Nûçeyên Iraqê
Civak

Milîsên alîgirên Îranê doza "pereyên parastinê" dikin

Faris Umran

Endamên milîsa Ketaib Hizbulah a Îran piştgirîya wê dike li Îraqê tev digere. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Endamên milîsa Ketaib Hizbulah a Îran piştgirîya wê dike li Îraqê tev digere. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Milîsên Îraqî yên ku Îran piştevanîya wan dike bandora xwe bi kar tîne bo standina pereyên parastinê ji karsaz û bazirganan, bi taybetî li deverên ku ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatin rizgarkirin, li gorî berpirs û welatîyên Îraqî.

Gefên dubare yên van milîsan, ku mîna çeteyan dixebitin, hişt ku hinek Îraqî ji warê xwe koçber bibin û bajarên xwe li pişt xwe bihêlin.

Esaib Ehil el-Heq bi taybetî "Selahedînê xeniqand" bi zora xwe, şênîyekî parêzgehê ku xwest navê wî neyên eşkerekirin ji ber tirsa li ser selametîya xwe wiha got.

Li Selahedînê, milîsên ser bi Îranê "destêwerdanê di hemû alîyên jîyana xelkê de dikin û zorê li wan dikin ku pereyan bidin bi behaneya ku ew berjewendîyên wan diparêzin", wî ji Diyaruna re ragihand.

Endamên Ketaib el-Îmam a ku Îran piştgirîya wê dike di wêneyekê de dîyar dibin, ku milîsê ew di dîroka 24ê Cotmehê de belav kiriye.

Endamên Ketaib el-Îmam a ku Îran piştgirîya wê dike di wêneyekê de dîyar dibin, ku milîsê ew di dîroka 24ê Cotmehê de belav kiriye.

Wî got ku "herkes, di nav de cotkar, xwedanên xwaringehan, xwedanên firoşgehan, hunermend û herwiha şînîfiroşên li kolanan, divê parekê ji dahata xwe bidin milîsan," û da zanîn ku dibe ku qayilnebûn bi dana pereyan bibe buhayê kuştinê.

Şênîyekî Mûsilê ku daxwaz kir navê wî neyên eşkerekirin ji Diyaruna ragihand ku destbadana ji alîyê milîsan ve ew û xwedanên firoşgehan ên din "bê çare kirin ji bilî girtina firoşgehên xwe û koçberîya ji ber fişarê".

"Endamên milîsê li bazarê digerin bo hejmara firoşgehan nas bikin û bo destnîşan bikin her firoşgehek çiqasî bide mehane, bo ew dahata bacên xwe bihejmêrin, a ku dibe bigihêje bi sedên dolaran," wî got.

"Wan jîyana me pir azar û êş kir û êdî em û melbatên xwe ne bi selamet in," wî got. "DAIŞ sedema bêwarîya me bû, û ev fişar ku milîs aniha li me dikin dê bihêle ku em carekî din koçber bibin."

''Destbadana xelkê"

Li parêzgeha Nînewayê, milîsên çekdar ên Îraqî yên ser bi Îranê ve, ku fînansa xwe ji Îranê werdigirin, "destbadanê bi xelkê re bi kar tînin û zorê li wan dikin ku pereyan bidin li hember parastinê", endamê parlemanê Îraqî ji parêzgeha Nînewayê, Hesen Elaw Cibûrî, ragihand.

"Piranîya xelkê pereyan didin bo xwe ji çavsorîya milîtanan biparêzin," wî ji Diyaruna re got, û da zanîn ku xelk bi hêrs e, ji ber piştî şikestina DAIŞê, hêzeke din cihê wê girt.

Cibûrî got ku hêzên Îraqî yên li parêzgehê çalak in hikûmeta federal ji van kiryarên destbadanê agahdar kiriye, û da zanîn ku wî bi xwe çendîn car ev pirs li parleman qal kiriye.

Wî got ku yekane çareserîya rasteqîn ew e ku "milîs û hêzên çekdar ji bajar û bajarokên rizgarbûyî derkevin", û herwiha were zelalkirin ku polîsê Îraqî berpirsyar e ji bicihkirina yasayê û "tu kes ji yasayê ne mezintir e".

"Ev yakane rê ye ku em dixwazin ev pirs li gorî were çareserkirin," wî got.

Herwiha, serokê Hevbendîya Qerar a Îraqî, Esîl Nucêfî bang li van "hêzên çekdar ên nibixêr" kir ku ji bajaran vekişin, û teqez kir ku divê yekane hebûna fermî ya hêzên ewlekarîya Îraqî be.

"Mafê tu pêgeheke paralîl tune ye ku çalakyên ne yasayî yên ku ziyanê dighînin xelkê bikin," wî ji Diyaruna re ragihand, û balkişand ser rola Esayib Ehil el-Heq di bobelata dawî ya Mûsilê de.

Noqbûna qeyika li Mûsilê di çemê Diclayê de -- ku tê de dora 100 kesî mirin -- balkişand ser gendelîya li navçeyên Îraqî, yên ku karîgerîya milîsên Îran piştgirîya wan .dike li wan heye

Milîs giranîyê didin navçeyên rizgarbûyî

Milîsên Îraqî yên girêdayî Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) -- bi taybetî Esayib Ehil el-Heq û Ketaib Hizbulah -- xwe dispêrin standina tiştên bi kotekî daku opersyonên xwe fînans bikin, pisporê stratîjîk Elaa Naşû wiha ji Diyaruna re got.

Wî da zanîn ku ev milîs li tevahîya Îraqê kar dikin, lê "ew giranîyê didin deverên nûrizgarbûyî ji ber ku xwedî ewlehîyek jihevketî ne, daku xelkê bi girîngîya hebûna xwe bixapînin û wan têbigihînin ku bêyî wan nabe bo parastina wan û samanên wan."

Naşû daxuyand ku "di dawîyê de ev yek dihêle ew bela xwe di niştecihan de bidin daku pereyên parastinê bistînin an jî samanan bidizin," û da zanîn jî ku hinek raport dibêjin ku 20% ji aborîya welat di destên milîsan de ye.

Naşû got ku ev milîs pereyên parastinê kom dikin ji ber kufînansa wan kêm bûye di encama sizayên Amerîkayê yên li ser Îranê hatine sepandin û hewiriha ji ber girtina bankên ne yasayî yên têkildarî çavkanîyên fînansên wan.

Wî anî ziman ku ev milîs pereyan ji kompanîyên bazirganîya komfiroş û kitfiroş derdixînin û gefan li wan dixwun û herwiha ji sektorê taybet jî û heta kampanîyên navîn û biçûk li deverên ku ewlehî li wan kêm be jî distînin."

Naşû got qazencên geracên giştî û yên xizmeta nexweşxane, navendên bazirganîyê û kamyonên barkirinê jî bûne ev armanca van milîsan.

Naşû dîyar kir ku xebatkarên xizmetguzarîyên giştî û yên şaredarîyê jî daku girêbestan bidin kesên ku bertîlan didin milîsan rastî zextan tên.

Tu vê mijarê diecibînî?

10 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Çi kesê ji te dibêje ku ev derew e, ji wî re bibêje ku ew şeytaneke. Ez yek ji wan kesan im ku milîsên Esa'ibê nanê wan armanc kiriye. Wan dora 150,000 dînaran li ser otombîla min a Kia ya ku min bo kirîna pêdivîyên malê bi kar tanî sepand. Lewra min ew firoşt. Kesê ku baca parastinê ji min stand navê wî Seyid Diya ye, ku ew berpirsê Yesribê bû li Selahedînê. Min otombîla xwe firoşt û min ji warê xwe jî bar kir. Numereyên telîfonê yên kesên ku pere kom dikirin li ba min hene.

BERSIV BIDE

Ev ne rast e. Milîsên ku hûn qala wan dikin berevanî li rûmeta we kirin û xaka we rizgar kirin dema ku hûn tev hevalên xwe li Hewlêrê nivistî bûn. Gotinên we tiştekî tenê nîşan didin: Tu nivîserê van babetan leşkerekî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) î. Xweda te û yên mîna te û kesên ku piştgirîya gotinên we dikin bibe tehlukeyê, bi cahê Mihemed û malbata Mihemed!

BERSIV BIDE

Bila ew pêşî rûmet û namûsa xwe biparêzin, pişt re biçin namûsa xelkê biparêzin.

BERSIV BIDE

[Gotinên vala]. Çima hûn qebûl nakin? Werin Mûsilê û bibînin ka rewşa cihê ew hertiştî lê kontrol dikin çi ye; Ew dixwazin di hemû projeyan de pişkdar bin û ji xelkê dixwazin ku parekê bidin wan, çi firoşgeh be yan tiştekî din be.

BERSIV BIDE

Ew bûn ên ji wan re tê gotin milîs ên ku gelek qurbanî dan bo xelaskirina gelê me ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û kiryarên wê yên tawankarî. Lê, dîyar e ku hinek kes ji ber DAIŞê diêşin ji ber ew xwedan berjewendî û destketîyên hevbeş in bi wan re. Lewra ew li pey wan çûne û ne xema wan e li gel û niştîman miqatebin. Şer û neçakî xwedan çekên bihêz in li Îraqê û ew ligel Şeytan hevkarîyê dikin bo garantîkirina hebûna xwe. Yek ji siyasetvanên çerxa kevin hevahengîyê bi Turkîyayê re dike li dijî Îraqê ji ber ku ew ji hêla serbazî ve piştevanîya wî dike. Lewra, ew xwe diteqîne, gefa dike, û qala neyînîyan dike û wan radixe ji ber sedemên tayifgerî, tevî ku wî alîkarîya dagirkirina parêzgehê ji hêla DAIŞê ve kir, û destek da wan ku êrîşî bajar bikin. Ev tenê besî wî nake, belê wî hêzên Turk anîn û hevahengî ligel PKK kir bo dagirkirina beşekî ji bakurê parêzgehê û bo dizîna gaz û neftê û karkirina di qaçaxîya şûnwaran û hebên hişbir de.

BERSIV BIDE

Were û li milîsên li cem me binêre û paşê biaxêve.

BERSIV BIDE

DAIŞ û ev hemû milîsên hov tirîyên Îrana bêrewişt in. Xwedayo, tu bi heqê vê Meha Pîroz bikî berê xwe bide wan!

BERSIV BIDE

Derew û gotegot!

BERSIV BIDE

Ev ne rast e.

BERSIV BIDE

Derwîn! Ji xwe şerm bike! Heşda Şaebî rûmeta te ye.

BERSIV BIDE