Nûçeyên Iraqê
Tendirustî

Îraq bo rêgirtina li ber belavbûna COVID-19 li kampên koçberan tedbîran dide pêş

Ala Husên li Bexdayê

Tîmek ji şaxê Duhokê ya Wezareta Koçberîyê û Koçberan zembîlên tenduristîyê li kampeke koçberan belav dike. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan hatiye wergirtin]

Tîmek ji şaxê Duhokê ya Wezareta Koçberîyê û Koçberan zembîlên tenduristîyê li kampeke koçberan belav dike. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan hatiye wergirtin]

Hikumeta Îraqî rêzerêkarên tenduristî yên lezgîn li kampên koçberan li seranserî welat pêk tîne, da rê li ber belavbûna vayrûsa Koronayê (COVID-19) ya nû bigire.

Wezareta Koçberîyê û Koçberan ragihand ku "zembîlên tenduristîyê" û maskên bijîşkî hatin belavkirin, û dermanên pakkirinê li kampan hatin reşandin.

Wezaret herwiha li ser hişyarkirina xelkên kampan jî dixebite ku çawa karibin xwe ji vê vayrusê biparêzin, ligel berdewamkirina belavbûna vê nexweşîya cîhanî ya berbelav.

Wezaretê got ku rêkarên piştevanîya tenduristî yên seretayî li parêzgeha Duhokê têne kirin, ku piranîya koçberên Nînewaya cîran dihewîne.

Selikên alîkarîya tenduristî û maskên bijîşkî li kampeke koçberan li Duhokê hatin belavkirin. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan hatiye wergirtin]

Selikên alîkarîya tenduristî û maskên bijîşkî li kampeke koçberan li Duhokê hatin belavkirin. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan hatiye wergirtin]

Sê "zembîlên tenduristîyê" li her malbatekê yên16 kampên parêzgehê hatin belavkirin, ku tevde 30,000 malbatî dihundirînin, birêveberê birêveberîya koçberîyê û koçberan a Duhokê Skender Mihemed anî ziman.

Wî ji Diyaruna re got ku plana piştevanîya tenduristî dê maskên bijîşkî li ser bigeha pêdivîyên her kampekê were belavkirin, û dermanên paqijî û pakkirinê li kampan werin reşandin.

Mihemed daxuyand ku rêkarên hatine girtin bo parastina tenduristîya giştî û misogerîya selametîya kesên koçber e, ligel metirsîyên zêde yên belavbûna vê vayrûsê.

Rewşên li tevahî Îraqê

Îraq yekem rewşa pêketina bi vayrûsa Koronayê-- xwendekarekî Îranî li Îraqê-- di 22yê Sibatê de ragihand, paşê çar rewşên din ji heman malbatê hatin tomarkirin ku çûbûn Îranê, li gorî Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanî (WHO).

Rêxistinê Yekşemê (15ê Adarê) ragihand ku raportên rewşan pir bilind bûn û hema hemû parêzgehên Îraqî girtin nava xwe, ku heya 12ê Adarê jî 83 rewşên piştraskirî û heşt mirî hebûn.

WHO dîyar kir ku "nîgeraneke mezin di nava desthilatên tenduristî yên herêmî de heye ku ev nexweşî li ser asta herêmî belav bibe û bi sîstema tenduristîyê ya welat re rû bi rû bimîne ku bi rastî pir lawaz e ji ber şerê bi salan û alozîyên hundirîn".

"Desthilatên herêmî kombûyînên giştî yên mezin qedexe kirin, dibistan rawestandin, û navendên bazarê û cihê kombûyînan heya 21ê Adarê girtin."

Hikumeta Îraqî herwiha ragihand ku wê rê li ber hatina rêwîyên ne Îraqî yên ji derdora deh welatên bi nexweşîyê re rû bi rû mane girtiye, AFP 14ê Adarê ragihand.

Îraq bi taybet ji belavbûna vayrûsa ji Îrana cîran nîgeran e, ku ew yek ji welatên herî ziyan dîtîye ye.

Ligel zêde bilindbûna rewşan, Wezareta Koçberîyê û Koçberan plan dike ku perwerdeyên hişyarkirinê bide niştecihên kampan derbarê awayên xweparastina ji vayrûsê û rêgirtina li ber belavbûna wê li kampan.

Wezaret ligel ya Tenduristîyê kar dike da tîmên bijîşkî yên gerok ava bikin, li gorî Elî Ebas, birêveberê giştî yê birêveberîya karûbarên şaxî ya wezaretê anî ziman.

Wî ji Diyaruna re got ku ev tîm dê serdana hemû kampên koçberan li Îraqê bikin û dê dersên perwerdeyî der barê xweparastina ji COVID-19 bidin wan.

Wî got ev tîm dê dermanên pakkirinê jî bireşînin û hemû deverên kampan bo parastina tenduristîya giştî paqij bikin.

Kamp pir gerekdarî alîkarîyê ne

Koçber pir gerekdarî piştevanîya tenduristî ne da vayrûs û nexweşî belav nebin, Sulêman Îdo, muxtarê Kampa Xanikê ya Duhokê got.

Wî ji Diyaruna re ragihand ku heya bi tiştên biçûk ên tenduristîyê di konan de tune ne, da zanîn ku niştecihên kampan ji kesên di nava civakê de bêhtirî bi nexweşîyê re rû bi rû ne.

Îdo hişyar kir ku rewşek tenê li kampê derkeve dê bi sedan kesên din bi vayrûsê bikevin û belkî bi hezaran jî, ji ber gelekî nêzî hev in û heman destavan bi kar tînin.

Îdo bang li desthilatan kir ku navendine tendurstî yên sabit di hundirê kampan de çêbikin ku karibin bi çi rewşeke awarte re eleqeder bibin û yê nexweş û niştecihan ji hev veqetînin.

Wî destnîşan kir ku ji rêkarên tenduristîyê zêdetir, divê desthilat ji pişkinîna ewlehî piştrast bibin, da teqez bibin ku koçberên diçin derveyî kampê yan welat, taybet Îranê, ku ew desthilatên têkildar agahdar dikin gava vedigerin.

Îdo bang li koçberan kir ku berpirsyartîyê rakin û li gorî arasteyên tenduristî tev bigerin ên bo rûbirûkirina vê gefa tenduristî hatine dayîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500