Berpirsekî Înê (6ê Mijdarê) ji Diyaruna re ragihand ku Wezareta Koçberîyê û Koçberan a Îraqê 10 kamp girtin ku berê malbatên koçber tê de bûn û aniha vegerîyane malên xwe.
Birêveberê giştî yê Birêveberîya Karûbarên Ofîsên wezaretê Elî Cehangîr ragihand ku wezaretê kamp meha borî girtin piştî hêsankirina vegera dilxwazane ya mabatên koçber.
Wî ji Diyaruna re ragihand ku ev kamp ji ya Nebî Yûnis li Nehrewanê li başûrê Bexdayê û Ehl û Şems li Ebû Xirêb li rojavayê Bexdayê pêk dihatin -- ku berê 172 malbatên ku vegerîyan malên xwe li parêzegha Enbarê tê de bûn.
Wî anî ziman ku derdora 60 malbatî ji Kampa Saed li Diyalayê vegerîyan cih û warên xwe yên resen li parêzgehên Nînewa û Selahedînê, da zanîn jî ku kampa li Kerbelayê ya 560 koçberan vedihewandin hat girtin.
Cehangîr daxuyand ku desthilatdar vê mehê dê heft kampên din jî ji nav 38 kampên mayî bigirin. Ew li gorî planeke awarte ku wezaretê danîye dimeşin ku armanca wê ew e hejmara kampan bi rêya girtin an tevlîkirina li kampeke din kêm bike.
Wî got "em bi niyaz in vê mehê kampên li Hewlêr, Enbar û navçeya Xaneqînê (li parêzgeha Diyalayê), Kerkûk û Sulêmanîyê bigirin".
Cehangîr dîyar kir ku wezaret her banga vegera dilxwazane ya welatîyên li kampan bo malên wan dike.
Wî da zanîn ku Pêncşemê 55 malbat (derdora 432 koçberan) vegerîyan deverên xwe yên resen li gundên bajarê Samerayê li parêzgeha Selahedînê, û 146 malbat (750 koçber) ji kamapa Hemam el-Elîl li Mûsilê û derdora wê vegerîyan.
Herwiha, 179 koçber ji kampên Medîne el-Siyahiye û Amiriyet Felûca yên li Enbarê bo deverên wan yên resen li parêzgehê hatin vegerandin.
Koçberên mayî tên handan vegerin malên xwe
Cehangîr got ku wezaret giranîyê dide hêsankirina proseya vegera malbatan û zêdekirina alîkarîyên mirovî bo van kesan.
Herwiha wezaretê bang li rêxistinên mirovî kir ku alîkarîyê ji van malbatan re bişînin da malên xwe ji nû ve ava bikin û careke din tevlî civakên xwe bibin.
Cehangîr dîyar kir ku "ev nayê wê wateyê ku em dê nema alîkarîya koçberên kampan bikin", û teqez kir jî ku wezaret dê her alîkarîya pêwîst pêşkêş bike.
Wî anî ziman ku "lê em hêvî dikin ku malbatên tiştek rê li ber vegera wan nagire bigihêjin wê bawerîyê ku mayîna li kampan ne tiştekî sûdmend e, û divê biryara vegera bo malên xwe zû bistînin da jîyana xwe li komelgehên xwe yên resen berdewam bikin".
Bi hezaran Îraqî ji malên xwe koç bûn piştî kontrolkirina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji rûberên berfireh ji xaka welat re di 2014an de. Herwiha şerê derxistina rêxistinê jî pêla koçberîyê li deverên zêde şer dîtin bilindtir kir.
Cehangîr da zanîn ku "rewşa koçbûnê encama rewşeke awarte bû, û îro roj piştî gelek sedemên wê hatin rakirin, berpirsyarî dikeve ser milê koçberan bi xwe, yên bo vegera li malên xwe tên handan".
Wî got "kampeke [koçberîyê] ya xwedî xizmet û alîkarîyê xwarinê, nikare bibe jîngeheke guncan bo niştecihbûna bo demek dirêj".
Cehangîr daxuyand ku bo koçberên Êzîdî jî "derdora 16 kampên koçberîyê hene, piranîya wan li herêma Başûrê Kurdistanê ne û herî kêm 30,000 Êzîdî tê de ne".
Wî da zanîn ku vegera koçberên Êzîdî bo Şengalê hêdî bû, hêvî kir jî ku lihevkirina 9ê Cotmehê ya di navbera hikumeta Îraqî û Herêma Kurdistanê de bo asakirina rewşa navçeyê dê qeyrana koçberîya Êzîdîyan ku ev pênc sal in berdewam dike bi dawî bike.