîşên asmanî berdewam bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500