Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Serkirdeyekî Heşda Şaebî di tomareke dengî de gefê li fermandarekî Îraqî dixwe

Faris Omran

Tomareke dengî ku tê de serkirdeyê Heşda Şaebî Ehmed Nesrelah, ku wekî Hecî Ebû Zeyd tê naskirin, gef li Fermandarê Operasyonên Enbarê Nasir Xenam dixwe, di 3yê Kanûna Yekem de li ser înternetê hate belavkirin. [Wêne ji înternetê hatiye wergirtin]

Tomareke dengî ku tê de serkirdeyê Heşda Şaebî Ehmed Nesrelah, ku wekî Hecî Ebû Zeyd tê naskirin, gef li Fermandarê Operasyonên Enbarê Nasir Xenam dixwe, di 3yê Kanûna Yekem de li ser înternetê hate belavkirin. [Wêne ji înternetê hatiye wergirtin]

Tomareke dengî ya serkirdeyekî Hêzên Heşda Şaebî ya alîgirê Îranê ku gefan li efserekî payebilind ê artêşa Îraqî dike, ku hefteya borî li ser înternetê hat belavkirin, bû sedema hêrseke berferehdi nav Îraqîyan de.

Di peywendîyeke telefonî de ligel Dîa Mihemed, Serkirdeyê Fermandarîya Operasyonên Enbarê, Ehmed Nesrelah, cîgirê fermandarê Heşda Şebî li rojhelatê Enbarê, tê bihîstin ku gefê li Fermandarê Operasyonên Enbar Nasir Xenam dixwe, li gorî tomareke dengî ya ku roja Pêncşemê (3yê Kanûna Yekem) li ser înternetê hatiye belavkirin.

Nesrelah, ku wekî Hecî Ebû Zeyd jî tê naskirin, gef xwar ku ew dê destê Xenam jê bike eger ew israr bike ku tabloyên Ebû Mehdî Mihendis, berpirsekî payebilind ê Heşda Şaebî ku di Kanûna Duyem de di êrîşeke Amerîkayê de hate kuştin, an ê kesayeteke din ji Heşda Şaebî bîne xwar.

Xenam pêştir ferman dabû berpirsan daku ji bilî ala Îraqî, hemî alan, pankart û tablo û wêne ji kolan û meydanên giştî yên Enbarê ra kirin.

Fermandarê Operasyonên Enbarê Nasir Xenam di 28ê Tebaxa 2019an de seredana xalên ewlehîyê yên artêşê li parêzgeha Enbarê dike. [Wêne ji Wezareta Berevanîya Îraqê hatiye wergirtin]

Fermandarê Operasyonên Enbarê Nasir Xenam di 28ê Tebaxa 2019an de seredana xalên ewlehîyê yên artêşê li parêzgeha Enbarê dike. [Wêne ji Wezareta Berevanîya Îraqê hatiye wergirtin]

Hikûmeta Îraqê roja Înê li ser daxwaza Serokwezîr Mustefa Kazimî lêpirsînekê li ser bûyerê vekir.

Fermandarîya Operasyonên Rojhelatê Enbarê ya Heşda Şaebî ragihand ku wan Nesrelah ji erk dur xistiye û ji bo "sivikatîkirin bi efserekî Îraqî" lêpirsîn pê re hatiye vekirin.

''Hewildaneke provokatîf''

Ew tomara dengî ji hêla raya giştî ya Îraqê ve rastî nerazîbûneke berfireh hat.

Gefa Nesrelah "hewildaneke nû ya provokatîf" e ji bo ceribandina sebra hêzên Îraqî, Ebû Taha, niştecihekî ji Bexdayê, got.

Ew beşeke ji hewildanên milîsan e ku artêşa Îraqî biçûk bixe û hêza wê ji destê wê bigire, wî ji Diyaruna re got. "Tiştên wiha divê bêyî hesabpirsînê nemînin."

Serkirdeyên milîsan "artêşa Îraqê riswa dikin û êrîş dibin ser serkirde û sembolên wê yên ku qanûn û desthilata dewletê temsîl dikin", pisporê leşkerî Celîl Xelef Şiwayil ji Diyaruna re got.

Ev daxuyanîyana pîrozîya artêşê binpê dikin, ya ku ji bo parastina welat bêhejmar fedakarî kirîye û dike, wî got.

Şiwayil got ku hikûmet ji parastina rûmeta artêşê berpirs e û divê "tedbîrên mezintir" bigire daku ji Nesrelah hesab bipirse, ji ber ku ew beşekî ji PMF ye, ku dikeve bin destê hêzên ewlehîyê yên dewletê.

Wî ji hikûmetê xwest ku rûbirûyê hewildanên milîsan ên ji bo lawazkirina dewletê û sazîyên wê, bi taybetî sazîya leşkerî, bibe.

Wî herwiha bang kir ku dawî li bandora wan û xwedîkirina wan a çekên neqanûnî bîne ku gef li ewlehîya Îraqê û ewlehîya welatîyên wê dike di dema ku welat xwe ji hilbijartinên parlemanî yên sala bê re amade dike.

Ev ne cara yekê ye ku Ketaîb Hîzbulah êrîşî fermandarekî leşkerî yê Îraqî dike. Sala dawî, sazîyên ragihandinê yên alîgirê Îranê -- di nav de Tora Medyayî ya Berxwedanê û Îtîcah TV, sazîya ragihandinê ya Ketaîb Hîzbulah -- Fermandarê Operasyonên Enbarê Mehmûd Felahî bi xîyanetê tawanbar kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500