Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Endamtîya welatîyên Qîrgistanê di Koma Wagnerê ya Rûsyayê de cihê nîgeranîyê ye li Asya Navîn

Kanat Altynbayev

Ev wêne ji dîmeneke vîdyo ya kenala dewleta Belarûsyayê ye ku bi dehên çeteyên Koma Wagnerê ên ku derbasî Belarûsyayê bûne nîşan dide, roja 25ê Tîrmehê. [Arşîv]

Ev wêne ji dîmeneke vîdyo ya kenala dewleta Belarûsyayê ye ku bi dehên çeteyên Koma Wagnerê ên ku derbasî Belarûsyayê bûne nîşan dide, roja 25ê Tîrmehê. [Arşîv]

Ukranyayê dozên tawankarîyê li dijî 15 kesan, ku tên tawanbarkirin ku ew çeteyên Koma Wagnerê ne, kompanîya serbazî ya karta taybet a Rûsî, vekirin, ku sê ji wan xelkê Qîrxistanê ne, ku ew li rojhilatê Ukranyayê di nav rêzên cudaxwazan de şer kiriye.

Ofîsa Dozgerê Giştî yê Ukranyayê di 28ê Tîrmehê de ragihand ku ji sala 2014an ve çekdarên biyanî "di şerên serbazî de li dijî Ukranyayê cih girtine li herêmên Donetsk û Luhansk ên hatine dagirkirin".

Ev kesên ku di girtîgehê de ne di nav rêzên yekîneyên cuda yên hêzên Rûsî yên nerewa "şer kirine", li gorî ofîsê.

Di nav de, Bateliyona Taybet a 14ê ya Prizrak, Focê Vostok ê 11ê yê Tifingan û Lîwayê Oplot ê 5ê yê Tifingan, ku ev hemû ser bi Koma Wagnerê ve ne.

Li gorî Rêkeftinnameyên Cinêvê, kesên gumanbar weke "çeteyan tên dîtin, û reftarên wan jî Rêkeftina Navdewletî ya li dijî Tecnîdkarî, Bikaranîn, Temwîlkirin û Rahînankirina Çeteyan e, ya ku ji hêla Komela Giştî ya NY di 4ê Kanûna Yekem a 1989 de hatiye qebûlkirin", ofîsê di daxuyanîyekê de got.

Ajansa Ewlekarîyê ya Ukranyayê (SBU) dê lêpirsînê di pirsan de bike.

Çeteyên Wagnerê bi cezaya bihûrandina jîyanê di zindanê ne de û destdanîna li ser samanên wan rû bi rû tên.

Gefek li dijî ewlehîya Asya Navîn

Ajansên hewalgirî yên Ukranî cara yekem di Gulana 2014an de zanîn ku çalakîyên Koma Wagnerê yên piştgir ji cudaxwazan re li Donbassê hene, Deutsche Welle (DW) ragihand.

Di Cotmeha 2017an de, Vasyl Hrytsak, serokê SBU, got ku çekdarên Koma Wagnerê di teqandina balefireke çekan a Il-76 li rojhilatê Ukranyayê di Hezîrana 2014an de teqandine, di êrîşekê de li ser balefirgeha Donetsk û di operasyonên li navçeyeke Debaltseve, li Ukranyayê.

Koma Wagner ne bi tenê endaman ji Rûsyayê vedihewîne belê ji rojhilatê Ukranyayê jî, ku ew li jêr kontrola cudaxwazan e, DW ragihand.

Tecnîdkarên Moskoyê sûdê ji rewşa aborî ya dijwar li herêmê werdigirin û ew ciwanên ji Asya Navîn ên pir hewcedarê pereyan armanc dikin, endamekî berê yê artêşê li Almatîyê got.

"Ew mûçeyeke baş didin, lewra ew derfeteke pir baş e ji kesên bêkar re, ku gelek ji wan êdî hêvîya wan bi egera çareserbûna kêşeyên wan ên darayî nemaye," Dauren Ospanov li Almatîyê, raidekî berê yê artêşa Kazaxî ragihand.

Wî daxuyand ku Koma Wagnerê heman taktîkên tecnîdkirinê yên terorîstên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bi kar tînin. Weke mînak, her du rêxistin xelkê hejar bi pereyan ji rê dibin û li ser internêtê li kesên guncan û hazir ji tecnîdbûnê re digerin.

"Di roja îroyîn de, Wagner gefeke mezintir li ser ewlehîya herêmî çêdike ji ber ku bêkarî li welatên Asya Navîn ji ber petayê berbelav e," Ospanov got.

Tawanên ku welatîyên Qîrxistanê yên ku li Ukranyayê girtîne bi wan tên tawanbarkirin pir xeternak û mezin in, Kairat Osmonaliyev ji Bişkek, profesor û efserê polîs ê yedek ragihand.

"Eger ev tawanbarî werin piştrastkirin, êdî ew welatîyên Qîrxistanê dê nikaribin ku piştgirîya hikûmeta me bi dest bixin ji ber ku li gorî makzagona me, ev yek dibe sedema standina nasnameyê," Osmonaliyev got.

Wî daxuyand ku Ukranya wan bo Qîrxistanê dîport bike, dê ew li wir bi 12 sal zindan werin cezakirin.

Sûcên ku ev tawanbarên ji Qîrxistanê li Ukranyayê rû bi rûyî dibin digihêjin asta terorîzmê, Kurmanbek Aliyev, çalakgerekî mafên mirov ji Oş li Qîrxistanê ragihand.

"Wan ji ber pereyan li wir şer kir û xwîna wan kesên ku di ber xaka xwe de şer dikirin rijand," wî got. "Eger ev ne terorîst bin naxwe çi ne?"

Koma Wagnerê, ku kompanîyeke Rûsî ne, ew bi xwe ne yasayî ye û ew bi xwe rêxistineke terorîst de di reftarên xwe de, ku li welatê din di berjewendîya Moskoyê de şer dike, Aliyev daxuyand.

"Ew jîyana miletê xwe û hevrikên xwe têk dibin bo bicihanîna meremên siyasî yên Kremlinê," Aliyev got, dema wî qala Koma Wagnerê dikir.

Armanckirina Belarûsyayê

Ev bûyerên dawî li fezaya piştî Sovyêt nîşan didin ku dibe Koma Wagner amadekarîyê ji xapeke nû re dike.

Roja 30 Tîrmehê, Belarûsya ragihand ku wê dozek li dijî çeteyên Rûsî vekiriye, yên ku hatine girtin dema wan hewl dida ku ewlehîya welat têk bidin di dema pêş hilbijartinên serokatîyê de, roja Yekşemê (9ê Tebaxê).

Di çend salên dawî de, tevî fişarên Rûsyayê, serokê Belarûsya Alexander Lukashenka bi awayekî vekirî hevgirtin bi Moskoyê re red kir û hewl da ku têkilîyan bi welatên Rojavayî re xurt bike.

Lê Belarûsya cihekî serekî di plandanîna stratîjî ya Rûsyayê de digire, dibe ku ew ji her welatekî din ji bilî Ukranyayê girîngtir be.

Rûsya xwedan berjewendîyên mezin e li Belarûsyayê, ji ber ku Mosko neft û xazê ji Minsk re dabîn dike. Lê vê salê, Belarûsyayê neft ji Norwoy, Erebistana Siûdî, Azerbêjan û Amerîkayê kirî, ku vê yekê serokê Rûsyayê Vladimir Putin sor kir.

Dibe ku Koma Wagnerê bi pêkanîna misyonekê bo têkdana seqamgîrîya Belarûsyayê hatibe erkdarkirin ji ber ku Mosko "teqez xwedan berjewendîyên stratîjî ye li wir", Ospanov, raidê berê yê artêşa Kazexî ragihand.

"Lê Lukaşênka, ya ku zehmet e reftarên wî werin texmînkirin û her diçe ji bin kontrolê derdikeve, Putin dilsar dike," Ospanov got.

Xebatên li ser asta cîhanî

Çeteyên Koma Wagnerê li gelek welatan bo pêkanîna ajandaya Kremlinê şer kirin.

Li Lîbyayê ew destekê didin kesayeta serbazî ya bihêz Xelîfa Hefter di hewlên wî yên binketî de bo têkbirina hikûmeta Lîbyayî ya li ser asta navdewletî tê naskirin. Wêneyên bawerpêkirî nîşan dide ku ew mayîn û teqemenîyan li Terablusê li Lîbyayê diçînin, ku ev yek li dijî biryara NY ye û jîyana sivîlên bêsûc dixe metirsîyê de, Fermandarîya Artêşa Amerîkî li Afrîqyayê (AFRICOM) di meha Tîrmehê de piştrast kir.

Endamên Koma Wagnerê li Sûrîyayê şer dikin, û ew li enîyên şer li tenîşt hêzên rejîmê tevgerê dikin. Kremlinê hêzên bo Sûrîyayê şandin di sala 2015an de bo li tenîşt hevalbendê xwe, Beşar Esed şer bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500