Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Piştgirêdana Rûsyayê bi miqawilên serbazî yên taybet nîgeranîyê li seranserê cîhanê çêdike

Kanat Altynbayev

Rahênerên Vega çekdarên Lîwayê Qudis li Sûrîyayê rahînan dikin di vê wêneya ku di Kanûna Duyem a 2019an de hatiye belavkirin. [VKontakte/Oleg Blokhin]

Rahênerên Vega çekdarên Lîwayê Qudis li Sûrîyayê rahînan dikin di vê wêneya ku di Kanûna Duyem a 2019an de hatiye belavkirin. [VKontakte/Oleg Blokhin]

Gelek delîl hene ku Rûsya zêde xwe dispêre yekîneyên serbazî yên nefermî da pirsgirêkên stratejîk li welatên xwedî berjewendîyên jeopolîtîk çareser bike û ev yek nîgeranîyê li seranserê cîhanê çêdike.

Herwiha Koma Wagnerê -- kompanîyeke serbazî ya taybet e ew tê naskirin ku destên wê di şerên li rojhilatê Ukranya, Sûrya, Lîbya, Sûdan, Venzwêla, Medxeşqer û deverine din heye û ji alîyê kesine nêzîkî Serokê Rûsî Vladimir Putin hatiye çêkirin -- Vega PMC ya Rûsî-Ukranî dikeve bin hûrbînê de.

Miqawilên mîna van destûrê didine rejîma Rûsî zirarê bike û bigihîne, bê ku ti rijandina xwînê di pirtûkên Kremlinê de werin xuyakirin.

Di Adara 2019an de, Tîmê Hewalgirîya Şer (CIT), komeke blogerên Rûsî yên serbixwe ku jêderên vekirî bi kar tînin da peygerînê di şeran de bikin, datan belav kirin ku destnîşan dikin ku kurtêlxwerên Vega li Sûrîyayê ji 2018an ve kar dikin da piştgirîya Serok Beşar Esed bikin, tam weke hevtayê xwe Koma Wagnerê.

Rahênerên Vega çekdarên Lîwayê Qudis li Sûrîyayê rahînan dikin di vê wêneya ku di Kanûna Duyem a 2019an de hatiye belavkirin. [VKontakte/Oleg Blokhin]

Rahênerên Vega çekdarên Lîwayê Qudis li Sûrîyayê rahînan dikin di vê wêneya ku di Kanûna Duyem a 2019an de hatiye belavkirin. [VKontakte/Oleg Blokhin]

Rahênerên Vega çekdarên Lîwayê Qudis li Sûrîyayê rahînan dikin di vê wêneya ku di Kanûna Duyem a 2019an de hatiye belavkirin. [VKontakte/Oleg Blokhin]

Rahênerên Vega çekdarên Lîwayê Qudis li Sûrîyayê rahînan dikin di vê wêneya ku di Kanûna Duyem a 2019an de hatiye belavkirin. [VKontakte/Oleg Blokhin]

Piştgirîkirina lîwayê Qudis li Sûrîyayê

Di destpêkê de, Vega kesayetên taybet ligel gelek kompanî, bank û keştî li deverên xeterîya wan bilind parastin.

Lê van salên dawî, Vegayê karê xwe yê ewlekarî berfireh kir da herwiha milîsan ji bedêla Rûsyayê ve rahînan bike.

Vega milîsa ku piranîya wê Felestînî ne ku weke Lîwa Qudis tê naskirin rahînan dike yekîneya herî mezin li Helebê ya ku piştgirîya hikûmeta Sûrî dike.

Ew e tiştê ku peygerên CIT gihanê piştî sehkirina wêneyên ku ji alîyê rojnamevan Oleg Blokhin ve hatin kişandin, ê ku li Sûrîyayê ji weşanên li ser înternetê yên alîgirê Kremlinê ANNA News û Russkaya Vesna (Bahara Rûsî) kar dike.

Di vê wêneyê de hêzên Vêga yên pitikên xizmetên Stratejîk li xwe dikin dîyar dike

Peygeran dît ku Vega bo Xizmetguzarîyên Stratejîk li Ukranyayê di 2011an de ji alîyê kevneşervanên hêzên taybet ên Ukranî û Rûsî hate damezrandin. Ew bû Vegacy bo Xizmetguzarîyên Stratejîk di 2012an de dema ku damezrênerê Kompanîyê, welatîyê Ukranî Anatoly Smolin, baregeha wê guheste bo Qubrusê.

Smolin, kevneşervanek di deryayê Sovyêtî û KGB de û di pişt re di hêzên Wezareta Karê Hundir a Ukranî de, ji BBC re got di Adara 2019an de ku ew çû Qubrusê ji ber qanûna girêdayî Kompanîyên Serbazî yên Taybet li wir guncan bû.

Ofîsa sereke li Qubrusê ye, û ofîsine din li Ukranya, Rûsya, Sûrya, Srîlanka û Mesrê hene.

Rûsyayê "gelekî piştgirîya xwe ji Lîwayê Qudis re bi hêz kir" ji 2019an ve, Deutsche Welle di Adara 2019an ragihand, li gorî rojnameya El-modon a elektronî ya Lubnanî. Koma Felestînî bi sedan endam bi dest xistin, raportê eşkere kir.

Raport di Kanûna Duyem a 2019an de mikur hatin ku Rûsya ew e hêza li pey Vegayê.

Smolin bi xwe di rahînankirina serbazî ya çekdarên Lîwa Qudis li Sûrîyayê de beşdar bû, li gorî CIT. Wêneyên kesê rahînanê dike kesekî dişibihe wî.

Li Rojhilata Navîn di "bin sîyê " de kar dike

Çavdêr li Asyaya Navîn dibînin ku Kompanîyên Serbazî yên Taybet ên Rûsî weke gefeke piralî ji ewlehîya welatên xwe re dibînin

Kompanîyên Serbazî yên Taybet ên mîna Koma Wagnerê mîsyonên serbazî û hewalgirî yên Mosko nikare bi awayekî fermî bike bi cih tîne, Edil Osmonbetov ji Bişkik, zanayekî siyasî û pisporê têkilîyên navdewletî, got.

Wî got "ev ne hêzên çekdar ên asayî ne ku dikevine bin yasaya navdewletî de; delwtên wan hevaheng dikin xwe nakine berpirsên kirinên wan".

Vega tenê yek ji Kompanîyên Serbazî yên Taybet e ku bi fermana Kremlinê hatiye damezrandin, Dauren Ospanov, raidekî karkenar e di artêşa Kazexî de û efserekî berê li garîsona herêmî ya Almatyê, got.

Wî Kompanîyine Serbazî yên Taybet ên din bi nav kirin -- Shchit (Shield) û Patriot -- ku bi awayekî fermî li Rûsyayê nînin lê bi awayekî çalak ew ciwanan tecnîd dikik da mîsyonên xeternak li Rojhilata Navîn bi cih bînin.

"Ne weke Koma Wagnerê, Vega û Kompanîyên Serbazî yên Taybet ên din ti pêdivîyên wan ên serbazî nînin," Ospanov got. "Ew dibin sihê de kar dikin û bi karûbarên ewehîyê re kar dikin û çekdaran rahînan dikin, lê heta asteke mezin dibe ku ev mertalek be bo veşartina tawanên şer."

Tecnîdkirina çekdaran li Asyaya Navîn

Herwiha Kompanîyên Serbazî yên Taybet ên Rûsî destên wan di çalakîyên wêranker de hene, ne tenê ew yên erkên "ne zelal" dikin,Osanov got. Ew xortên ji malbatên belengaz, bi taybetî yên li Rûsyayê dijîn, digirin û mûçeyên mezin didin wan daku li Sûrîyayê şer bikin.

"Gelek kurtêlxwer têne kuştin, lê tu kes xwe nake berpirs," wî got.

Herwiha tecnîdkirin li welatên Asyaya Navîn tê bicihanîn.

Di Tebaxê de, hat naskirin ku Ajansa Ewlekarîyê ya Ukranyayê dozên tawanî li dijî 15 endamên Koma Wagnerê vekirin, di nav wan de sê Kirgîzî, ku hat angaştin ku wan li rojhilatê Ukranyayê li rex cudxwazên alîgirê Rûsyayê şer kir.

Berî du salan, rojnameya Kazexî Caravan behsa Yekîtîya Ewlehîya Dewletê kir dema wê behs kir ku Bêlarûsî, Moldovî û Kazexî weke beşekî ji Kompanîyên Serbazî yên Taybet ên Rûsî li Sûrîyayê şer dikirin.

Kompanîyên Serbazî yê Taybet ên Rûsî biyanîyan digire "daku gazinan" ji ser Rûsyayê kêm bike, Andrei Buzarov, zanayekî siyasî ji Kyêvê li Ukranyayê, ji Caravanê re got bê ku jêdera gazinan destnîşan bike.

Wî got ku herwiha kurtêlxwer qebûl dikin ji ber sedemên darayî ligel Kompanîyên Serbazî yên Taybet kar bikin.

"Makîneyên kuştinê" yên Kremlin piştgirîya wan dike

Ospanov di wê bawerîyê de ku Vega gelekî bi Kremlinê ve girêdayî ye, ji ber ew komên Rûsya piştgirîya wan dike rahînan dike.

"Tu hewce nîne were gotin ku Vega dûrî şer e û bi yasayên navdewletî yên taybet bi Kompanîyên Serbazî yên Taybet pêbend e," wî got. "Bê guman di kêlîkeke hestyar de dibe ku Kompanîyên Sebazî yên Taybet mîna Vegayê werin guhestin û bi rengekî ji rengan, wê bixine şerekî piralî de, mîsyonên şer ên Kremlinê bi cih bîne, weke çawa li Ukranyayê".

Gefa Rûsyayê ku dest bi şerekî pialî bike herwiha ji Asyaya Navîn re jî girîng e, bi taybet ji Kazexistanê re, Dosym Satpayev ji Almaty, zanayekî siyasî û birêveberê Koma Nirxandina Rîskan, got.

Pirsgirêkên navxweyî li Kazexistanê zêde dibin, ku dibe Mosko ji bo berjewendîyên xwe yên taybet sûdê ji wan wergire.

"Derketina Kompanîyên Serbazî yê Taybet ên biyanî li Kazexistanê gefeke cidî li ser welatê me çêdike, ji ber pêkan e eger guhertin di rewşa siyasî de çêbibin, dibe ku ew di karên xirabkirinê de beşdar bibin," Satpayev got.

Desthilatdarîya Kazexî, ji alîyê xwe ve hişyar e derbarê fikreya Kompanîyên Serbazî yên Taybet û nahêle ku dezgehên wiha bi awayekî qanûnî li Kazexistanê kar bikin.

Di Adara 2018an de Dariga Nazarbayeva, senatorek di wê demê de û keça mezin a serokê berê yê Nursultan Nazarbayev, fikreya avakirina Kompanîyên Serbazî yên Taybet li Kazexistanê tawanbar kir.

"Ez piştgirîya vê fikreyê nakim. Ev tam makîneyeke kuştinê ya taybet e," wê got. "Divê rêxistinên mîna van nebin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500