Nûçeyên Iraqê
Tendirustî

Derewên têkildarî vayrûsa Koronayê yên ku Çîn, Rûsya û Îran didin pêş eşkere dibin

Salaam Times and AFP

Xelkê xwe rêz kiriye bo wergirtina goştê beraz li cihê ew hatine karantînkirin li Wuhanê, li Kantona Hubei li navenda Çînê roja 18ê Adarê. Belgehên zanistî yên ku nayên redkirin teqez dikin ku koka Vayrûsa Koronayê COVID-19 li Wuhanê ye, tevî hewlên fermî yên Çînî bo guhertina vê naratîvê. [STR/AFP]

Xelkê xwe rêz kiriye bo wergirtina goştê beraz li cihê ew hatine karantînkirin li Wuhanê, li Kantona Hubei li navenda Çînê roja 18ê Adarê. Belgehên zanistî yên ku nayên redkirin teqez dikin ku koka Vayrûsa Koronayê COVID-19 li Wuhanê ye, tevî hewlên fermî yên Çînî bo guhertina vê naratîvê. [STR/AFP]

Di demekê de ku belaya petaya vayrûsa Koronayê li seranserê cîhanê belav bûye, baldarîya navdewletî bêhtir li ser kampanîyên belavkirina agihîyên nerast e, yên ku hikûmetên Rûsya, Çîn û Îranê dest pê kirine.

Ev her sê hikûmet bi awayekî çalak naratîvên alternatîv li dor kokên belavbûna COVID-19 didin pêş.

Baş hatiye belgehkirin û daxuyanîyên hikûmeta Çînî yên berê jî teqez dikin ku vayrûsa Koronayê ya nû destpêkê li Wuhanê, li Çînê belav bûye.

Haletên pêşîn ên nexweşîyê û mirinê li Wuhanê hatin dîtin, berî ku desthilatên Çînî karîbin belavbûna nexweşîyê kontrol bikin, aniha vayrûsa kujer li seranserê cîhanê belav bûye, jîyana rojane rawestandîye, û heta aniha bi dehên hezaran nexweş xistine û bêhtir ji 10,000 kesan kuştine.

Welatîyên dewletên Asyaya Navîn, yên ku li Moskoyê asê mane piştî ku geştên asmanî ji ber vayrûsa Koronayê hatin rawestandin, li benda geştên asmanî ne li balefirgeha Vnukovo li Moskoyê roja 24ê Adarê bo vegerin welatên xwe. [Alexander Nemenov/AFP]

Welatîyên dewletên Asyaya Navîn, yên ku li Moskoyê asê mane piştî ku geştên asmanî ji ber vayrûsa Koronayê hatin rawestandin, li benda geştên asmanî ne li balefirgeha Vnukovo li Moskoyê roja 24ê Adarê bo vegerin welatên xwe. [Alexander Nemenov/AFP]

Xebatkarekî tenidrustîyê yê Îranî li xaleke skankirinê li Tehranê di destpêka Adarê de, germaya rêwîyan dipîve. [ISNA]

Xebatkarekî tenidrustîyê yê Îranî li xaleke skankirinê li Tehranê di destpêka Adarê de, germaya rêwîyan dipîve. [ISNA]

Tevî belgehên zanistî yên zelal, rejîmên Çîn, Rûsya û Îranê agahîyên nerast li dor koka COVID-19 belav dikin, her alîyekî ji bo meremên xwe yên ne pak.

Çîn xwe ji gazinan vedidize

Bekîn hewl dide ku rexneyên li hember rola wê di peydabûna belaya vayrûsa Koronayê de bêdeng bike bi rêya pêşxistina bîrdozîyên hebûna komplo û plangêrîyê.

Kokên belavbûna van bîrdozîyên komployê ne ji welatîyên Çînê ne belê navendên biryarê yên herî bilind di hikûmeta Çînî de ne.

Piştî rayedaran dît ku vayrûsa ku Çîn koka wê bû belayeke mezin li seranserê cîhanê peyda kiriye, maşîna agahîyên çewt a Çînî dest bi kar kiriye.

Di dawîya Sibatê de, peyvdarê Wezareta Derve ya Çînî Lîjyan Jao dest bi belavkirina gumanan kir, dema ku got, "Tevî ku COVID-19 destpêkê li Çînî hat dîtin, ev nayê wateya ku koka wê ji Çînê ye."

Roja 12ê Adarê, Jao twît kir, "Dibe ku artêşa Amerîkayê nexweşî anîbe Wuhanê. Zelal bin! Datayên xwe belav bikin! Divê Amerîka vê yekê zelal bike."

Herî dawî, roja 22yê Adarê, Jao careke din çîroka xwe guherî, û li ser Twitterê got ku vayrûsa Îlona çûyî li Amerîkayê peyda bûye, û got ku divê desthilatdarîyên Amerîkî agahîyên bêhtir li dor "nexweşê mak" bibînin.

Nîgeranîya navdewletî li dor dîqeta agahîyên ji alîyê rayedarên Çînî ve tên dayîn zêde dibe, yên ku roja 18ê Adarê ragihandin ku Çîn êdî haletên lokal ên nexweşîyê yên nû lê tune ne. Gelek çavdêr bi guman in ku nexweşîyên nû li Çînê nebin, li gorî rûbera belavbûna COVID-19 li wî welatî.

Bekîn -- ligel Mosko -- roja 23yê Adarê rê li ber belavkirina daxuyanîyeke Encumena Ewlekarîyê ya NY ya derbarê petayê girt.

Reşnivîsa daxuyanîyê ronîyê diavêje ser "nîgeranîyên zêdebûyî li dor qebareya yekcar mezin a belavbûna COVID-19 li seranserê cîhanê, ku dibe ev yek xeterîyekê li ser aştî û ewlehîya navdewletî çêbike".

Ew bang bo "zelalîyeke tam" li dorê belavbûna nexweşîyê dike -- ku gelek dibînin ev rexneyeke li nehênîya hikûmî ya li Çînê.

Rûsya xelkê dixe xeterîyê de

Kremlin hevdem agahîyên nerast li dor COVID-19 belav dike bo qeyranê li Welatên Rojavayî kûrtir bike bi rêya kêmkirina bawerîya xelkê bi sîstemên guhlêdana li tendirustîyê.

Hêza Erkdar a Stratkoma Rojhilat a Yekîtîya Ewropayê, ya ku agahîyên çewt ên Rûsya belav dike destnîşan dike, vê mehê got ku wê dora 80 haletên belavkirina agahîyên nerast li dor vayrûsa Koronayê ji 22yê Kanûna Duyem ve dîtine.

Stratîjî ew e ku bi dehên naratîvên cuda, ku hinek caran vajî hev in, bidin pêş bo tevlîhevîyê û tirsê belav bikin.

Mîna naratîva dibêje ku vayrûsa Koronayê çekekî bayolojî ye ku Çîn, Amerîkayê yan Brîtanyayê belav kiriye, ku di koka xwe de li Amerîkayê dest pê kiriye ne li Çînê, yan ya dibêje ku vayrûs amrazeke bo sepandina hukimranîya tolîtar.

Lêkolînerên ku bi Stratkoma Rojhilat re dixebitin dibêjin ku çavkanîyên alîgir ji Kremlin re bi xwe van bîrdozîyan belav nakin, lê di şûna vê yekê de ew bîrdozîyên komployê yên ky li deverên din belav dibin diweşînin û wan mezin dikin.

Herwiha texmîn hene ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin qeyrana vayrûsa Koronayê û kampanyayên çewaşekar ên têkildarî wê bi kar tîne bo biserxistina guhertinên di makzagonê de, yên ku dê dirêjkirina heyama hukimranîya wî misoger bikin.

Sergirtina îdyolojyayê li ser gelê Îranê

Tehran ji alîyê xwe, bîrdozîyên komployê belav dike, ku ya herî xuyayî ew e ku Amerîkayê vayrûs çêkiriye, di hewlekê de bo xwevedizîna rastîya ku rejîma Îranê bi awayekî çewt hewl da ku belavbûna nexweşîyê dorpêç bike.

Hikûmeta Amerîkayê roja 29ê Sibatê dîyar kir ku ew amade ye alîkarîya Îranê ya ku vayrûsê ew ji hev xistiye bike.

Lê li şûna ku ew alîkarîyê qebûl bike û alîkarîya gelê Îranê bike, Rêberê Bilind Ayatolah Elî Xameneî roja 22yê Adarê ofer red kir, û bîrdozîyeke komployê ya din belav kir ku ew ofer sîwaneke bo hewldanekê bo kûrtirkirina qeyrana vayrûsê li Îranê.

"Xameneyî ev ofer red kir ji ber ku ew bê westîyan kar dike bo bîrdozîyên komployê belav bike û ji ber ku ew îdyolojîyê li ser gelê Îranê digire" Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo 23yê Adarê ragihand.

"Rejîm derewan li gelê Îranê û cîhanê dike têkildarî hejmara haletên nexweşîyê û hejmara mirîyan," wî got.

Nîgeranîya navdewletî ji ber nebûna zelalîyê di eşkerekirina agahîyên rast de ji raya giştî re têkildarî hejmara nexweşên COVID-19 û hejmara mirîyan zêde dibe.

Tehranê 24ê Adarê ragihand ku122 mirinên nû ji ber vayrûsa Koronayê hene, wiha hejmara fermî ya mirîyan dibe 1,934 ji eslê 24,811 haletên nexweşîyê.

Li şûna ku ew berpirsyarîyê bigire ser milê xwe û destê alîkarîyê dirêj bike, dixuye ku Xameneyî hêvîyên welatê xwe bi qurbanî îdyolojîyê dike.

Wî ji Îranîyan re got "her kes divê rênimayîyan" ên ku desthilatdarîyan der xistine bişopîne bo nehiştina nexweşîyê " bo Xwedayê Mihreban vê bobelatê ji gelê Îranê, neteweya Musilman û mirovahîyê re bi dawî bike".

Tu vê mijarê diecibînî?

4 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Derewên dijminên mirovahîyê dê kesî nexapînin, bi tenê yên kalfehm yên ku mêjîyên xwe dane bi dolarên Amerîkî bimebest an bêmebest. Yên ku bûyeran dişopînin ne gerekdarî belgehan in ne jî kêlîyek hizrandin in bo rastîyê û derewên ku li ser pişta pêşîyên elektronî ne ji hev cuda bikin. Ka em vegerin rûxana zilamê Amerîka yê delalî yên ku Îraq bi şûr û agir hukim dikir. Pişt rejîma wî herifî, Amerîka lîstek ji alîkarên şeytanê mezin û amrazên wî yên serkutkirinê belav kirin. Piştî ku gelek ji wan hatin girtin, Amerîkîyan Huda Emaş û mêrê wê birin Amerîkayê bo sûdê ji ezmûna wan di sazkirina cekên atomî de wergirin ji ber ku ew zana di warekî nemirovî de bûn. Berî çend rojan, Huda Emaş lêborîn ji cîhanê xwest, û bi taybetî gelê Îraqê ji ber ew bi xwe Îraqî bû. Ev belgeyeke berçav e ku wê di pîşesazîya mirinê de cih digirt bi rêya vayrûsa kujer. Ev e Amerîka û slogana wê ya rasteqîn pere li pêş hertiştî ne, heta ku ew baca kuştina mirovan be, bi awayekî rasterast an nerasterast. Em bi tenê dikarin tiştê Xweda di Qurana pîroz de gotîye bînin ser ziman: Bi navê Xwedayê Mezin û Mehreban "Ew planan datînin, û Xweda jî planan datîne; Lê Xweda plandarêjerê herî baş e." Xwedayê mezin her çavkanîya rastîyê ye. Em diçin penaya Xweda û ew bi hawara me ve tê. Bawerîya me pê tê, û me ew bi karûbarên xwe û karûbarên mirovên li ser rûyên erdê yên ku bûne qurbanîya Amerîkaya xenzîr rasipartîye. Xwdayê mezin, hûn penaya me ne.

BERSIV BIDE

Mîdyaya şer beşek ji siyasetên dewletan e.

BERSIV BIDE

Nivîsareke xapînok e ku berevanîya empratorîya şer (Amerîka) dike.

BERSIV BIDE

Destxweş! Bi hêvîya ku xelk vê rastîyê bizanin.

BERSIV BIDE