Nûçeyên Iraqê
Tendirustî

Îraq yekemîn tûşbûna bi vayrûsa Koronayê li kampên awareyan tomar dike

Xalid Taî

Endamine tîmeke tendirustî testên Koronayê ji kampa Hesen Şam re çêdikin, ku yekem rewş li wir derketiye vê heftîyê. [Wêne ji Wezareta Tendirustîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Endamine tîmeke tendirustî testên Koronayê ji kampa Hesen Şam re çêdikin, ku yekem rewş li wir derketiye vê heftîyê. [Wêne ji Wezareta Tendirustîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Desthilatên Îraqî yekem tûşbûna bi vayrûsa Koronayê (COVID-19) li nava koçberan Duşemê (25ê Gulanê) tomar kirin, tiştê hişt rêkarên xwe girantir bikin da nehêlin vayrus li nava malbatên koçber ên li kampan dijîn belav bibe.

Yê nexweş ciwanekî koçber ji kampa Hesen Şam, li bakur-rojavayê bajarê Hewlêrê ye, Sûad Smaîl, birêvebera beşê Hewlêrê yê Wezareta Koçberîyê ragihand.

Wê ji Diyaruna re got ku kamp bi hezaran koçberên ji parêzgeha Nînewayê dihundirîne.

Ev rewşa pêketî ji alîyê tîmeke tendirustî ya li ser rêbendeke pişkinînê ya ewlekarîya Kurdî rawestyayî hat vedîtin ku yê ciwan hewl dida biçe bajarê Mûsilê da hinek belgeyên xwe bi dawî bike.

Karmendên Wezareta Koçberîyê 22yê Nîsanê maskan li koçberan belav dikin da nehêlin vayrûsa Koronayê belav bibe. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Karmendên Wezareta Koçberîyê 22yê Nîsanê maskan li koçberan belav dikin da nehêlin vayrûsa Koronayê belav bibe. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Xortê ciwan dîyar kir ku wî destpêkê serdana Bexdayê kir û berî biçe Mûsilê hinekî li kampê ma, ku ew di konên koçberên neşûkirî de dimîne yên malbatên xwe di şerê li dijî terorîzmê de ji dest dane.

Sûad anî ziman ku yekser Birêveberîya Tendirustîyê ya Hewlêrê hat agahdarkirin û dest bi veqetandina van konan ji beşê mayî yê kampê kir û ew xistin jêr çavdêrîya tendirustî.

Rêkarên li dijî Koronayê

Di wê navberê de, desthilatan test ji dora 100 koçberî re çêkir ên bi ciwanê nexweş re dan û standibûn an nêzî wî bûn, wê got û da zanîn jî ku encam neyînî bûn.

Sûad teqez kir ku tevî wisa jî "koçber dê heya du heftîyan li jêr çavdêrîyê bimînin bo misogerkirina ku dê kes pê nekeve".

Kehrebe 24 saetan li dirêjahîya heftîyê ji kampê re hat dayîn û derman û madeyên xwarin û tendirustîyê jî hatin pêşkêşkirin.

Sûad anî ziman ku nexweşîyê hişt desthilat rêkarên xwe girantir bikin da vayrus li nava kampên koçberan belav nebin, destnîşan kir jî ku wan dest bi kampanya paqijkirin û pakkirinê li kampa Hesen Şam û hemû kampên din kiriye.

Wê herwiha got ku kampanyên hişyarkirinê jî dê li kampan werin destpêkirin da koçberan fêrî bidûrbûna civakî û girîngîya selametî û pêkanîna rêkarên xweparastin û paqijîya kesayetî bikin.

Jê zêdetir, dê tevgera ji û heya kampan were qedexekirin û dê testên tendirustî her werin çêkirin.

Sûad Smaîl daxuyand ku tevî ev karekî zehmet e, lê Wezareta Koçberîyê hemû karînên xwe dike da kampan ji nexweşîya Koronayê biparêze, ku dibe gefeke tirsnak li jîyana koçberan bixwe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500