Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Serkirdeyê milîseke girêdayî Îranê li Bexdayê tê girtin

Faris Omeran

Serkirdeyê payebilind ê Seraya el-Xoresanî Hamid Cezairî, ku di vê wêneyê bê dîrok de dîyar dibe, ji hêla Hêzên Heşda Şaebî ve roja 13ê Kanûna Yekem hat girtin.

Serkirdeyê payebilind ê Seraya el-Xoresanî Hamid Cezairî, ku di vê wêneyê bê dîrok de dîyar dibe, ji hêla Hêzên Heşda Şaebî ve roja 13ê Kanûna Yekem hat girtin.

Hêzên Heşda Şaebî Yekşemê (13ê Kanûna Yekem) Hamid Cezairî, serkirdeyekî payebilind ê milîsa Seraya el-Xoresanî, ya girêdayî Îranê, û 15 ji alîkarên wî di operasyonekê de li Bexdayê girtin.

Ev girtin piştî "xebateke hewalgirî ya berfireh a hikûmetê bo girtina serkirdeyên berê yên hêzên çekdar ên tawanbar bi ziyangihandin bi berjewendîyên Îraqê û têkdana têkilîyên wê yên derve tê", şirovekarê siyasî Ehmed Şewqî ragihand.

"Cezairî serkirdeyeke ku kiryarên wî yên binpêkirina serwerîya dewletê rûreşîyeke mezin ji hikûmetê redi mehên dawî de çê kir," wî ji Diyaruna re got.

Wî balkişand ser êrîşên milîsan ên li ser şandên diplomasî û baregehên serbazî yên mêvandarîya leşkerên Hevpeymanîya Navdewletî dikin.

Fermandarê Feyleqê Qudis ê Pasdaran Qasim Sulêmanî li tenîşt serkirdeyê Seraya el-Xoresanî Hamid Cezairî rûniştîye. Dîroka vê wêneya li ser înternêtê belav bûye ne xuya ye.

Fermandarê Feyleqê Qudis ê Pasdaran Qasim Sulêmanî li tenîşt serkirdeyê Seraya el-Xoresanî Hamid Cezairî rûniştîye. Dîroka vê wêneya li ser înternêtê belav bûye ne xuya ye.

"Hikûmet van êrîşan û kiryarên din ên tundûtûjîyê weke gefeke mezin li dijî dewletê reçav dike," wî got.

Wî got ku lewra hat xwestin ku fermandarên van hêzan werin girtin û li gorî yasayê werin darizandin, piştî komkirina agahîyên hewalgirî yên teqez dikin ku ew berpirsyar in ji çalakîyên ku ewlehîyê têk didin û dewletê lawaz dikin.

Fermana girtinê bêhtir ji du mehan piştî dûrkirina Cezairî ji fermandarîya Lîwayê 18ê yê Heşda Şaebî bi biryara serokê Heşda Şaebî Falih Feyad, ji ber sedemine ne dîyar, hat.

Girtinên bêhtir tên pêşbînîkirin

Şewqî da zanîn ku Cezairî serkirdeyekî xuyayî yê milîsê ye ku ew yek ji wan kesan bû ku serkêşîya xwenîşandanaalîgirên Ketaib Hizbulaha li pêş balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê berî salekê hatibû organîzekirin kirin.

Kiryarên sebotajê yek ser pêk hatin, û agir girt dergehê avahîyê.

Herwiha Cezairî di rêza yekemîn de di merasîmên definkirina generalê Îranê Qasim Sulêmanî ûcîgirê serokê Heşda Şaebî, ên ku di êrîşeke asmanî ya Amerîkayê de li nêzî balefirgeha Bexdayê di destpêka vê salê de hatin kuştin hatibû dîtin.

Hinek raportan wê çaxê got ku Cezairî di êrîşê de hat kuştin, ku ew li nêzî Sulêmanî bû, lê pişt re wî ev yek di tomareke deng de red kir.

Seraya Xoresanî bi pêkanîna êrîşên bi rokêtan li ser Zona Kesik û baregehên serbazî li Bexdayê tên tawanbarkirin, herwiha bi kuştina çendîn xwenîşanderan di dema birêveçûna nerazîbûnên cemawerî de.

Ew ligel Ketaib Hizbulah û komine din bi terorkirina çalakgeran, mîdyakaran û kesayetine din, di nav de xebîrê ewlehî Hîşam Haşimî, tên tawanbarkirin.

Derketina alozîyan bi Heşda Şaebî re

Girtina Cezairî hevdem ligel raportên qala alozîyan di nava rêzên Hêzên Heşda Şaebî de dikin tê, ku li gorî agahîyên berdest cudahîyên kûr li dor hejmûnê di navbera Ketaib Hizbulah û Esaib Ehil el-Heq de, ku ew girêdayî Îranê ne, hene.

Şewqî dîyar kir ku tê pêşbînîkirin ku girtinên bêhtir derheqê fermandarên milîsê de hebin, ku ev yek jî hewlên hikûmetê yên sepandina serwerîya dewletê û cezakirina alîyên yasayê bin pê dikin raber dike.

Li gorî agahîyan, Duşemê emîndarê giştî yê Seraya el-Xoresanî Elî Yasirî xwe radestî beşê ewlekarî yê Heşda Şaebî kir, piştî hêzeke wê pêngaveke lêgerînê di derheqê wî de dest pê kiribû.

Di pêngavê de, wan 30 çekdarên girêdayî Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) girtin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500