Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Şareza: Kompanîyên serbazî yên taybet ên Rûsî xeterîyeke mezin li ser Sûrîyayê durist dikin

Welîd Ebûl Xêr li Qahîrayê

Şêwirmendine kompanîya Vegacy bo Xizmetguzarîyên Stratîjî tên dîtin di 9ê Sibata 2019an de milîsa Lîwa el-Qudis a ser bi rejîmê ve rahînan dikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Syrian News 1 hatiye wergirtin]

Şêwirmendine kompanîya Vegacy bo Xizmetguzarîyên Stratîjî tên dîtin di 9ê Sibata 2019an de milîsa Lîwa el-Qudis a ser bi rejîmê ve rahînan dikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Syrian News 1 hatiye wergirtin]

Şirovekaran haydarî da ku çeteyên Rûsî yên ku li Sûrîyayê ne gefeke mezin li ser xelkê wî welatî durist dikin ji ber ku ew bi tu yasa û rênimayan ne pêbend in û ew weke amrazekê ji hêla Kremlinê ve tên bikaranîn bo bidestanîna hejmûnê.

Du corên çeteyên li Sûrîyayê dixebitin hene: milîsên ser bi kompanîyên serbazî yên taybet ên Rûsî, yên ku endamên wê xwedan nasnameya Rûsî ne, û milîsên xwecihî yên ku piranîya endamên wê Sûrî ne, ku ji hêla xebîrên Rûsî ve hatine rahînankirin û li gorî fermanên efserên Rûsî tev digerin.

Rûsya xwedan dîrokeke dûvûdirêj e di bikaranîna kompanîyên serbazî de li seranserê cîhanê bi behaneya dabînkirina xizmetguzarîyên ewlehî li welatên ku ew lê tên bicihkirin, xebîrê serbazî Wail Ebdul Mutelib, yê ku ji artêşa Misrî xanenişîn bûye got.

"Di rastî de, ew bi tenê milîsên çeteyan in, ku li gorî fermanên efserên polîsê serbazî yê Rûsî û artêşa Rûsî li ser zemînê tev digerin" wî ji Diyaruna re teqez kir, û bê guman ew "xeterîyeke mezin li ser pêşeroja Sûrîyayê durist dikin".

Polîsê serbazî yê Rûsî li derveyî otombîleke zirxî radiwestin li ber rêya li nêzî bajarokê Amûdê li parêzgeha Hesekê di 24ê Cotmeha 2019an de. [Delîl Sulêman/AFP]

Polîsê serbazî yê Rûsî li derveyî otombîleke zirxî radiwestin li ber rêya li nêzî bajarokê Amûdê li parêzgeha Hesekê di 24ê Cotmeha 2019an de. [Delîl Sulêman/AFP]

"Rastgoyîya wan tune ye, û ew bi tenê amrazeke ne hikûmî ya Rûsî ne ku rola wan ew e ku karên qirêj li ser zemînê durist bikin bo Rûsya jê ne berpirsyar be li hember civaka navdewletî", wî got.

Rêkeftinnameyên Cinêvê "kesên ku çeteyan tecnîd dikin herwiha kesên ku tev komên çete kar dikin tawanbar dikin", Ebdul Mutelib got.

Wî da zanîn ku hebûna van milîsan "tawaneke navdewletî ye ku doza cezakirina sûcdaran dike, ku ev yek wan milîsan ji rewatî û rastgoyîya yasayî bêbeş dike".

"Amrazeke" Rûsî ya li dijî hevalbendan

Milîsa herî girîng a Rûsî li SûrîyayêKoma Wagner e, ku ew ajandaya serokê Rûsyayê Vladimir Putin a li seranserê cîhanê pêk tînehevdem ligel redkirineke berdewam.

Ew ya herî baş hatiye çekdarkirin, û ew pir ji artêşa Rûsî ve nêzîk e, xebîrê di warê ewlehî de û şirovekarê serbazî yê Misrî Ebdul Kerîm Ehmed ji Diyaruna re ragihand.

Koma Wagner Wagner Group yekem kompanîya serbazî ya Rûsî bû ku endamên Sûrî tecnîd kirin bo di nava rêzên milîsên Rûsî de şer bikin, wî teqez kir.

Wî teqez kir ku ev şervan li Horan, Tedmur, Deraa, Hema, Heleb, Şam, Laziqiya û Tertûsê hatine bicihkirin -- li hemû cihên ku hebûna hêzên Rûsî li wan heye.

Çeteyên Wagnerê ji sala 2013an de li Sûrîyayê ne li jêr sîwana ku hikûmeta Sûrîyayê ji wan xwestiye ku damezraweyên neftê û cihine din ên hestyar biparêzin. Ev angaşt sala 2015an hat dubarekirin bo nehêle ku destêwerdana rasterast a Moskoyê were eşkerekirin.

Milîsa Rûsî ya serekî ya ku pişkeke wê li Sûrîyayê heye bi navê "gelê birewişt e", ku cara yekemîn bi navê "zilamên kesk ên biçêk" hat pêş -- Serbazên Rûsî bi cilên kesk, çek û cebilxaneyên Rûsî yên nûjen hildigirin -- li Ukranyayê di sala 2014an de.

Milîsên din ên ser bi kompanîyên serbazî yên Rûsî ve kompanîya Vegacy bo Xizmetguzarîyên Stratîjî û Zaslon, yekîneyeke pir nehênî ya ajansa hewlagirîya biyanî ya sivîl a Rûsyayê ye, dihundirîne.

Ehmed dîyar kir ku ev milîs û kompanîyên serbazî yên Rûsî komine çete ne ku dikatin her tiştî bikin û yasayên navdewletî yên li deverên şer bin pê bikin, ji ber ku ew bi wan ne pêbend in ji ber ku ew ne yekîneyên artêşeke asayî ne.

"Xeterîya van milîsan ew e ku ew ajandayên siyasî yên ku dê bandoreke wan a pir nerênî hebe dibin serî," wî got.

Wî dîyar kir ku hebûna wan amrazeke bo Rûsyayê ku hejmûna xwe li ser hevalbendên xwe bixe -- Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) û rejîma Sûrîyayê bi xwe. Pevçûnên dawî yên di navbera milîsên ser bi Rûsyayê û milîsên ser bi rejîmê û Pasdaran de nîşanên vê yekê ne.

Çeteyên Kremlinê "polîtkaya Rûsyayê bi cih tînin, ku armanca wê kontrolkirina samanên dewleta Sûrî û bihêzkirina hebûna wê ya serbazî ye, bi rêya van milîsan", Ehmed got.

"Nebûna rastgoyîyê"

Milîsên ser bi Kremlinê ve "pêwendîyên wan bi civaka Sûrî re lawaz in", ji ber ku endamên milîsan pir caran ji milîsekê çûne milîseke din ji ber qezenc darayî û bo bidestxistina hejmûnê, parêzerekî Sûrî bi navê Beşîr Besam ragihand.

"Piranîya wan endamên berê yên komên opozîsyonê bûn, pişt re ew tevlî rêzên milîsên ser bi rejîmê bûn û pişt re tevlî milîsên ser bi Pasdaran ve bûn," wî ji Diyaruna re daxuyand.

Wî got ku hinek ji kesên hatine tecnîdkirin ji ber tawanan dihatin xwestin û ew tevlî van milîsan bûn bo xwe biparêzin û ji ber tawanên ku kirine neyên dadgehkirin.

Besam da zanîn ku milîsên Sûrî yên ser bi Rûsyayê ve yên herî xuyayî ev inFirqeya 25ê ya misyonên taybet a Artêşa Sûrîyayê (Hêzên Nimir) bi pêşengîya lîwa Suhêl Hesen, û Felqeqê 5ê, yê ku vê dawîyê bi sedên endamên nû ji herêma Deraayê tevlî refên xwe kirin.

Wî got ku di qonaxa werê de, dê Rûsya hewl bide ku bêhtir şaxên xwe li parêzgeha Hesekê fireh bike bo ciwanan tevlî milîseke nû bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500