Nûçeyên Iraqê
Tendirustî

Rejîma Îranê rastî ''qeyrana rewatîyê'' tê hevdem ku vayrûsa Koronayê belav dibe

Sina Ferhadî

Pasdaran û artêşa Îranî rahînaneke hevbeş pêk tînin di çarçoveya "Kampanyaya Dijî Vayrûsa Koronayê" de li bajarê Sinayê parêzgeha Kurdistanê. Li şûna ku xelk piştrast be ku Pasdaran dê qeyranê bihundirîne, Îranîyan bawerîya bi Pasdaran û serkirdatîya wê ya siyasî ji dest dan. [Wêne ji înternêtê hatiye wergirtin]

Pasdaran û artêşa Îranî rahînaneke hevbeş pêk tînin di çarçoveya "Kampanyaya Dijî Vayrûsa Koronayê" de li bajarê Sinayê parêzgeha Kurdistanê. Li şûna ku xelk piştrast be ku Pasdaran dê qeyranê bihundirîne, Îranîyan bawerîya bi Pasdaran û serkirdatîya wê ya siyasî ji dest dan. [Wêne ji înternêtê hatiye wergirtin]

Di demekê de ku vayrûsa Koronayê (COVID-19) hîn li Îranê berbelav e -- ku 63 mirinên nû Çarşemê (11ê Adarê) hebûn, ku ev hejmara herî bilind e di rojekê de -- gelek Îranî rejîmê bi xemsarîyê li hember qeyranê gunehbar dikin.

Şirovekar dibêjin ku rejîmê baş rewş îdare nekir û nehênî û derew rêbaz ji xwe re girtin, û wan rejîm gunehbar kir ku ew hêdî hêdî tevgerîya û rêkarên parêzî yên pêwîst bo parastina welatîyên Îranî nedane pêş, û di heman demê de wê hewl da ku qebareya tûşbûnê veşêre.

Bersiva Îranê ji belaya mirdar re -- ku rêjeya herî mezin e li derveyî Çînê, ku ew koka nexweşîyê ye -- "pir pir dereng bû", şanderê taybet ê NY ê erkdar bi rewşa mafên mirov Cevaîd Rehman Sêşemê ragihand.

Wî got ku Tehran pir hêdî bû dema ku vayrûs belav bû û wê hîna jî xebatên pêwîst encam nade, AFP ragihand.

Pasdaran hinek deveran li bajarê Qumê paqij dike di çarçoveya "Kampanyaya Dijî Vayrûsa Koronayê" de. Gelek Îranî rejîmê bi xemsarîyê li hember qeyranê gunehbar dikin. [Wêne ji înternêtê hatiye wergirtin]

Pasdaran hinek deveran li bajarê Qumê paqij dike di çarçoveya "Kampanyaya Dijî Vayrûsa Koronayê" de. Gelek Îranî rejîmê bi xemsarîyê li hember qeyranê gunehbar dikin. [Wêne ji înternêtê hatiye wergirtin]

"Em zelalî û şefafiyetê di pêwendîkirinê û agahdarkirina xelkê de dixwazin," Rehman got.

Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranî (Pasdaran) 1ê Adarê "Kampanyaya Dijî Koronayê" ragihand, û bi rolê fermî yê nehiştina qeyranê rabû.

Hêza Berxwedana Basîcê, komeke serbazî ya ser bi Pasdaran ve ye "dê amadebaş û çalak bimîne li ser asta hevahengîyê û alîkarîyê heta serketina bitemamî li ser vê nexweşîyê û vegera bo rewşa asayê", Pasdaran di daxuyanîyekê de got.

Lê şûna ku xelk bawer bike ku Pasdaran dikare qeyranê bihundirîne, Îranî bawerîya bi Pasdaran û serkirdatîya wê ya siyasî wenda kir.

Di mehên borî de, fermangehên siyasî û serbazî yên Îranê rastî rexneyeke mezin hatine ji ber serkutkirina hovane ya xwenîşandanan, xistina balefireke sivîl û hewlên redkirina vê yekê û rêkarên kêm li hember qeyrana lehîyan.

"Hêrsa cemawerî"

"Bêkêrîya hikûmetê û Pasdaran di warê çareserkirina vê qeyranê [vayrûsa Koronayê] bûye sedema hêrseke cemawerî," rojnamegerekî ji Tehranê bi navê Husên Recebî ji Al-Mashareq re ragihand.

"Xelk bawer dike ku Pasdaran ne kêrdar e ku task û erkên wiha pêk bîne û erkdarkirina wan bi çareserkirina vê qeyranê dê bibe sedema bobelateke mezin," wî got.

Wî got ku tevî destê wê di kambaxbûna rewşê de hebû -- ji ber binketin di sepandina karantînan û berdewam di rêdana çûna Hêlên Mahan bo Çînê de -- Pasdaran rijd e ku vê qeyranê bo bihêzkirina xwe bi kar bîne.

Di mehên Kanûna Duyem û Sibatê de, dema ku vayrûs pir bilez ji Çînê dihat veguhestin, Hêlên Asmanî yên Mahan, herî kêm 55 geştîyên asmanî bo Çînê pêk anîn, alavên ragihandinê di Sibatê de eşkere kirin.

"Armanca Pasdaran di vê qeyranê de ew e ku xwe bihêztir bike," Recebî got. "Ew dixwaze ku xwe qehremanê çîrokê nîşan bide."

"Di rewşên hevşêwe de, mîna lehî û erdhejan de, Pasdaran çalakî encam dane bo meremên propagandabar," wî got. "Lê vê carê, îdarekirina çewt ji qeyranê re dibe bibe belavbûna nexweşîyê bi awayekî berfireh."

"Hevalbendekî cihê bawerîyê"

Koka nemana bawerîyê bi rejîma Îranê vedigere binketina wê di gihandina agahîyên rast ji raya giştî re piştî ku ev çend heftî ne ku belavbûna vayrûsa Koronayê ne li jêr kontrolê ye, û herwiha vedigere derengmayîna wê di ferzkirina karantînê û rêkarên kontrolkirina sînor de.

Derengîya rejîma Îranê di ragihandina hebûna nexweşîyê de ji ber hestyarîya pêwendîyên wê yên stratîjî bi Çînê re bû, çalakgerekî siyasî ji Tehranê bi navê Siyavaş Mîrzadeh ji Al-Mashareq re şirove kir.

"Sizayên giran hiştin ku Îran bi temamî li jêr kontrola Çîn û Rûsyayê be, û Komara Îslamî hewl dide ku xwe weke hevalbendekî cihê bawerîyê nîşan bide bo ew bikaribe alîkarîyê ji wan bixwaze eger pêwîst kir," wî got.

Wî teqez kir ku dibe hêvî hebin ku Çîn, bi rêya serokatîya xwe ji Encumena Hêza Erkdar bi Xebatên Darayî, dê karibe destêwerdanê bike û Komara Îslamî ji lîsta reş a vê encumê derbîne.

"Hebûna Çînê di Encumena Ewlekarîyê [ya NY] jî yek ji hêvîyên Îranê yê pêşerojê ye, li ser asta xwevedizîna ji sizayan," wî got. "Lewra ev oferên dabînkirina xizmetên taybet ji Çînê re ji hêla Îranê ve ne tiştekî xerîb e."

''Qeyraneke rewatîyê"

"Li gorî encamên nû yên taqîgehê, 958 haletên nû yên piştrastkirî yên tûşbûna bi COVID-19 li Îranê hene, ku bi hejmar bi giştî dibe 9,000 halet," peyvdarê Wezareta Tendirustîyê Kiyanûş Cehanpûr Çarşemê ragihand.

Wî daxuyand ku heta aniha 354 kesan li Îranê jîyana xwe ji ber vayrûsê ji dest daye.

Amerîkayê roja 28ê Sibatê ragihand ku ew amade ye ku alîkarîya gelê Îranê bike di nehiştina nexweşîyê de. Wezareta Derve ya Îranê ev ofer red kir.

Bersiva Tehranê ji vayrûsê re yek ji sedeman e ku çima rejîma Îranî "qeyraneke rewatîyê" jîyan dike, şanderê Wezareta Derve ya Amerîkayê bo Îranê Brian Hook 5ê Adarê ragihand, û got "Îran têkildarî rewşa vayrûsa Koronayê derewan li miletê xwe dike".

"Îro di encama xebata ne guncan a hikûmetê û nebûna zelalî û şefafiyetê bi xelkê re, Îran yek ji welatê ku rewşa belavbûna vayrûsa Koronanê lê ya herî xerab e," wî got.

"Em dizanin ku kêmasî di sîstema wan a tendirustîyê de hene û me xwest ku van kêmasîyan dagirin," Hook got. "Mê hêvî dikir ku wan ofera me ya zanisît qebûl kiriba."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500