Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Sazîyên Pasdarên Îranê "nikarin" qeyrana COVID-19 bi rê ve bibin

Sina Ferhadî

Emîdê Pasdaran Xulamreza Celalî yê serperiştîya Rêxistina Parêzî ji Nexweşîyan dike, rastî rexnene tûj hat ji ber nikarîbû qeyrana COVID-19 baş bi rê ve bibe. [Fayil]

Emîdê Pasdaran Xulamreza Celalî yê serperiştîya Rêxistina Parêzî ji Nexweşîyan dike, rastî rexnene tûj hat ji ber nikarîbû qeyrana COVID-19 baş bi rê ve bibe. [Fayil]

Rayedarên Îranî rastî fişarên zêde tên ji ber bersiva wan a belavbûna vayrûsa Koronayê (COVID-19), ku Pêncşemê (19ê Adarê) welat mirina 19 kesan bi vayrûsê ragihand, ew jî bîlançoyeke pîvansaz nû ku di rojekê de hate tomarkirin.

Bêyî parastin û qedexekirinê, vayrûs li her 31 parêzgehên welêt belav bû, ku ev yek rastî rexneyên tûj hat.

Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) 1ê Adarê "Kampanyek li Dijî Vayrûsa Koronayê" ragihand, tiştê hişt ev yek bibe berpirsyartiya wê ya fermî.

Hêza Berxwedanê ya Basîj, ew jî komeke nîv-serbazî girêdayî Pasdaran e, di daxuyanîyekê de got "ew ê alîkar, amade û çalak bin heya bi temamî zora vê vayrûsê bibin û vegerin rewşa asayî".

Emîdê Pasdaran Xulamreza Celalî ligel Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamenyî ye gava serdana xebatkarên Rêxistina Parêzî ji Nexweşîyan dikin, di wêneyekê de ku Cotmeha 2018an hatiye kişandin.[Fayil]

Emîdê Pasdaran Xulamreza Celalî ligel Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamenyî ye gava serdana xebatkarên Rêxistina Parêzî ji Nexweşîyan dikin, di wêneyekê de ku Cotmeha 2018an hatiye kişandin.[Fayil]

Rêxistina Parêzî ji Nexweşîyan (PDO) bi bersivdayîna niştimanî ya li hember COVID-19 hat erkdarkirin.

Rêxistina Parêzî ji Nexweşîyan berpisyar e ji "danîna sîyaset, plankirin, arastekirin, rêxistinkirin, hevahengkirin, çavdêrî û bikaranîna berevanîya parêzî û berevanîya sivîl ... çalakîyên ajansên parêzîyê".

Karê wê jî çareserkirina gefên elktronîk, bîolojîk, radyoaktîv, kîmawî û aborî ye.

Îranî karê Rêxistina Parêzî ji Nexweşîyê du merem rexne dikin

Analîzer dibêjin, tevî karê wê yê sivîl, Rêxistina Parêzî ji Nexweşîyan hin bi hin bûye rêxistineke serbazî-operasyonî ku piranî endamên Pasdaran û Basîj in.

Ev karê du merem û bidûrketina ji armanca sereke hevdem ligel kêmbawerîya xelkê Îranê bi karîna Pasdaran ku belavbûna COVID-19 sînordar bike tê.

"Damezrandina Rêxistinê [di 2004 de], weke hemû rêxistinên din ên li derveyî hikumetê di heyama hikumê Elî Xamenyî de çêbûne, bi rastî ev yek beşekî plana wî ya avakirina desteyek peralel bû," alalîzê sîyasî Emîr Reza Taxîpûrîyan got.

Wî ji Diyaruna re ragihand ku "ji ber Rêberê Bilind dibîne ku ajansên hikumî ne bi temamî dilsozîya xwe jê re nîşan didin, ew her tim dixwaze rêxistinan li jêr kontrola xwe ava bike".

Taxîpûrîyan anî ziman ku "wî heman rêkar bo parlamen û piştevanîya sazîyên peralel jî pêk anîne mîna Encumena Destnîşankirina Berjewendîya Rejîmê û Encumena Bilind a Şoreşa Çandî. Bi rastî, Pasdaran jî sazîyeke serbasî peralîl e".

"Xameneyî bawerîya wî tenê bi ajansên li jêr kontrola wî tê û ew gelek xwe dispêre Pasdaran da van sazîyan ava bike," wî got. "Ji bo vê jî, Rêxistina Parêzî ji Nexweşîyan, di bin destê Pasdaran de ye".

Yekîtîya Ewropayê di 2010an de siza li dijî vê rêxistinê ragihand, ku ew bi têkilîyên wê yên pêşxistina sîstemên çekên nuklerî tawanbar kir.

Ji 2015an ve, emîd Celalî berpirsê vê rêxistinê ye. Komîteyek bi serperişîtya lîwa Mihemed Bexerî, serokerkanê Hêzên Çekdar, vê rêxistinê bi rê ve dibe.

Celalî tenê li gorî Xameneyî û Baxerî tev digere.

Razîbûn û derew bo dirêjkirina temenê alozîyan

Analîzer dibêjin mebest ji erkdarkirina PDO bo bersivdayîna COVID-19 ew e ku di salên dawî de balê dikişîne ser astengkirin û rêlibergirtina tevgera welatîyên Îranî li ser enternetê, her wekî şerekî derûnî dide meşandin û binesazîya teknolojî ya Îranî bo rûbirûkirina desthilatên bîyanî bi pêş dixe.

Weke ajansên din ên xwe dispêrin artêşê, PDO bi razîbûn û derewan tawanbar e der barê belavbûna nexweşîyê li Îranê, û ji ber vê yekê alozî dirêjtir bû.

Roja 4ê Sibatê, bo nimûne, PDO daxuyanîyek da tê de got, "Lêkolînên meydanî û delîlên heyî dîyar dikin ku egerîya belavbûna nexweşîyê li Îranê pir kêm e".

Piştî mehekê bi tenê, belavbûna COVID-19 li Îranê ya herî xeternak bû, piştî Çînê, ya ku nexweşî jê derket.

Bi giştî 18,407 kes bi vê nexweşîyê ketine li Îranê, ligel 1,046 rewşên piştraskirî di her 24 saetên dawî de.

Tevî wisa jî, serok Hesen Rohanî her berevanîya adayê hikumetê dikir.

"Hinek dipirsin çima hikumet destwerdanê nake, lê em dibînin ku me gelek destwerdan kiriye," Rohanî di axaftineke televîzyonî de Çareşemê piştî civîna kabîneya xwe ya heftîyane got.

"Gelek tiştên baş hatin kirin [di nav de] rêkarên ku hîna tu dewletan nestandine," wî got, li dora wî jî wezîr bi mask xuya dikirin.

Rexneyên tûj li awayê çareserkirina qeyrana COVID-19

Îranî bi guman in, bi taybetî piştî hewlên veşartina rastîyan û derewên ji alîyê rejîmê ve.

"Hemû sazîyên hikûmî û yên giştî bo nehiştina vayrûsa Koronayê hatine mobaylîzekirin," Ferîd Muderis, rojnamevanekî ji Qomê, destpêka Adarê di twîtekê de dîyar kir. "Got ku ka PDO li kû ye, ajansa herî girîng di van çaxên wiha de; wê çi pêşbînî kiriye û çi kiriye?"

Hadî Yazdanî, bijîşkek li Îranê, heman tirs li ba wî hebûn.

"Du rêxistinên me hene bi navê Ajansa Birêvebirina Qeyranan û PDO; eger sedemek bo damezrandina wan hebe, ew e ku rolekê di çaxên mîna qeyrana vayrûsa Koronayê de bigerînin," wî roja 8ê Adarê twît kir. "Hûn tu bandor an xebatên van her du rêxistinan dibînin? Divê ew di ragihandinê de di dema rehetîyê de bên dîtin?"

Mihemed Dilaverî, mêvandarê bernameya Tehran Bîst a li ser kenala 5ê ya Îranî tê weşandin, bi awayekî tund rexne li rola Celalî ya çareserkirina qeyranê girt.

Celalî di hevpeyvînekê de bi Ajansa Nûçeya a Faris roja 3yê Adarê got ku angaşta ku dibe COVID-19 êrîşeke bayolojî li dijî Îranê be ne lojîk e.

"Birêz Celalî, serokê PDO, divê were û bersiva me bide gelo êrîşeke bayolojî li dijî me heye yan na, eger em rastî êrîşê hatine, ka komên li jêr kontrola wî çi rolê digerînin?" Dilaverî di xeleka roja 7ê Adarê got.

Milmilanîya li ser desthilatê jîyana xelkê diçine

Milmilanî li ser ka wê kîjan sazî bibe berpirsyarê çareserkirina qeyrana COVID-19 roj bi roj rûntir û eşkeretir dibe.

"PDO 'rewşa sipî' di destpêka Sibatê de îlan kir di demekê de ku hejmarek ji welatîyan li Qomê ji ber vayrûsa Koronayê mirin," kesekî bi navê Elî Zencanî, çalakgerekî siyasî li Îranê, ji Diyaruna re ragihand.

"Ev yek bi tenê nîşaneke têkçûna wê ye, belê eşkere dike ku rewş berevajî angaştên wê ye, berîtîya serekî ya rêxistinê ne parastina jîyana xelkê ye, belê weke sazîyên hikûmî û serbazî yên din, ew berjewendîyên desthilatdaran dide pêş," wî got.

"Staylê rêxistinê yê rûbirûbûna vayrûsa Koronayê berdewam dike û îroj di lûtkeya qeyranê de, ew [PDO] û alîgirên wê yên di desthilatê de bi sazîyên tendirustîyê re di milmilanîyê de ne, û bê şerm dibêje ku kes fermanan ji doktorekî wernagire, û ji ber vê sedemê divê navenda biryara birêvebirina qeyranê ji destê Wezareta Tendirustîyê were derxistin."

Celalî roja 11ê Adarê rexne li hikûmeta Rohanî ji ber rasipartina Wezareta Tendirustîyê bi birêvebirina qeyranê girt, û got ku tu kes "fêr nebûye ku fermanan ji serokê zanîngeheke bijîşkî webigire".

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Şerm e ji we re ku hûn van babetên bêwate belav dikin. Hûn nikarin rast bifikirin. Çiqas pere hûn distînin bo şewhandina navê Îranê û enîya berxwedanê? Îran xwedan baştirîn performans e [tomar e] di tevahîya cîhanê de. Ka hûn li kû derê li cîhanê dijîn? Ji ber hûn di her tiştî de cahil û kalfehm in. Hûn baş dişewitin, bişewitin!. ev yek min dilxweş dike. ev yek me pir kêfxweş dike, dema ku hûn gotinên xerab li ser Îranê dibêjin; ji ber, em tê digihêjin ku Îran baş dixebite û hûn dimirin [ji qehra nava xwe.]

BERSIV BIDE