Berpirsên Îraqî banga bicihanîna tedbîrên bilez bo vegera malbatên Îraqî yên koçber li kampa Holê li parêzgeha Hesekê li rojhilatê Sûrîyayê bo warên xwe dikin.
Li gorî Wezareta Koçberîyê û Koçberan, li kampa ku ji hêla hêzên Kurdên Sûrîyayê ve tê birêvebirin û ji hêla rêxistinên navndewletî ve tê çavdêrîkirin, zêdetir ji 60,000 kes, ku 31,000 ji wan Îraqî ne, dimînin.
Birêvebiriya Xweser a bakûr û rojhilatê Sûrîyayê gav bi gav welatîyên Sûrî ji kampê derdixe bo çareserkirina rewşa qerebalixîyê.
Di 12ê Cotmehê de, Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) -- baskê serbazî yê Birêveberîya Xweser -- ragihand ku 73 malbatên Sûrî vegeriyan bajarokên xwe yên Sûsa, el-Şefaa û Baxozê li Dêra Zorê.
Ew piştî hebûna xebatên navbeynkarîyê û garantîyên kesane ji hêla rûsipîyên êlên Dêra Zorê hatin berdan.
Û di 15ê Cotmehê de, QSDzêdetir ji 600 girtîyên Sûrî serbest berdanku ji ber têkilîyên wan yên ligel "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Holê girtî bûn.
Her 631 girtî bi tawanbarîya terorîzmê hatibûn girtin û ew yekem kom bû ku di peymanek lêborînê de ku di demên dawî de piştî bangên êlên Ereb li rojhilatê Sûrîyayê hatibû ragihandin hatin serbestberdan.
"Mercên pir dijwar li kampa Holê"
Ji xeynî welatîyên Sûrî, malbatên biyanî jî, piranîya wan Îraqîyên ku ji ber DAIŞê reviyabûn, li kampa Holê dijîn.
Di heman demê de malbatên çekdarên DAIŞê yên Îraqî ku hatine kuştin jî li kampê hene. Hêzên Kurdî ew ji Baxozê li rojhilatê Sûrîyayê birin Holê, piştî ku navçe ji DAIŞê hate rizgarkirin.
Hebûna van malbatan bû sedema alozîyê di navbera wan ûjinên DAIŞê de yên ku îdyolojîya tundrew a komê dişopînin. Vê yekê hişt ku kamp pir qerebalix bibe û hejmara penaberên ku ew dikare qebûl bike kêm bibe.
Ji ber petaya vayrûsa koronayê (COVID-19), tirs ji rûdana felaketeke mirovî li kampa qerebalix, ku binesazîyeke saxlem lê tune ye, peyda bû.
Parlemanterê Îraqî Qusey Ebas, cîgirê serokê komîteya mafên mirov, ji Diyaruna re got ku Îraqî û niştecihên din ên Holê di rewşên zor dijwar û nebûna xizmetguzarîyên bingehîn de dijîn.
Wî dîyar kir ku pilaneke hikûmetê a taybet bi valakirina niştecihên Îraqî yên li kampa Holê û bicihkirina wan li kampekê li Zemarê, li rojavayê Nînewayê, neçû serî, ji ber tirsa ji egera peydabûna rewşeke neseqamgîr eger malbatên DAIŞê bo wê herêmê werin anîn.
Ebas ji hikûmeta Îraqê xwest ku rêyekê bibîne ku bi awayekî mirovane vê pisê çareser bike, mîna çêkirina penahgehên taybet ji bo wan malbatên koçber. Wî got ku divê xebat bilez were kirin, bi taybet ji ber ku piranîya niştecihên Îraqî yên li kampa Holê jin û zarok in.
Wî dîyar kir ku hin nîgeranî derbarê egera radîkalîzbûyînê di nav endamên malbatên DAIŞê de hene, eger derman û şiyankirina guncan negihêje wan.
Penaber berê xwe didin qaçaxçîyan daku ji kampê derkevin
Hejmarek ji koçberan, ku gelekî dixwazin ji kampê derkevin,pereyan didin qaçaxçîyandaku ew wan ji kampê derxînin.
Dîmeneke Vîdyo ku di meha Îlonê de di mîdyaya civakî hat parvekirin nîşan da ku şervanên Kurd ên Sûrî tankereke avê radiwestînin, ku jin û zarokên Îraqî yên hewl didan bi qaçaxî derkevin di hundurê wê de bû, û zor nemabû ku ew bixeniqin.
Şêwirmendê şaredarê Enbarê yê karûbarên koçberan, Mazin Ebû Rîşa ji Diyaruna re ragihand ku niha hejmareke mezin ji malbatên Îraqî yên ku ji parêzgehên Enbar, Nînewa, Selaheddîn û Kerkûkê ne li kampa Holê dimînin.
Wî dîyar kir ku ji ber şert û mercên dijwar ên li kampê, gelek kes dixwazin vegerin Îraqê û ew jîyana xwe di vê pêvajoyê de dixin xeterê.
Ebû Rîşa got ku astengîya sereke ya li ber vegera wan tirsa ji hebûna lezê ye, ku dibe rewşa wan a ewlehî li gorî pêwîst neyê pişkinînkirin. Wî diyar kir ku ew bawer dike her hewildanên ji hêla hikûmetê ve ji bo baştirkirina mercên koçberan dê encamên wan erênî bin.
Elî Cehankîr, berpirsekî Wezareta Koçberîyê û Koçber a Îraqê, ji Diyaruna re got ku wezaretê hîn tu daxwazîyek ji bo despêkirina gavên vegera malbatên Îraqî yên li kampa Holê dimînin ji hikûmetê wernegirtiye.
Tevî zehmetiyên aborî yên ku Îraqî di kampê de rû bi rû ne, wezaret nikare xwe bigihîne wan "ji ber ku kampa Holê li xaka welatekî din e", Cehankîr got.