Nûçeyên Iraqê
Aborî

Enbar planeke awarte bo piştgirîkirina malbatên ji qedexeya derketinê ziyan dîtiye dest pê dike

Xalid Taî

Jineke koçber selikeke xwarinê ji Wezareta Koçberîyê ya Îraqî di 10ê Nîsanê de werdigire. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê hatiye wergirtin]

Jineke koçber selikeke xwarinê ji Wezareta Koçberîyê ya Îraqî di 10ê Nîsanê de werdigire. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê hatiye wergirtin]

Hikumeta herêmî ya Enbarê planeke awarte bo sivikkirina fişara li ser malbatên koçber bi cih tîne hevdem ligel rewşa qedexeya derketina derve ya ji ber Vayrûsa Koronayê (COVID-19), berpirsekî herêmî Çarşemê (15ê Nîsanê) ragihand.

Îraq qedexekirina derketinê ji 22yê Adarê heya 19ê Nîsanê li seranserê welêt sepandîye.

Plan bi hevkarîya bi Wezareta Koçberîyê, rêxistinên civaka sivîl û gelek dezgehên mîna Dîwana Weqfa Sunî li Enbarê tê pêkanîn, Mazin Xalid Ebû Rîşa, şêwirmenê parêzgarê Enbarê got.

Wî dîyar kir ku "xebatên me giranîyê didin peydakirina xwarin û alîkarîyê bo niştecihên koçber û ew kesên vegerîyane [bo parêzgehê], û da zanîn jî ku hikuemta herêmî dixwaze bandorên aborî yên qedexeya derketinê li ser van niştecihan sivik bike, ku piranîya wan xwe dispêrin karê rojane.

Tîmên alîkarîyê yên herêmî yên Enbarê 25ê Adarê alîkarîyên xwarinê li malbatên ku vegerîyane belav dikin. [Wêne ji Xalid Ebû Rîşa, şêwirmendê parêzgarê Enbarê hatiye werigitin]

Tîmên alîkarîyê yên herêmî yên Enbarê 25ê Adarê alîkarîyên xwarinê li malbatên ku vegerîyane belav dikin. [Wêne ji Xalid Ebû Rîşa, şêwirmendê parêzgarê Enbarê hatiye werigitin]

Ebû Rîşa got ku du navendên niştecihbûnê li Enbarê hene: yek li navçeya Hebanîyê ya geştyarî û ya din li devera Amiriyet Felûca ye, û da zanîn ku dora 1,600 malbatên ku hîna nikarin vegerin malên xwe li wan navendan hene.

Wî daxuyand ku "em birêkûpêk selikên xwarinê û madeyên paqijîyê, herwiha mask û lepikan jî didin van malbatan da Vayrûsa Koronayê belav nebe".

Ebû Rîşa anî ziman ku tîmên alîkarîyê yên herêmî rewşa van malbatan ji nêz ve dişopînin û bo peydakirina pêdivîyên wan ên sereke dixebitin.

Wî da zanîn ku tîmine din jî dermanên taqîmê li kampan dikin û xelkê derbarê girîngîya jihevdûrbûna civakî û hemû rêkarên parêzî li hember vayrûsê hişyar dikin.

Hêsankirina vegera malbatên Enbarê

Wî got ku "ji bo malbatên koçber ên vegerîyan Enbarê, me alîkarî û pêdivî li dora 5,000 malbatan li deverên cihêreng ên parêzgehê belav kirin".

Ebû Rîşa got "me 15,000 zembîlên xwarinê yên ji Weqfa Sunî dan wan".

Wî daxuyand ku paralîl ligel van xebatan, hikumeta herêmî li ser parastina malbatên koçber ên vegerîyane Enbarê jî dixebite, herwiha ew kesên vê dawîyê çûne parêzgehine din an derketine derveyî welat û ji ber qedexeyê nikarin vegerin.

Wî dîyar kir ku gelek komîte bo hêsankirina vegera wan hatine avakirin.

Wî anî ziman ku vê heftîyê dê dora 250 malbatên koçber ji parêzgeha Hewlêrê vegerin, û gelek komên din jî dê li pey wan werin.

Ebû Rîşa daxuyand ku di çend rojên dawî de dora 200 malbatan ji Urdinê vegerîyane Enbarê.

Ebû Rîşa got "ev malbat li dergehê Trêbîlê yê sînorî hatin pêşwazîkirin piştî testên tenduristî ji wan re hatin encamdan bo piştrastbûn ku ew ne tûşbûyên Vayrûsa Koronayê ne.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Xweda ji we razî be! We kes bi bin nexistîye! Hûn comerd in. Xweda we bi tendirustîyeke baş şad bike û temenê we dirêj bike!

BERSIV BIDE