Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Enîya nû ya Rûsyayê li Lîbyayê hişyarîyeke ji cîhanê re

Caravanserai

Wêneyeke ku di mîdyaya civakî de hatiye belavkirin çeteyên Rûsî yên li Sûrîyayê ne nîşan dide. [Dosya]

Wêneyeke ku di mîdyaya civakî de hatiye belavkirin çeteyên Rûsî yên li Sûrîyayê ne nîşan dide. [Dosya]

Kremlin leystikeke kevin bi kar tîne -- bicihkirina çeteyan bo ew berjewendîyên Mosko pêk bînin hevdem ligel siyaseta mendelkirinê --li meydaneke nû ya yarîkirinê: Lîbya.

Koma Wagner -- çeteyên ku ajandaya serokê Rûsyayê Vladimir Putin pêk tînin -- li gelek qadên şer di salên dawî de hatine bicihkirin, ji Ukranyayê bigire heta bi Syrîa, Venezwêla, Sûdan, Komara Afrîka Navîn Medgeşqer û hinek welatên din.

Çavdêr dibêjin ku hevdem ku Kremlin operasyonên xwe li seranserê cîhanê berfireh dike, divê enîya dawî ya destêwerdanê mîna hişyarîyekê be ji welatên xwedan serwerî re.

Çete -- ku hejmara wan ji 800 heta bi dora 1,200 e li gorî Encumena Ewlekarîyê ya NY -- destekê didin hewlên kesayeta serbazî ya Lîbyayî ya bihêz Xelîfa Hefter bo detdanîna li ser welat ji destê Hikûmeta Rêkeftina Niştîmanî ya ku li ser asta navdewletî hatiye naskirin.

Zilamine nenas nobedarîyê li derveyî bingeheke serbazî ya Ukranyayî li Perevalnoye, li Qeremê, di 16ê Adara 2014an de dikin. Ukranya "cihê jidayîkbûna" Koma Wagner e, komeke çeteyan e ku ajandaya serokê Rûsyayê Vladimir Putin pêk tîne. [Dimitar Dilkoff/AFP]

Zilamine nenas nobedarîyê li derveyî bingeheke serbazî ya Ukranyayî li Perevalnoye, li Qeremê, di 16ê Adara 2014an de dikin. Ukranya "cihê jidayîkbûna" Koma Wagner e, komeke çeteyan e ku ajandaya serokê Rûsyayê Vladimir Putin pêk tîne. [Dimitar Dilkoff/AFP]

Lîbyayî di nava kavilan de li Tecûrayê, li başûrê paytexta Lîbyayê Terablusê di sala 2019an de kom bûne, piştî êrîşeke asmanî hi hêla hêzên ser bi Xelîfa Hefter re yê ku Mosko piştgirîya wî dike. [Mehmûd Turkya/AFP]

Lîbyayî di nava kavilan de li Tecûrayê, li başûrê paytexta Lîbyayê Terablusê di sala 2019an de kom bûne, piştî êrîşeke asmanî hi hêla hêzên ser bi Xelîfa Hefter re yê ku Mosko piştgirîya wî dike. [Mehmûd Turkya/AFP]

Mosko bi destqirêj hat girtin

Sûda ji bikaranîna kompanîyeke serbazî ya taybet mîna Koma Wagner ew e ku Mosko dikare berjewendîyên xwe biparêze û destên Kremlinê pak bihêle.

Çavdêr dibêjin ku rastîya piştgirîkirina Kremlin ji van çeteyan re pir eşkere ye.

Weke mînak, Mosko vê dawîyê balefirên şer birin Lîbyayê bo piştgirîkirina Hefter û çeteyên Wagner ji bedêla wî ve şer dikin, Artêşa Amerîkî 26ê Gulanê got, û delîlên pir xuyayî bo piştevanîkirina vê angaştê belav kirin.

"Pir dîyar e ku Rûsya hewl dide rewşa Lîbayê bo berjewendîya xwe biguhere," Fermandarê Fermandarîya Amerîka li Afrîkayê (AFRICOM) Stephen Townsend ragihand. "Mîna çawa min dît ew wiha li Sûrîyayê dikin, ew hebûna xwe ya serbazî li Afrîkayê zêde dikin û bi hêz dikin bi rêya komên çeteyan ên ser bi hikûmetê ve, mîna Koma Wagnerê."

"Ev demeke pir dirêj e, ku Rûsya red dike ku ew di şerê li Lîbyayê de cih digire," wî got. "Aniha tu redkirin fêde nake. Me bi çavên xwe dît bê çawa Rûsyayê çar nofên balefirên şer bo Lîbyayê anîn."

Koma Wagner bi bikaranîna çekên kîmawî li paytexta Lîbyayî Terablusê tê tawanbarkirin, Al-Araby Al-Jadeed di raportekê de roja 23yê Nîsanê ragihand, li ser zimanê Wezîrê Hundir ê Hikûmeta Rêkeftina Niştîmanî Fethî Beşaxî.

Çavdêran got ku rêîşa kîmawî "bi şêwazê Rûsî bû", ku hinek nemûneyên wê li Sûrîyayê hatine dîtin, ku li wî welatî Mosko piştgirîya serokê Sûrîyayê Beşar Esed dike.

"Rûsya heman yarîyê dike ku ew bi awayekî serketî li Qeremê li Ukranyayê û pişt re li Sûrîyayê hatibû bikaranîn," lîwa Gregory Hadfield ji Zêrevanîya Niştîmanî ya Amerîkî, cîgirê birêveberê hewalgirîya AFRICOM roja 29ê Gulanê ragihad. "Rûsya bi niyaz e ku serwerîya dewletan bin pê bike û dîyar ku heman niyaza wê li Afrîkayê heye."

Dûvçûna li pey pereyan

"Artêşa sîber" a Moskoyê rola xwe li her du welat dike yek, û serpereştîya tecnîdkirineke berfireh a ciwanên Sûrî yên hejar dike bo ew mîna çeteyan li Lîbyayê şer bikin.

Di hejmarek ji nivîs û tomarên deng de, berpirsekî Partîya Ciwanên Niştîmanî yên Sûrî bang li ciwanan dike ku navên xwe binivîsin bo ew weke çeteyan li jêr serpereştîya Koma Wagnerê şer bikin.

Ew mûçeyeke mehane bi qasî "1,000 dolar bo kesên li Lîbyayê dezgehan biparêzin û bi 1,500 dolar bo kesên ku di nava rêzên komên çekdar şer bikin ofer dike, ligel qerebûkirina malbatên wan eger ew hatin kuştin an nebedî bûn".

Hevdem Artêşa Rûsî ciwanan ji Dûmayê tecnîd dike -- bajarokê ku êrîşeke bi çekên kîmawî di Nîsana 2018an lê pêk hat ku artêşa Rûsî û hevalbedên wê yên Rûsî pê tên tawanbarkirin -- û wan bi pereyên gelek ji rê dibe, rojnameya Al-Sharq al-Awsat di Sibatê de ragihand.

Balefirên şer ên Rûsî endamên Koma Wagner û çek û alavên serbazî ji bingeha Himêmîmê li Sûrîyayê bo Binxazî li Lîbyayê vediguhêze.

Hevdem, Kremlin xezîneyên banka navendî ya paralîl mişt dike weke piştgîrî ji Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayî ya ser bi Hefter ve re.

Kompanîya ser bi dewleta Rûsî ve Goznak bi qasî dora 7.11 milyar dolar pereyên Lîbyayî yên sexte di navbera salên 2016 û 2018an ji banka navendî ya paralîl re, ya ser bi Hefter ve, dabîn kirine.

"Ev bûyer careke din girîngîya ku Rûsya karên xwe yên têkder li Lîbyayê rawestîne teqez dike," Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyanîyekê de roja 29ê Gulanê ragihand.

Kî pişt re ye?

Dîyar e ku Putin û alîgirên xwe operasyonên Koma Wagner li seranserê cîhanê berfirehtir dikin, lê şerê li Sûrîya û Lîbyayê ji ber gelek sedeman ji Moskovayê re girîng in, li gorî çavdêran.

Wagner operasyonên serbazî li welatên ku Kremlin li wan xwedî berjewendîyên stratejîk û ciyosîyasî ye pêk tîne.

Sûrîya devereke stratejîk û girîng e ji bo Rûsîyayê ji ber digihe rojhilatê Deryaya Sipî û weke dergehekî Rojhilata Navîn bi temamî ye, Talgat Ismagambetov, şirovekarê sîyasî ji Almatî ku berê di peymangeha Kazaxistanê ya Lêkolînên Stratejîk de kar dikir, ragihand.

Wî got ku piştî rejîma Rûsî piştgirîya xwe li Rojhilata Navîn di encama şerê wê li Sûrîyayê de ji dest da, Kremlin berê xwe da Lîbyayê, ku xwedî taybetmendîyin ciyosîyasî û aborî yên bêhampa ye.

Ismagambetov anî ziman ku Rûsya dixwaze para wê di pîşesazîya petrola Lîbyayê de hebe, ku li gel qezencên mezin, ew desthilatine ciyosîyasî jî peyda dike.

Wî daxuyand ku "bi kontrolkirina Lîbyayê, Putin dê karibe bandorê li rewşa Ewropayê bike -- ku dikare bandorê li biryarên Îtalya yan jinûvesazkirina helwesta Almanyayê bike-- bi wateyeke din, ew dikare bandorê li rewşa welatên ku petrola Lîbyayê xerc dikin bike".

Ismagambetov got, "Lîbya devereke baş e ji ber di nîvê Deryaya Spî de ye, ku hêzên deryayî yên Rûsî dikarin li wir bi cih bibin".

"Eger Rûsya dest danî ser beravê Lîbyayê, gava din a vacî dê belavkirina karînên demdirêj bi awayekî mayînde be da ti kes negihê herêma dijber", Gen. Jeff Harrigian, fermandarê Hêzên Asmanî yên Amerîkî li Ewropa û Afrîkayê ragihand.

Wî anî ziman ku "eger ew roj hat, dê tirseke ewlehî rastîn li ser baskê başûrî yê Ewropayê çêbibe".

Egerên li Asyaya Navîn

Koma Wagnerê yekem car di sala 2014an de li rojhilatê Ukranyayê derket, ku karmendên Rûsî yê serbazî yên berê -- yên ku Mosko ew weke "xwebexşan" şiyanse kirin -- tevlî refên hêzên veqetîner ên alîgirê Rûsyayê bûn, vê yekê hişt ku ew nîvgirava Qerm bi awayekî ne qanûnî desteser bike.

Di destpêkê de, komê refên xwe bi tîpên serbazî yê berê, xwînrij û tawanbarên berê yên ku li pere û serpêhatîyan digerîyan dagirt, lê bi demê re, tektîkên Koma Wagnerê hatine guhertin.

Piştî operasyonên Kremlinê li Ukranya, Sûrya û Lîbyayê, di nav xalên germ ên din de, gengazîya derketina çeteyên Rûsî li Asyaya Navîn hişt ku hinek tirs çêbibe.

"Eger welatek ku berjewendîyên Rûsyayê lê hebin, welatê ku ew weke hevkar reçav dike dest pê bike tiştine li dijî berjewendîyê Mosko yên Ciyosiyasî bike, dibe ku 'mêvanên navexwendî' lê werin xuyakirin," raid. Dauren Ospanov, efserê xanenişîn di artêşa Kazexistanî de li Almatyayê got.

Asyaya Navîn, herwekî ku ew weke devereke bo berjewendîyên stratejîk ên demdirêj ji Rûsyayê re tê reçavkirin, ji berê ve rastî qonaxa neyînî ji şerê durehî yên ji alîyê Mosko ve tê, li gorî çavdêran.

Ev xebat dikarin li Qeyrexistanê bîne dîtin, ku di şoreşên 2005 û 2010an de, Kremlinê hewlda ku bandorê li proseya siyasî, aborî û civakî bike, Aidar Amrebayev of Almaty, birêveberê Navenda Kazexistanê bo Zanyarîyên Siyasî yên Pratîk û Lêkolînên Navdewletî, got.

"Kazexistan aniha... di qonaxeke neyînî re derbas dibe ya ku Ukranya berî 2014an de tê re derbas bû, dema ku Rûsya hewl dida ku bandorê li proseyên cuda bike li Ukranyayê," wî got.

Ospanov, efserê artêşa Kazexistanî yê xanenişîn, dibîne ne dûr e ku çeteyên Wagnerê li welatê Asyaya Navîn xuya bikin.

"Sînaryoyeke mîna vê gengaz e, eger em bibêjin, welatekî li vê herêmê bi awayekî radîkal siyaseta xwe biguhere ... bibe alîkar bi dewletên Rojavayî re û dest pê bike dev ji hejmûna Moskoyê berde, weke çawa li Ukranyayê çêbû," wî got.

[Kanat Altynbayev ji Almatî tevlî vê raportê bû]

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500