https://diyaruna.com/kmr/articles/cnmi_di/features/2019/04/11/feature-01

×
×
Siyaset |

Gendelî li jêr sîya milîsên têkildarî Îranê li Îraqê belav dibe

Faris omran

image

Fermandarê Esaib Ehl el-Heq Qeys Xezelî (R) bi Heyder Ebadî re rawestiyaye, endamekî milîsê yê navdar ê guman heye ku destê wî di bobelata qeyika Mûsilê de heye, di wêneyeke ku di 27ê Adarê de li ser înternetê hatiye weşandin.[Wêne ji Navenda Medyayî ya Nînewayê hatiye wergirtin]

Binavbûna qeyika ku çemê Dicleyê li Musilê derbas dikir -- bûyereke ku nêzî 100 kesî tê de hatin kuştin -- bal kişande ser gendelîya ku li herêmên Îraqê yên ku milîsên Îran piştgirîya wan dike li wir desthilatdarîyê dikin, berpirsan got.

Wan got ku milîsên Îran piştgirîya wan dike mîna Esaib Ehil el-Heq, Ketaib el-Îmam Elî, Hereket el-Nuceba, Lîwayê Seyid el-Şuheda, Seraya el-Xurasanî û Rêxistina Bedir "ofîsên bazirganî" li van deveran damezrandine.

Wan dîyar kir jî ku herî kêm heşt ofîs li Mûsilê hene, bêtirî xwe di avahîyên baregehên milîsên ku ew wan raber dikin, ofîsên ku milîs hewl didin di rêya wan de kontrolê bikin û bandorê li çalakîyên bazirganî yên xwecihî bikin.

Li gorî Parlementerê Îraqî Felah Hesan Zêdan, ê ku Nînewayê di parleman de raber dike, ev yên ji wan re tê gotin ofîsên bazirganî ji alîyê komên çete ve tên birêvebirin "ên ku tenê armanca wan ew e ku pereyan bi çi rêbazên gengaz bi dest bixin".

image

Endamine milîsa girêdayî Îranê Lîwayê Seyd el-Şuheda li ser navgîneke serbazî radiweste li Mûsilê di 6ê meha Hezîrana sala 201an de, wêneyeke ku ji alîyê milîsan ve li ser înternetê hatiye weşandin.

Dîyar e ku destên endamên milîsan di di hemû cureyên çalakîyên neqanûnî de heneû hatibûn bersûckirin ku wan malê giştî wêran kir û destên wan di gendelîyê de heye herwekî ew hewl didin ku sûdê ji projeyên nûavakirinê wergirin, wî ji Diyaruna re got.

"Di rêya van ofîsan re, weberhêner, belênder û tekekesên [dewlemend] şantaj dikin di rêya standina baceyan û kêmkirina qezencan re," wî got.

"Şantajkirin tade li xizmetguzarîyan mîna stasyonên gaê û navendên bazirganî kir, û herwiha bandor li xwedîyên kargehên piçûk mîna dikanên pîşesazî, xwaringeh û kafêyan kir," wî anî ziman. "Divê hemû buhayê vê yekê deynin."

Wî got ku vê yekê zor li gelek sivîlan kir ku ji Mûsilê derkevin da ku ji ber fişara ji alîyê komên çekdar birevin, û wî not kir "26 malbat ji Mûsilê vê dawîyê ji ber fişarê reviyane ber bi herêma Kurdistanê ve .

"Gendelî ketiye hemû alîyên jîyana me," Zêdan got. "Em dibînin ku ev kom berpirs in derbarê vê yekê û em wan bi dizîya keresteyên parêzgeha xwe bersûc dikin, daku operasyonên xwe temwîl bikin û desthilatdarîya xwe bi hêz bikin."

Destên milîsan di bobelata qeyikê de heye

Bobelata qeyika Dijleyê "encameke gendelîyê bû li ser asta parêzgehan, bobelata ku milîsên girêdayî Îranê berpirs in", Peyvdarê êlî yê Nînewayê, Şêx Muzahim Huwît ji Diyaruna re got.

"Ofîsên bazirganî yên van milîsan dê fişarê bikin da ku peyman bidin da ku projeyên xizmetguzarîyê ji kargehên weberhênanê re cîbicî bikin û bi rê ve bibin, peymanên ku asta herî kêm ji pêvanên tên xwestin pêk nayênin, li hember gelek pereyan," wî ji Diyaruna re got.

Hin caran ev proje dê "tenê li ser kaxezan bin û ne li ser erdê bin", wî got

"Girava geştyarî cihê ku bûyer lê qewimî ya weberhênerekî ye," wî şîrove kir. "Weberhêner dê 30% ji qezencên girava geştyarî bide Esaib Ehil el-Heq weke pereyên parastinê da ku karibe bi rê ve bibe"

Wî got ku kesekî nêzî fermandarê Esaib ehil el-Heq Qeys Xezelî, yê navê wî Heyder Seîdî, berpirsê ofîsên bazirganî yên milîsan bû li Mûsilê û danûstandinên darayî bi weberhêneran re dike.

Di 30ê Adarê de, desthilatdarîyê got ku xwedanên girava geştyarî û qeyikê li Hewlêrê hatin girtin, ligel sê endazyarên " ku emzekirin ku qeyik amade ye û li gorî standeran e".

Piştî bûyera qeyikê, parlemanê Îraî deng da da ku hakimê Nînewayê Newaf el-Kûb û du cîgirên wî dûrî kar bixe, li gorî qewêtîyên Serokwezîr Adil Ebdil Mihdî.

Tedbîrên di pişt re -- di nav de girtin û qedexekirina rêwîtîyê li dijî berpirsên hikûmî yên xwecihî yên din hatin standin.

Peygerîn berdewam in

Hikûmeta Îraqî tîmekî karê lezgîn piştî bûyera qeyikê çêkir, tîmê ku di nav de serokê Zanîngeha Mûsilê, Fermandarê Operasyonên Nînewayê û Serêkê Polîsê diheewîne da ku di bûyerê de bikolin û serperiştîya parêzgehê bikin.

"Peygerîn derbarê bûyerê hîn berdewam in," Huwît got, bang li hikûmetê kir ku hemû kesên destên wan di bûyera qeyikê de hene rastî dadmendî werin.

Wî anî ziman ku Esaib Ehil el-Heq dê rastî lêkolîna deqîq werin ji ber rola wan di bobelatê de heye.

Hiwît bang kir ku yekîneyeke krîzan demezrîne "da ku li hember desthilatdarîya milîsan derkevin û ofîsên wan yên bazirganî û hemû projeyan ji alîyê gendelî û pabendîyê ve seh bikin".

"Em hêvî dikin ku em dawîyekê ji van hemû binpêkirin û bandora komên çekdar ên ku parêzgehên me wêran kirin bibînin," wî got.

Hikûmeta Îraqî mecbûr e ku dest deyne ser dora 40 ofîsên bazirganî yên milîsên çekdar ên ku Îran piştgirîya wan dike li parêzgehên rizgarkirî, pisporê stratîjî Ala Naşû ji Diyaruna re got.

Ev ofîs "aniha kontrola 30% ji abora van parêzgehan dike di rêya bac, şantaj û desteserkirina samanan û projeyên giştî, herwiha kontrolkirina rêyên bazirganîyê û dizîya budceyên nûavakirinê û bi qaçaxî firoştin û û kontrolkirina neftê".

"Divê em gavine bandorbar bidin da ku keresteyên niştimanî ji bo xizmeta desthilatdarîya Îranî û ajindeyên wn ên berfirehkirinê bi dawî bikin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?
28
Na
3 KOMÊNT
Rêbazên Komentan
Captcha

Qedîya!

BERSIV BIDE

Serencama lêpirsînê derxist ku tu berpirsyarîya Heşda Şaebî ji noqbûna qeyikê tune ye. Ji kerema xwe ji agahîyên wiha piştrast bin berî hûn biweşînin.

BERSIV BIDE

Hemû hikûmet û rayedar dizanin lê ew çavên xwe ji rastîyê digirin. Pirsyar ev e: çima her timî em nêzîkî Herêmê dibin dema ku bixwazin bi selamet bin? Ev tê wateya ku hikûmeta Herêmê, tevî tiştên wê yên nerênî, karîye ku pêgeheke sazumendî û serwerîya zagonê ava bike.

BERSIV BIDE