Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

600,000 malbatên koçber ên Îraqî vedigerin malên xwe piştî têkçûna DAIŞê

Xalid Taî

Penaberine Îraqî ku di kampa Ekda ya li ser sînorê Sûrî-Turkî dijîyan dîyar dibin ku vedigerin deverên xwe li Îraqê di 29ê Îlonê de. [Wêne ji Wezareta Koçberî û Koçberan hatiye wergirtin]

Penaberine Îraqî ku di kampa Ekda ya li ser sînorê Sûrî-Turkî dijîyan dîyar dibin ku vedigerin deverên xwe li Îraqê di 29ê Îlonê de. [Wêne ji Wezareta Koçberî û Koçberan hatiye wergirtin]

Derdora 600,000 malbatên ku ji ber "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) koçber bûbûn vegerîyan malên xwe ji çaxa têkçûna rêxistinê di dawîya 2017an de, berpirsekî Îraqî Çarşemê (7ê Cotmehê) ragihand.

Malbat vegerîyan warên xwe yên resen piştî vegera ewlehî, xizmetguzarîyên sereke û xizmetên civakî, birêveberê giştî yê Birêveberîya Karûbarên Ofîsan di wezaretê de Elî Cihangîr got.

Wî ji Diyaruna re ragihand ku Enbar parêzgeha pêşeng bû ku hişt xelkên koçber vegerin, ku derdora 95% ji malbatan vegerîyan deverên xwe.

Cihangîr anî ziman jî ku ji 74 kampên koçberan ên li parêzgehê bûn, aniha tenê du ji wan mane.

Wezareta Koçberî û Koçberan a Îraqî pêdivîyên xwarinê di 24ê Îlonê de dide malbatên vegerayî malên xwe li parêzgeha Enbarê. [Wêne ji Wezareta Koçberî û Koçberan hatiye wergirtin]

Wezareta Koçberî û Koçberan a Îraqî pêdivîyên xwarinê di 24ê Îlonê de dide malbatên vegerayî malên xwe li parêzgeha Enbarê. [Wêne ji Wezareta Koçberî û Koçberan hatiye wergirtin]

Bi giştî 54,000 malbatên koçber di 47 kampan de mane, 26 ji wan li sê parêzgehên herêma Kurdistanê ne: Sulêmanî, Hewlêr û Duhok.

Cihangîr da zanîn ku 21 kampên mayî jî li parêzgehên Nînewam Enbar, Selahedîn, Diyala û Bexdayê ne.

Piştevanîya hikumî

Wî teqez kir ku wezaret vegera dilxwaz a malbatên koçber han dide ew jî gava mercên selametîyê pêk werin, û alîkarîyê bo hêsankirina vegera malbatan dike bi rêya peydakirina basan û hêsankirina rêkaran li ser rêbendên pişkinînê yên ewlehî.

Wî destnîşan kir ku "gava digihên malên xwe, wan bi xwarin û pêdivîyên malê dikin û her malbatek dikare pereyên heta 1.5 milyon dînarî (1,257 dolarî) bistîne.

Cihangîr got ku di dawîya Îlonê de, gera heştemîn a pereyan bo kesên vegerayî-- 2,600 malbat-- vê salê hat xerckirin.

Wî dîyar kir jî ku dê pere bo 33,000 malbatên din ên vegerayî bi dawîya vê salê re werin dayîn, ku bi giştî 50 milyar dînarên Îraqî (42 milyon dolarî) dikin.

Wî got, wezaret herwiha li ser vegerandina hemû koçberên Îraqî dixebite yên dixwazin ji welatên cîran vegerin.

Cihangîr destnîşan kir ku qefleke nû ku ji 134 Îraqîyan pêk tê yên ji parêzgehên Nînewa, Selahedîn û Enbarê ne di 29ê Îlonê de ji kampa Ekda ya Sûrî ya li ser sînorê bi Turkîyayê re vegerîya.

Wî got, "em li ser planeke demdirêj dixebitin û heta niha encamên baş bi dest xistine, lê berhengarîyên girêdayî xizmetguzarîyan hîna hene".

Wî daxuyand jî ku rewşa ewlehî li hemû deverên rizgarkirî aram e, lê hîna bajarok û taxin an wêrankirî yan jî kêmxizmetguzarî ne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500