Nûçeyên Iraqê
Civak

Malbatên aware vedigerin parêzgehên Nînewa û Enbarê

Xalid Taî

Wezîzê Koçberî û Koçberan ya Îraqî Îvan Faiq Cebro serdana kampên bêwarîyê li parêzgeha Enbarê roja 21ê Hezîranê kir bo dîtina rewşa wan. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan ya Îraqî hatiye wergirtin]

Wezîzê Koçberî û Koçberan ya Îraqî Îvan Faiq Cebro serdana kampên bêwarîyê li parêzgeha Enbarê roja 21ê Hezîranê kir bo dîtina rewşa wan. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan ya Îraqî hatiye wergirtin]

Wezareta Koçberî û Koçberan ya Îraqî hêsankarî bo vegera nifşekê din ji bêwaran bo deverên wan ên resen li parêzgeha Nînewayê kir, wezaretê Duşemê (22yê Hezîranê) ragihand.

Pêncih û çar malbatên ku li kampên Xazir û Hesen Şam diman vegerîyan malên xwe li parêzgeha Nînewayê, Sûad Smaîl, cîgira birêvebera ofîsa wezaretê li Hewlêrê teqez kir.

Kampên ku li başûrê-rojhilatê Nînewayê ne, ji hêla wezaretê bi hevahengî ligel desthilatdarîyên hikûmeta Herêma Kurdistanê tên birêvebirin.

Malbatên ku vegerîyane Nînewayê ser bi hêzên polîs û artêşê ve ne, wê ji Diyaruna re ragihand.

Otombîl amadekarîya veguhestina bêwaran ji kampa Selamîyê li başûrê Mûsilê bo deverên wan ên resen li parêzgeha Nînewayê dikin di 22yê Nîsanê de. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan ya Îraqî hatiye wergirtin]

Otombîl amadekarîya veguhestina bêwaran ji kampa Selamîyê li başûrê Mûsilê bo deverên wan ên resen li parêzgeha Nînewayê dikin di 22yê Nîsanê de. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan ya Îraqî hatiye wergirtin]

Wê da zanîn ku wan daxwaznameyên vegerê bo cihên xwe yên resen pêşkêş kirin "ji ber zehmetîyên wan didîtin dema derbasî kampan dibûn an ji wan der diketin, ji ber rêkarên hatine danîn bo rêgirtin li ber belavbûna vayrûsa Koronayê".

Smaîl got ku vegera malbatan berdewam e, û da zanîn ku "daxwazên vegerên yên em ji bêwaran werdigirin tên komkirin û yekser bo alîyên têkildar ên hikûmetê tên şandin".

Wê daxuyand ku pişt re wezaretê dest bi rêxistinkirina çûna wan kir û rêkeftinek bi Wezareta Veguhestinê re hat pêkanîn bo ew bas û otombîlên pêwîst bo veguhestina van malbatan dabîn bike.

Vegera nemecbûrî

Smaîl got ku hinek malbat bi pereyên xwe vegeran, û da zanîn ku "biryar bi destê wan e û ew serbest in ku tiştê ji xwe re munasib bikin".

Wê teqez kir ku tevahîya proseyê ne mecbûrî ye, û dibe hinek malbat bixwazin ku li kampan bimînin tevî ku zehmetîyên ku nahêlin ew vegerin deverên xwe hatine hilanîn.

Wê got ku ev yek ji ber ew sûdê ji xizmetguzarîyên li kampan berdest werdigirin.

"Em selikên xwarin û dermanan û alavên çêkirina xwarinê û pêdivîyên hawarçûnê yên din, mîna betanî, lihêf û doşek, û herwiha sûtemenî heftîyane dabîn dikin," wê got.

Wê teqez kir ku wezaretê herwiha xizmetguzarîyên tendirustî ji bêwaran re dabîn dikirin, bi taybetî ji ber ku petaya COVID-19 berdewam e.

Smaîl got ku hejmara kesên dixwazin vegerin dê di mehên werê de zêde bibe, ku bi vê yekê "em dê hêdî hêdî nêzî çareserîyeke bingehîn bo pirsa bêwaran û bêwarîyê bibin".

Vegera bêwaran bo deverên wan ên resen "bi pila yekem erkê" Wezareta Koçberîyê ye, Wezîr îvan Faiq Cebro di serdana xwe de bo parêzgeha Enbarê roja Yekşemê teqez kir.

Wezaret dê berdewam be di dayîna alîkarîyan û dabînkirina xizmetguzarîyan ji welatîyên vegerîyayî re "bo bêwarên din han bide ku vegerin û li deverên xwe bimînin", li gorî Smaîl.

"Heta aniha 20 kamp li Enbarê hatine girtin," wê got, û êdî bi tenê 1,706 malbatên bêwar li Enbarê mane.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500