Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Hêzên Sûrî û milîsên ji derve têne piştgirîkirin li ser kontrolkirina xaka Sûrîyayê şer dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamine milîsa Lîwayê Qudis ya alîgirê rejîmê, yê ku vê dawîyê hevalbendîya xwe ji Îranê guhert bo Rûsyayê li parêzgeha Dêra Zorê. [Wêne ji Lîwayê Quds hatiye wergirtin]

Endamine milîsa Lîwayê Qudis ya alîgirê rejîmê, yê ku vê dawîyê hevalbendîya xwe ji Îranê guhert bo Rûsyayê li parêzgeha Dêra Zorê. [Wêne ji Lîwayê Quds hatiye wergirtin]

Piştî ku artêşa Sûrî bi tenê beşek ji şiyana xwe parast di destpêka şer de di 2011an de, gelek milîsên alîgirê rejîmê derketine holê li qada şer li Sûrîyayê.

Dema ku van milîsan alîkarî kir di qayimkirina şîyana artêşa Sûrî de, ew ne pêlîstok in di destê rejîmê de û dawî ew xizmeta berjewendîyên sponserên xwe, Îran û Rûsyayê, dikin, li gorî şarezayan.

Wan got ku nîşanên şer di navbera milîsan de dest pê kirin eşkere dibin, ji ber ew hemû parçeyekê ji kêka Sûrî dixwazin.

Milmilanîya ku nîşanên wê yên zû dest pê kirin li parêzgeha Dêra Zorê xuya bikin, aniha giranîyê dide misogerkirina para herî mezin ji samanên xwezayî yên welat, di nav de neft daku lêçûn û xesarên ew di van salên dawî de rastî hatine qerebû bikin.

Guhertina dilsozîyê

"Milîsên ku rejîmê ew weke piştgir û piştevanên xwe didan pêş, aniha eşkere bûne," rojnamevanê Sûrî Muhemed Ebdulah ji Diyaruna re ragihand.

"Delîlê herî mezin tiştê ku li deverên li jêr kontrola rejîmê li Dêra Zorê rû da, ku tevlihevî derketine holê di navbera milîsên hevalbendên Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) û ew milîsên ku Rûsya piştgirîya wan dike," wî got.

Milîsên girêdayî Pasdaran angaşt kirin ku wan bi temamî bajarokî sînorî yê Sûrî Elbû Kemal kontrol kiriye, li gorî raporteke Diyaruna di 26ê Hezîranê de.

Milîsên hevalbendên Îranê li wî parçeyê parêzgehê serdest bûn li ser hesabê hêzên rejîma Sûrî û milîsên Rûsya piştgirîya wan dike.

Hejmûna rejîma Sûrî berdewam li wê herêmê kêm dibe, Ebdulah got.

"Delîlê herî mezin li ser xeterîya van milîsan guhertina dilsozîyê ye," wî got û destnîşan kir ku Lîwayê Qudis, ê ku hevalbendîya xwe ji Îranê re guherte bo Rûsyayê, hişt ku milîsên hevalbendên Îranê berdine çekdarên Lîwa ji Elbû Kemalê.

"Mesele ne tenê girêdayî hejmûn û kontrolkirinê ye, lê ew parçeyê herî mezin ji kêka Sûrî dixwazin, di warên siyasî, serbazî yan nûavakirinê de," wî got.

"Îran û Rûsya herdu hewl didin ku para herî gengaz a nûavakirinê bi dest bixin daku lêçûn û xesarên di van salên dawî de qerebû bikin," wî anî ziman.

"Deverên xwedî hejmûnên piralî"

Artêşa Sûrî 70% ji şîyana xwe ji dest da ji çaxê ku Şoreşa Sûrî di 2011an de dest pê kir, Salih Efêsî, efserekî Artêşa Azad a Sûrî li gundewarê Helebê ragihand.

"Ji wî çaxî ve, xwespartin li ser efser û leşkerên mayî, yên dilsozên rejîmê ne, ye," wî got.

Lê belê dema ku qeyran kûr bû, gelek kom û milîs tevlî şer bûn ligel hêzên rejîmê, wî got. "Di destpêkê de milîsên hevalbendên Pasdaran bûn, û di pişt re milîsên Rûsya piştgirîya wan dike derketin."

"Tevî ku piştgirîya wan a xuya ji rejîmê re, van milîsan her û her fermanên sponserên xwe bi cih dianîn," Efêsî got.

Wî anî ziman ku aniha Sûrîya bûye xwedî "deverên hejmûneke piralî û gelekî zehmet e ji rejîmê re ku kontrolê bike".

Wî got ku gelek dever şerên çekdar û yekser li wan heye, bi taybet li Şam, Heleb, Deraa û Dêra Zorê.

Ligel şerên di navbera milîsên Îran û Rûsya piştgirîya wan dikin, herwiha şer di dawîya Hezîranê de jî dest pê kir di navbera Feyleqê 5mîn ê ku Rûsya piştgirîya wê dike û hêzên rejîma Sûrî li parêzgeha başûrî ya Deraa ku neh çekdar tê de mirin.

Derbarê deverên ku weke asêgehên rejîmê têne reçavkirin, mîna Laziqîyayê, şer li wan di navbera çengên rejîmê yên cuda de li ser serwerî û kontrolkirinê heye, Efêsî got.

Artêşa Sûrî nikare sînorê welat biparêze yan ewlehîya wê kontrol bike, pisporê serbazî Yehya Muhemed Elî ji Diyaruna re got.

Wî got ku mana artêşê "aniha girêdayî ye bi milîsên piştgirîya wê dikin".

"Lê hebûna wan milîsan girêdayî ajandaya siyasîye [ya sponserên wan]", wî got û hişyarî da ku xwespartina li van milîsan di çi şerî de şaştîyeke mezin e ji ber ew "çete ne û ne dilsozên welatê xwe ne".

Wî got ku dibe ku milîsên Îran û Rûsya piştgirîya wan dikin "kengî be bibine dijî rejîmê daku fermanên ku li ser wan têne sepandin pêk bînin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500