Nûçeyên Iraqê
Analîz

Tehran jîyana Îranîyan bi vaksîna Çînî dixe metirsîyê

Behroz Larîcanî

Dr. Mînoo Mohraz, pispora herî bilind a Îranê ya nexweşîyên hewkirinê, vaksîna COVID-19 a Rûsî-Çînî pesend nekir. [Wêne ji hamshahrionline.ir hatiye wergirtin]

Dr. Mînoo Mohraz, pispora herî bilind a Îranê ya nexweşîyên hewkirinê, vaksîna COVID-19 a Rûsî-Çînî pesend nekir. [Wêne ji hamshahrionline.ir hatiye wergirtin]

Daxwaza Îranê ku bi Çîn û Rûsyayê re hevkarîyê bike bo pêşxistina vaksînekê bo vayrûsa koronayê ya nû (COVID-19) alarm di nava komelgeha bijîşkî ya Îranî de peyda kir, û kesayetên pêşeng di warê tendirustîyê de dibêjin vaksîneke wiha ne ewleh e.

Di peyamekê de bo hikûmet û gelê Çînê, Serokê Îranê Hesen Rohanî ragihand ku Îran "amade ye beşdarîyê di berhemanîna vaksîneke COVID-19 bi Çînê re bike".

Di Tebaxê de, balyozê Îranê li Rûsyayê Kazim Celîlî got ku Rûsya û Îran "awayên hevkarîyê di derbarê pêşxistina vaksîneke koronayê de nîqaş dikin".

Celîlî ragihand ku ew bi serokê Sendoqa Weberanîna Rasterast a Rûsî re axêvîye û bîr û bûçûn li dor egera destpêkirina hevkarîyekê bi wî re gengeşe kirine.

Serokê Îranê Hesen Rohanî got ku welatê wî ''amade ye ku hevahengîyê bi hikûmeta Çînê re bike bo pêşxistina vaksîneke COVID-19''. [Wêne ji IRNA hatiye wergirtin]

Serokê Îranê Hesen Rohanî got ku welatê wî ''amade ye ku hevahengîyê bi hikûmeta Çînê re bike bo pêşxistina vaksîneke COVID-19''. [Wêne ji IRNA hatiye wergirtin]

Piştî wê, Rûsyayê ragihand ku wê dest bi dabeşkirina vaksîna xwe ya COVID-19 kiriye, bêyî ku ew qala hebûna hevkarîyekê bi Îranê re bike.

Piştî daxuyanîya Celîlî, pispora herî bilind a Îranê ya nexweşîyên hewkirinê, Mînoo Mohraz, endameke payebilind a komîteya zanistî ya rûbirûbûna vayrûsa koronayê li welat e, da zanîn ku vaksîn "li seranserê cîhanê" tên pêşxistin.

"Rûsya li ser vaksînekê dixebite, lê kêşeyên vaksîna Rûsî hene," Mohraz got.

Wê got ku" Rûsî bi tenê aytimên bayolojî yên ku li Rûsyayê hatine pêşxistin bi kar tînin û wan qet hewl nedaye ku ew vaksîn ji hêla desteyeke navdewletî ve were pesendkirin".

Mohraz û kesayetine din di komelgeha nûjdarî ya Îranê de heman bertek li hember bikaranîna vaksîneke Çînî, herwiha dermanên Çînî, li Îranê nîşan dan.

Wê dîyar kir ku berpirsên tendirustîya giştî ya Îranê dê bi tenê rê bidin belavkirin û wergirtina vaksînên ku ji hêla Sazîya Xwarin û Derman a Amerîkayê, Ajansa Dermanên Ewropayî yan Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî (WHO) tên pesendkirin.

Li gorî Mohraz, Wezareta Tendirustîyê ya Îranê bawerîyê bi van her sê pêgeh û sazîyan tîne bo pesendkirina keresteyeke bayolojî.

Bijîşk li dijî bikaranîna dermanên Çînî ne

Bijîşk û dermansazên Îranî bi giştî li dijî bikaranîna dermanên Çînî ne, û piranîya raya giştî jî bi guman in.

"Ji sala 2011an ve, çend caran malbatên nexweşên ku dermanên Çînî wergirtine gotine ku nexwşên wan mirine," Hesen Elî Dadsetan, xebîrekî dadsazîyê di Wezareta Dadê de ragihand.

"Di wan rewşan de, bazirganên ku dermanên Çînî bi qaçaxî anîne sûd ji hewcedarîya bazarê û kêmbûna dermanan wergirt. Vê yekê hişt ku bêbawerîyeke mezin li hember dermanên Çînî peyda bibe," wî ji Al-Mashareq re ragihand.

Dadsetan got ku çend kes ji ber bikaranîna dermanên bencê yên Çînî bo neştergerîyan di dehsala dawî de mirine. Weke mînak, wî qala mirina kurê 13-salî Sepehr Malik Ehmedî li nexweşxaneyeke giştî ya navdar li Tehranê di sala 2011an de kir. Wî da zanîn ku hîn ew doz "di rojeva lêpirsînê de ye".

Di hinek lêdwanên ku alavên ragihandinê yê Îranê veguhestine, Serokê Komeleya Dermansazên Îranî, Rehber Mujdehî-Azar gotiye "divê were qedexekirin ku dermanxane dermanên Çînî bifiroşin xelkê".

"Em selametîya dermanên Çînî piştrast nakin," wî got, û da zanîn ku ev yek jî ji ber ku "ev derman bi awayekî yasayî derbasî welat nebûne".

Dê Çîn û Rûsya çi qezenc bikin?

Pirsyara girîng ji gelekan re ev e: Çima dê Rûsya û Çîn vaksîneke COVID-19 bi hevkarî ligel Îranê pêş bixin? Ew dê çi qezenc bikin?

"Welatên ku vaksînên vayrûsa koronayê berhem tînin mafê wan tune ye ku vaksînên xwe yên nepesendkirî li welatên din têst bikin," Dr. Zehra Şojapûr, pispora nexweşîyê hewkirinê, ji Al-Mashareq re ragihand.

Wê dîyar kir ku WHO tu vaksînên li Çînê û Rûsayê hatine sazkirin pesend nekirine, lewra jî ev her du dewlet bi mebest "hevkarîyê" bi Îranê re dikin, bi nav be jî, bo ew bikaribin wan vaksînên xwe bêyî rêdan û pesendkirina WHO têst bikin.

Eger sînaryoyê hevkarîyê hat pêşxsitin, Şojapûr got, dê Çîn bi awayekî fermî keresteyên xav ên vaksînê bîne Îranê, û piştî pêşxistina wan, dê vaksîna jê re tê gotin "Îranî" were sazkirin.

Wê got ku piştî "sazkirina" vaksîneke wiha li Îranê, dê hikûmet karibe wê li ser welatîyên Îranî taqî bike, û da zanîn ku ev proses dê dahatên baş ji rejîma Îranê re peyda bike.

Xuya ye ku rejîma Îranê amade ye ku vaksînên Rûsî yan Çînî yên gengaz li welatê xwe bi kar bîne, tevî ne sazîyên bijîşkî û dermansazî ne jî xelk piştgirîya vê gavê dikin.

Rejîma Îranê rastî rexne û bêbawerîyê tê

Hevdem ligel nebûna vaksînên influenzaya li Îranê, berpirsên Komara Îslamî hejmareke sînordar a vaksînan ji xwe re bi awayekî nepenî ji derve tênin, xelk jî ji vê yekê agahdar dibe bi tenê dema ku ev yek digihêje ber destê ragihandinê.

Têkildarî tîmar û vaksînan, berpirsên rejîmê çend caran nîşan dane ku dibînin nûjdarîya Rojavayî baştir e ji ya Çînî û Rûsî -- çi derman be û çareserîya bijîşkî be.

Ew serdana welatên Ewropayî bo çareserîyê dikin dema ku derfet hebe, û herî zêde ev yek nepenî dimîne. Lê dema rewş têkildarî xelkê be berêtî û rêbazên wan tên guhertin.

Îran tûşî belavbûna herî xerab a petaya vayrûsa koronayê li herêmê hatiye, û di destpêka Mijdarê de ew yek ji welatên ku herî mirin lê hatine tomarkirin.

Rejîma Îranî rastî rexneyeke tund ji ber nezanîya wê di qeyrana vayrûsa koronayê de tê, û çavdêr wê tawanbar dikin ku ew pir hêdî kete tevgerê.

Ew herwiha rejîmê bi bêkêrîyê û bikaranîna rêbaza derewan û nepenîyê tawanbar dikin, û dibêjin ku wê hewl da ku ast û qebareya belavbûna petayê veşêre û di bicihanîna rêkarên parêzî de bo misogerkirina selametîya welatîyên Îranî bi bin ket.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500