Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Şirovekar: Reftarên Hizbulah aborîya Lubnanê dixin xeterîyê

Nîhad Topalyan li Beyrûtê

Alîgirên Hizbulah li gotareke serokê partîyê Hesen Nesrelah ku li ser ekranekê tê nîşandan li bajarê Nebetîyayê li başûrê Lubnanê roja 12ê Kanûna Duyem temaşe dikin. [Mehmûd Zeyat/AFP]

Alîgirên Hizbulah li gotareke serokê partîyê Hesen Nesrelah ku li ser ekranekê tê nîşandan li bajarê Nebetîyayê li başûrê Lubnanê roja 12ê Kanûna Duyem temaşe dikin. [Mehmûd Zeyat/AFP]

Şirovekar dibêjin ku Lubnan dê nikaribe qerzên ew bi hewcedar e bo derketina ji qeyrana aborî bi dest bixe, ji ber Hizbulah, a ku ser bi Îranê ve ye û bandora wê di parleman de, ku ew partî û hevalbendên xwe gelekahîyekê pêk tînin.

Xebîrên warê bankîbang bo pakêteke alîkarîyê ji Sebeta Deravan a Navdewletî (IMF) kirin, û gotin ku ev yek dê alîkarîya navdewletî ya ku Lubnan bi hewcedar e misoger bike û dê dilê alîyên deynan bidin bixe cih de.

Nirxê lîreya Lubnanî pir kêm bûye ji ber qeyrana aborî û siyasî ya wî welatî, bankan rêkarên tund li ser rakêşana dolar sepandîye hevdem ligel kêmbûneke dijwar di pereyan de.

Lubnanê heftîya borî got ku ew dê senedeyên Yorobond yên bi qasî 1.2 milyar dolar bo cara yekem nede, û da zanîn ku ev yekane rê ye bo hiştina yedekê xwe ji diravên biyanî.

Hizbulah posterên fermandarê Feyleqê Qudis ê Pasdaran Qasim Sulêmanî bi dirêjahîya rêya diçe Zehlê li Deşta Bîqaa a Lubnanê danîne. [Nîhad Topalyan/Al-Mashareq]

Hizbulah posterên fermandarê Feyleqê Qudis ê Pasdaran Qasim Sulêmanî bi dirêjahîya rêya diçe Zehlê li Deşta Bîqaa a Lubnanê danîne. [Nîhad Topalyan/Al-Mashareq]

Hizbulah bi awayekî tund li dijî destêwerdana biyanî di aborîya Lubnanê de derket.

Lê di daxuyanîyeke ku bi rêya televîzyonê roja Înê (13ê Adarê) hat weşandin, serokê Hizbulah Hesen Nesrelah ji helwesta xwe vegerîya, û got ku partîya wî qebûl dike ku Beyrût pakêteke alîkarîyê ji Sebeta Deravan a Navdewletî (IMF) li gorî "mercine baş" werbigire.

Lê wî hişyarî da ku "divê Lubnan nekeve li jêr çavdêrîya tu alî û divê birêveberîya xwe ya aborî û darayî radestî" tu hêzên biyanî neke.

Partîyê berî aniha gotibû ku wê merc û "çareserîyên amadekirî" yên ku ajansên cîhanî dixwestin ferz bikin red kirine, û wê hişyarî ji tiştê wê nav lê kir "hejmûna biyanî" li ser aborîyê da.

Nesrelah ''nikare ku mercan bisepîne''

"Tu bijare li pêşya Lubnanê tune ne ji bilî dozkirina alîkarîyeke navdewletî ji IMF, û ew ne di wê rewşê de ye ku mercên ku serokê Hizbulah Hesen Nesrelah behsa wan dike bisepîne," şirovekarê siyasî Elyas Zuxbî ji Al-Mashareq re ragihand.

"Ew di rewşekê de ye divê serî ji mercên navdewletî re deyne," wî got. "Lewra, redkirina partîyê ji mercên ku IMF dariştine dê Lubanên ji alîkarîya navdewletî û Erebî bê par bike."

"Cîhan nikare alîkarîyê ji Lubnanê re misoger bike ji ber ku hikûmeta Hesan Diyab berdewam e di bicihanîna fermanên Hizbulah de li jêr perdeya hikûmeteke serbixwe û teknoqrat," wî got.

Zuxbî got ku rewş dê wiha be "heta ku Hizbulah, bi fermanên Îranê, fişarê li siyaseta derve ya Lubnanê dike û wê ji bo berjewendîya mehwerê berxwedanê bi kar tîne", Zuxbî got.

Miletê Lubnanê "dest pê kiriye gazinan ji partîyê dike ji ber rewşa şepirze ya ew jîyan dikin", birêveberê Navenda Lubnanî bo Lêkolîn û Şêwirdarîyê Hesan Qutb ji Al-Mashareq re ragihand.

Wî dîyar kir ku ev yek ji ber ku Hizbulah berpirsyar e ji xistina Lubnanê di alozîyên herêmî û navdewletî de û ev yek ji serencamên van reftaran e.

Wî hişyarî da ku heta ku têkilîyên hizibê bi Îranê re hebin û ew xizmeta ajandaya Komara Îslamî bike dê alîkarîya Erebî û navdewletî nebe.

Girêdanên bi milîsên ser bi Îranê ve

Tiştî cihê nîgeranîyê ye ew e rola herêmî ya Nesrelah weke şûngirê dîfakto yê fermandarê Feyleqê Qudis ê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê ye, ku wê hêzê serpereştîya têkilîyên derve yên rejîma Îranî û milîsên bi ser ve dikir.

Hizbulah mezintirîn û bihêztirîn milîs ji van milîsan e, lewra gelek dibînin ku divê Nesrelah valahîya di pêşengtîyê de ya piştî mirina Sulêmanî dagire.

Li gorî Qutb, Nesrelah "berpirsyarîya birêvebirina rewşa milîsên ser bi Îranê ve piştî kuştina Sulêmanî girtiye destê xwe".

"Berpirsyarîya birêvebirina operasyonan li ser milê wî ye, û ew siyaset û stratîjîya Îranê" li seranserê herêmê li cihên ku hebûna van milîsan li wan heye pêk tîne, li gorî Qutb.

"Hizbulah alîkarîyê dide milîsên Îraqî û yên din û pêşengtîya wan dike ji ber post û pêgeha Nesrelah, ku ev yek tê wateya ku wî rol di êrîşên vê dawîyê de li ser hêzên hevpeymanîya navdewletî li Îraqî gerandîye," wî got.

"Di serencamê de, hevpeymanîya navdewletî û Amerîka dê wî berpirsyar ji êrîşên vê dawîyê û yên dê rû bidin bibînin," wî got.

Du rokêt li taxekê li nêzî Zona kesik, a ku pir asê ye, li paytexta Îraqê derengîya Sêşemê ketin, ku ew êrîşa duyem bû wê rojê.

Ev 25 êrîş ji Cotmehê ve li seranserê Îraqê li cihên ku serbaz û diplomatên hevpeymanîyê û yên Amerîkî dimînin pêk tên. Milîsên ser bi Îranê ve tên gunehbarkirin, di nav de milîsa Ketaib Hizbulah.

Dibe têkilîya bi Îranê re rêgir be li ber alîkarîyê

Qutb got ku Amerîkayê piştgirî daye Lubnanê di çaxên zehmet de, û da zanîn ku ew nîgeran e ku hejmûn û serdestîya Hizbulah û têkilîyên wê bi Îranê re bibde rêgir ku Lubnan alîkarîya navdewletî ya jîyandarî bo derbaskirina vê qeyranê wergire.

Lubnan "derbasî qonaxekê ji qeyraneke darayî ya dijwar bûye, û ew bi hewcedarî alîkarîyeke mezin e ji alîyê hêzên navdewletî, dewletên Kendavê -- bi taybetî Erebistana Siûdî -- Amerîka, Ewropa û IMF ve", Zuxbî got.

Wî dîyar kir ku di rola xwe de weke şûngirê Sulêmanî, Nesrelah "berpirsyarê rasterast e" ji êrîşên li ser cihên ku hêzên Amerîkî û yên hevpeymanîyê lê dimênin li Îraqê, eger ew êrîş ne bi destê milîsa Lubnanî jî hatibin pêkanîn.

Zuxbî teqez kir ku tu cudahî di navbera Hizbulaha Lubnanî, Ketaib Hizbulah û milîsên din ên ser bi Îranê ve li Îraq, Sûrîya û Yemenê tune ye.

"Heman erkê wan heye, lewra Waşinton cudahîyê nake di navbera endamên heman pêgeha şerker a Îranê ava kiriye û pêşengtîya wê dike," wî got.

Wî daxuyand ku Îran di heman demê de li jêr fişara sizayên Amerîkî dinale û qeyraneke aborî û siyasî jîyan dike, û da zanîn ku têkilîyên Hizbulah bi Îranê û wekîlên wê re dê bo gel û aborîya Lubnanê wêranker be.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500