Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Zêdegavîyên milîsên Îran piştevanîya wan dike dibin cihê hêrsa Îraqîyan

Faris Omran

Endamên milîsa Hereket Nuceba ya ku Îranê piştevanîya wê dike di vê wêneyê de dîyar dibin, ku li ser malpera fermî ya milîsê di 13ê Gulanê de hatiye belavkirin.

Endamên milîsa Hereket Nuceba ya ku Îranê piştevanîya wê dike di vê wêneyê de dîyar dibin, ku li ser malpera fermî ya milîsê di 13ê Gulanê de hatiye belavkirin.

Milîsên Îran piştevanîya wan dike bi dijminahî û bêrêzdarî bersiva biryarên dawî yên hikûmeta Îraqî ca, vê yekê jî rayedarên Îraqî hêrs kirin û bû sedema rexnekirina raya giştî ji kiryarên wan re, xebîr û berpirsan wiha ji Diyaruna re ragihand.

Ji Tîrmehê ve, dema ku serokwezîrê Îraqî Adil Ebdul Mehdî ragihand ku ew plan dike ku Hêzên Heşda Şaebî ji nû ve bi rêxistin bike, gef û sorkirinên rêberên milîsan li dijî hikûmetê di zêdebûnê de ne.

Biryarnameya 21ê Tîrmehê fermana cihgirtina hemû komên çekdar di nav artêşa Îraqî de da, û ji elementên Heşda Şaebî xwest ku hemû girêdanên xwe bi milîsên xwe yên berê re bibirin, û daxwaz kir ku xalên pişkinînê û ofîsên milîsan bên girtin.

Biryarname piştî zincîrek ji êrîşan li dijî misyonên diplomasî û berjewendîyên navdewletî li Îraqê hat, ku penceyên tohmetê bo komên çekdar ên ser bi Îranê ve hatin dirêjkirin.

Cîgirê serokê Hêzên Heşda Şaebî Ebû Mehdî Muhendis (navê) bi serokê Lîwayê 30î Waed Qado (rast) tê dîtin di wêneyekê de ku di malpera fermî ya Lîwayê 30î de roja 9ê Tebaxê hatibû belavkirin.

Cîgirê serokê Hêzên Heşda Şaebî Ebû Mehdî Muhendis (navê) bi serokê Lîwayê 30î Waed Qado (rast) tê dîtin di wêneyekê de ku di malpera fermî ya Lîwayê 30î de roja 9ê Tebaxê hatibû belavkirin.

Di yekem bersivê ji biryarnameyê re,milîsa ser bi Îranê ve Ketaib Hizbulah got ku ew biryarê weke hewlekê bo "tawanbarkirin" û "riswarkirina" endamên xwe dibîne.

Di daxuyanîyekê de roja 22yê Tîrmehê ya ku herwiha hinek ji milîsên ku Îran piştevanîya wan dike bi hêrs kirin, Ebdul Mehdî got kuew Fermandarê berê yê Operasyonên Enbarê lîwa Mehmûd Felahî bêrî dike.

Felahî qurbanîya kampanyayeke reşkirinê bû, ku alavên ragihandinê yên ser bi Îranê ve ew bi xiyanetê gunehbar kirin.

Di daxuyanîyekê de Ketaib Hizbulah gef xwar ku ew dê "nehêl mijar bi hêsanî biçin serî", û rêberên siyasî yên nêzîk ji Îranê helwestên hevşêwe nîşan dan.

Têkilîyeke dijminane

Ev têkilîya dijminkarî ya di navbera hikûmetê û milîsên çekdar ên Îran piştevanîya wan dike ne nû ye, şirovekarê siyasî Îsam Feylî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ew rayên xwe ji şopdarîya milîsan ji felsefeya Wîlayet el-Feqîh digire, ya ku bang bo şopdarîyê ji rêberê mezin ê Îranê Elî Xameneî re dike.

Wî daxuyand ku ev yek van milîsan dixe berberîyeke îdyolojî ya rasterast bi hikmeta Îraqî re, ji ber ku şopdarîya vê felsefeyê rê nade wan ku berjewendîyên niştîmanî yên Îraqî têxin di rêza yekem de.

Wî got ku di heman demê de hikûmeta Îraqî hewl dide ku ji tengijî û milmilanîyên herêmî bi dûr bixe, û da zanîn ku Îraq naxwaze derbasî milmilanîyên ku ewlehî û aramîyê wê têxin xeterîyê de bibe.

Feylî teqez kir ku ev pir girîng e ji ber ku ev ne demeke dirêj e ku şerekî dijwar bi "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) re bi dawî bûye, û hîn jî Îraq şer bermahîyên rêxistinê dike.

Lîwayê 30î yê Heşda Şaebî, bi serokatîya Waed Qado, vê dawîyêfermanên hikûmtê yên têkildarî valakirina baregehên xwe ûû vekişîn ji Deşta Nînewayê red kirin.

Roja 5ê Tebaxê, medyaya Îranî got ku peyvdarê Hereket Nuceba Nasir Şemerî got ku milîsa wî dikare "di kêmtir ji heftîyekê de dest deyne ser hikûmeta Îraqî eger ew li dijî Îranê xwe helwestdar bike".

Heftîyekê paş wê, serokê Encumena Zanayên Şûra a Hereket Nuceba Yûsif Nasirî banga têkdanaartêşê kirû hêzên wê weke çete bi nav kirin.

Hêrseke cemawerî ya berfireh bû bersiv ji daxuyanîya wî re, û Heşda Şaebî bi eşkere xwe ji Nasirî bêrî kir, û got ku ew bi tenê "guzariştê li bîr û bûçûnên xwe yên taybet dike".

Dilsozîyên hevdij

"Dora 34 milîsên Îraqî ku girêdayî Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) ne hene ku piştevanî, çek û fermanên xwe ji Hêza Qudsê ya Pasdaran werdigirin," şirovekarê sîyasî Xazî Fêsel Husên wiha ji Diyaruna re eşkere kir.

Ev milîs "dilsozên rêberê bilind ê Îranê, Elî Xamenyî ne, û peyrewên mezheba Wîlayet el-Fiqih in," Husên, şêwirmendekî Navenda Lêkolînên Stratejîk a Îraqê ye, wiha got.

Wî destnîşan kir ku "ev têkilî û îdyolojîya kujer dihêlin ev milîs heya mirinê di ber Tehranê de şer bikin."

Husên şerê van milîsan bi hikumetê re wiha şirove kir "ew bi hikumeta Îraqê re şer dikin û xerabîyê digihînin dezgehên wê yên fermî gava çi biryareke hikumî bandoreke neyînî li vîn û xewnên Îranîyan dike."

Husên dîyar kir ku "jirêderketina van milîsan û sekina wan li hember rejîma Îraqî û qanûnê tiştekî tirsnak e," wî teqez kir jî ku "ew guh li çarenûs û pêşeroja" Îraqê nakin.

Wî anî ziman ku weke bersiv, hikuemta Îraqê hewl dide sîyasetên wê yên derve hevseng bin û li dijî çi kirineke ne qanûnî yan jî çi tiştê ku destûrê bin pê bike xwedî helwest be.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500