Nûçeyên Iraqê
Tendirustî

Îraq qedexeya derketina derve didomîne û Sûrîya yekemîn nexweşîya bi COVID-19 radighîne

AFP

Leşkerekî Îraqî dermanê nehiştina maykroban li deverekê li Bexdayê direşîne roja 18ê Adarê bo nehiştina belavbûna vayrûsa Koronayê ya nû (COVID-19). [Ehmed Rubeyî/AFP]

Leşkerekî Îraqî dermanê nehiştina maykroban li deverekê li Bexdayê direşîne roja 18ê Adarê bo nehiştina belavbûna vayrûsa Koronayê ya nû (COVID-19). [Ehmed Rubeyî/AFP]

Îraqê Yekşemê (22yê Adarê) qedexeya derketina derve li seranserê welat heya roja 28ê Adarê dirêj kir bo rawestandina belavbûna (COVID-19), hevdem ku Sûrîyayê haleta yekemîn a nexweşîyê ragihand.

Piranîya parêzgehên Îraqî qedexeya derketinê îlan kirine, lê rêkarên nû tevahîya welat didin ber xwe, li gorî biryareke nû ya şana qeyranan a hikûmetê.

Şana qeyranê got ku dibistan, zanîngeh û cihên din ên kombûnê û herwiha hemû balefirên navdewletî yên welatê jî dê girtî bimînin.

Gelektirsîyane ku haletên nexweşîyê ji Îranê hatibin, ku li wir 1,812 kes bi vayrûsê mirine, li gorî amara fermî ya herî dawî.

Îraqê sînorê xwe yê 1,500-kîlometr bi Îranê berî dora mehekê girt û hêz bi cih kirin bo sepandina vê biryarê.

Îraqê bi giştî 233 haletên vayrûsa Koronayê eşkere kirine û 20 haletên mirinê hatine tomarkirin, lê pir kes ditirsin ku gelek haletên din hebin ku hîn nehatine destnîşankirin ji ber ku bi tenê 2,000 kes ji hejmara giştî ya rûniştîyan ku 40-milyon e hatine pişkinînkirin heta aniha.

Tevî rewşên heyî, kesayeta olî Moqteda Sedir berdewam e di lidarxistina nimêjên bikomel de li bajê Kûfaû li Bajarê Sedir li Bexdayê.

Wezîrê Tendirustîyê Caefer Elawî nameyeke kesane ji Sedir re şandîye ku tê de hewl dide wî qayil bike ku gotarên xwe yên nimêja Înê rawestîne, ji ber ku ew xeterîyeke mezin a veguhestina nexweşîyê çêdikin.

Elawî tirsên xwe ji egera ku belavbûneke berfirehtir sîstema tendirustîyê ya welat felc bike anî ziman, sîstema ku ji berê ve kêmbûna di alav, maşîn û xebatkaran de jîyan dike.

Rejîma Sûrîyayê yekem haleta vayrûsa Koronayê îlan kir, çend rojan piştî destpêkirina tedbîrên rêgirtin li ber belavbûna petayê.

Wezîrê tendirustîyê Nîzar Yazijî Yekşemê "haleta yekem a vayrûsa Koronayê li ba kesekî ku ji derveyî welat hatiye îlan kir" beyî ku wî welatî i nav bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500