Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Milîsên ser bi Îranê vê zordarîyê li xelkê Nînewayê dikin

Hesen Obêdî li Bexdayê

Kesine Îraqî di meşekê de beşdar in, li Mûsilê di 8ê Hezîrana 2018an de, bo pîrozkirina Roja Qudis, ku ev roj ji hêla Îranê ve di sala1979an de hatiye destnîşankirin. Gelek beşdar endamên milîsên ser bi Îranê ne, milîsên ji deverên ji derveyî Mûsilê. [Zeyd Obêdî/AFP]

Kesine Îraqî di meşekê de beşdar in, li Mûsilê di 8ê Hezîrana 2018an de, bo pîrozkirina Roja Qudis, ku ev roj ji hêla Îranê ve di sala1979an de hatiye destnîşankirin. Gelek beşdar endamên milîsên ser bi Îranê ne, milîsên ji deverên ji derveyî Mûsilê. [Zeyd Obêdî/AFP]

Parlemantarên Îraqî û berpirsên herêmî bang li hêzên ewlekarîyê yên Îraqî kirin ku dawîyekê ji tundî û zordarîya ku milîsên ser bi Îranê yên ku li parêzgeha Nînewayê çalak in deynin.

Wan teqez kir ku ev milîs çalakîyên ku ziyanê dighînin aramîya bajarên ji "Dewleta Îsalmî" (DAIŞ) hatine rizgarkirin dikin, û nahêlin ku kesên aware vegerin warên xwe.

Parlemantarê Îraqî Ehmed Cubûrî, yê ku nûnertîya Nînewayê dike, bang li Wezîrê Berevanîyê Cuma Enad û Wezîrê Hundir Osman Xanimî kir ku tev bigerin û "dîyardeya zordarîkirinê ya li xalên pişkinînê berbelav e nehêlin".

Divê xalên pişkinînê bi tenê di destê Birêveberîya Karûbarên Xalên Pişkinînê ya Wezareta Hundir de, wî roja 31ê Gulanêst di Twitter de wiha nivîsî, û daxwaz kir ku kamîrayên ewlehî li xalên pişkinînê werin danîn.

Di nava du heftîyan de, şênî û ajokarên kamyonan ên ji Deşta Nînewayê 13 gilînameyên li dor tadarîya li xalên pişkinînê li wan tên berz kirine, berpirsekî di ofîsa parêzgarîya Nînewayê ragihand.

Berpirs got ku xwedanên gilînameyan qala bûyerên tadarîyê û dawa bertîlan kirin, ên ku wan got ku ew li xalên pişkinînê yên ne fermî yên ku milîsên Heşda Şebek, Tevgera Babîlon, Ketaib Hizbulah û Esaib Ehil el-Heq pêk anîne rû dane.

Ajokarên kamyonan ên ku xwarinê û matryalên avakirinê ji Bexdayê yan ji Herêma Kurdistanê tînin Mûsilê û deverên din ên parêzgeha Nînewayê gilî dikin ku dema ew derbas dibin pere ji wan tên xwestin.

Dem hatiye milîs nemînin

Berpirsê xwecihî got ku hinek sivîlan gilî kir ku milîsê bi awayekî neyasayî tiştên wan pişkinîn dikin û malbatan bêhtir ji du demjimêran li xalên pişkinînê bêyî hebûna sedemekê dihêlin.

Wî got ku dema ku hêzên Îraqî li şanên DAIŞê û veşartgehên wan li Hetra, Beac û li deverên li nêzî sînorê bi Sûrîyayê re digerin, "ev milîs bi kirina hinek kiryaran mijûl in ku tu cudahî di navbera wan û tawanên DAIŞê de tune ye".

Hêzên Îraqî êdî şêwazê bicihbûna xwe li deverên nû dikin, û hinek xetên gerim ên telîfonê terxan kirin bo xelk wan ji bûyerên tadarîyê û dawakirina bertîlan agahdar bike, li gorî heman berpirsî.

Sala par, Amerîkayê siza li ser serkirdeyên milîsan sepandinji ber binpêkirina mafên mirov li Nînewayê û li navçeyên li bakur û rojavayê Îraqê.

Êdî derxistina milîsan ji bajarên Îraqî "bûye girîngîyek û daxwazeke sereke ya xelkê bajarên rizgarkirî ye", parlemantarê Îraqî Hamid Mutleq, endamê komîteya ewlehî û berevanîyê ya parleman ragihand.

Gilî û gaziyanên mîna van li Enbarê jî hene, wî ji Diyaruna re got, ku cotkar li parêzgeha li rojavayê welat gazinan ji zêdegavîyên milîsan dikin.

Îraq ber bi hilbijartinên pêş wext diçe, "ku ev yek bi hewcedarî serbixwebûneke tam û atmosfîreke ewleh a bêyî hebûna fişarê li ser dengderan e", wî got. "Hêvî heye ku dê hikûmeta nû bi awayekî cedî."

Bêwar ji vegerê dilsar in

Li gorî Nebîl Hacî Elû, şênîyekî navçeya Tel Keyf li parêzgeha Nînewayê, milîs sedema serekî ne ku gelek xelkê bêwar navegere warê xwe.

"Bi hebûna polîs û artêş xelk hest bi ewlehîyê dike, lê hinek milîs hene sûdê ji heyma DAIŞê werdigirin," wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ew hewl didin ku xwe mîna parêzvanên xelkê nîşan bidin "lê binpêkirinan dikin" mîna danîna xalên pişkinînê yên demkî, yên ku bo tadarîkirin li xelkê deverê û standina pereyan ji ajokarên lorîyan tên bikaranîn.

Hejmareke mezin û zêdebar ji gilî û gazinan êdî digihêje guhên endamên parleman yên ku daxwaza tevgerê û rêkaran dikin, lêkolîner di warê karûbarên siyasî yên Îraqî de Ehmed Hemdanî ragihand.

Ev yek zelal dike ku êdî milîsên ser bi Îranê li Nînewayê û her parêzgeheke Îraqê "bûne çavkanîyeke nerehetîyê û nîgeranîyê", wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku divê Serokwezîr Mustefa Kazimî vê rewşê çareser bike, "ji ber xelk milîsên ser bi Îranê ve [generalê Îranî yê berê Qasim Sulêmanî], û yên aniha wêneyên Qaanî bilind dikin qebûl nake".

Emîd Smaîl Qaanî bû fermandarê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê piştî kuştina Sulêmanî di Kanûna Duyem de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500