Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Hikûmeta Îraqê lêkolînê di komgorekê de ya li nêzî Felûcayê dike

Xalid Taî

Tîmeke teknîkî ya Îraqî roja 15ê Kanûna Yekem pişkinînên seretayî di komgorekê de ya li nêzî bajarê Felûcayê li parêzgeha Enbarê hatiye dîtin pêk anî. [Wêne ji Sazîya Şehîdên Îraqê hatiye wergirtin]

Tîmeke teknîkî ya Îraqî roja 15ê Kanûna Yekem pişkinînên seretayî di komgorekê de ya li nêzî bajarê Felûcayê li parêzgeha Enbarê hatiye dîtin pêk anî. [Wêne ji Sazîya Şehîdên Îraqê hatiye wergirtin]

Lêkolînên têkildarî komgora a vê dawîyê li nêzî bajarê Felûcayê hatiye dîtin "berdewam in", Birêveberîya Şehîdên Enbarê Çarşemê (18ê Kanûna Yekem) ragihand.

Birêveberîyê "rêkarên pêwîst bo pêkanîna pişkinînên seretayî di gorê de qedandine", û biryar e ku gor di van rojên bên de were vedan bo naskirina hejmara qurbanîyan û destnîşankirina nasnameya wan.

Komgora di destpêka vê heftîyê de li gundê Feyadê, 10 kîlometran li başûrê rojhilatê navenda bajarê Felûcayê, hatiye dîtin piştî ku cotkarekî cokek kola bo avdana zevîyên xwe yên çandinîyê.

"Me raportek ji navenda polîsê Tehedîyê wergirt ku hewlatîyekî paşmahîyên hestî û cilan dîtine, û me yekser tîmek hevbeş ji birêveberîya me û Beşê Parastina Komgorê pêk anî bo lêkolîkirina mijarê," Mustefa Ebû Rîşa, serokê Birêveberîya Şehîdên Enbarê, ji Diyaruna re ragihand.

Komoreke ji hêla cotkarekî ve li nêzî Felûcayê roja 15ê Kanûna Yekem hatiye dîtin. [Wêne ji Sazîya Şehîdên Îraqê hatiye wergirtin]

Komoreke ji hêla cotkarekî ve li nêzî Felûcayê roja 15ê Kanûna Yekem hatiye dîtin. [Wêne ji Sazîya Şehîdên Îraqê hatiye wergirtin]

Wî got ku tîmê Yekşemê pişkinîneke seretayî bo cih û paşmahîyên mirovan kirin. Hêzên ewlekarîyê hatine erkdarkirin ku sûrekê li dora cih dirust bikin bo rêgiritn li ber wendabûna belgehan û bo berhevkirina raporteke seretayî li dor bûyerê.

"Lêkolînên têkildarî vê gora bi kom berdewam in, bûne cihê baldarîya Sazîya Şehîdan û Beşê Parastina Komgoran, û herwiha hikûmeta xwecihî ya Enbarê û parlemantarê ji parêzgehê," Ebû Rîşa got.

Wî got ku dê tîmeke pispor xepartinê bike û kelaşan bihejmêre û wan bişîne taqîgeheke bijîşkîya tawanzanî bo têstkirina DNA bo destnîşankirina nasnameyên qurbanîyan.

Tawanên DAIŞê li Enbarê

Raportên rojnamevanî dibêjin ku "komine çekdar" ji van gorên bi kom berpirsyar in.

Lê Ebû Rîşa teqez kir ku destnîşankirina nasnameya sûcdaran dê di dawîya lêkolînan de were pêkanîn, "û ew berpirsyarîya alîyên pêwendîdar e".

Wî got ku di heyama kontrolkirina wê ji Enbarê re di navbera salên 2014an û 2017an, "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) gelek komkujî di derheqê xelkê deverê de encam dane.

"Dora 15 komgor heta aniha hatine dîtin li çend deveran li parêzgehê ku kelaşên kesên li ser destê terorîstan hatine kuştin dihundirînin," wî daxuyand, û got ku ew gor "hîn nehatine vekirin ji ber nebûna budceyê".

Gora ku nû hatiye dîtin dê "yekem komgor be ku li parêzgeha me tê vekirin," wî got, "û em hêvî dikin ku dê vekirina gorên ku berê hatine dîtin di pişt re were".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500