Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Partîyên Îran piştevanîya wan dike destnîşankirina serokwezîrekî nû red dikin

Faris Omran

Berbijêrê bo postê serokwezîrê Îraqê Ednan Zurfî (rast) roja 17ê Adarê ji hêla Serokê Îraqê Berhem Salih ve hat destnîşankirin û ew bi pêkanîna hikûmeteke nû erkdar kir. [Wêne ji malpera fermî ya Serokatîya Îraqî hatiye wergirtin]

Berbijêrê bo postê serokwezîrê Îraqê Ednan Zurfî (rast) roja 17ê Adarê ji hêla Serokê Îraqê Berhem Salih ve hat destnîşankirin û ew bi pêkanîna hikûmeteke nû erkdar kir. [Wêne ji malpera fermî ya Serokatîya Îraqî hatiye wergirtin]

Çend partîyên siyasî yên Şîe yên ku Îran piştevanîya wan dike dijberîya xwe li hember binavkirina serokwezîrê Îraqî Ednan Zurfî nîşan dan, piştî kêmtir ji 24 demjimêran piştî binavkirina wî.

Endamên parleman û parêzgarê berê yê Necefê yê 54-salî Sêşemê (17ê Adarê) bo bibe serokwezîrê nû yê Îraqê hat namzetkirin, ku ev hewla duyem e bo guhertina serokwezîrê niha Adil Ebdul Mehdî di vê salê de.

Bi tenê 30 roj li pêş Zurfî ne bo kabîneyeke hikûmî pêk bîne, û divê em bawerîya 329 kesan ji endamên parleman qezenc bike.

Blokên Şîe yên alîgir ji Îranê redkirina xwe ji biryara destnîşankirina Zurfî re ragihandin, dema ku serokê Hevpeymanîya Fetih Hadî Amirî got ku ev yeke "ne li gorî makzagonê ye".

"Makzagon dibêje ku divê kandîd ji bloka herî mezin were destnîşankirin," Amirî di daxuyanîyekê de got.

Hevpeymanîya Fetih berî hilbijartinên parlemanî yên Nîsana 2018an hat damezrandin, û ji partîyên siyasî û milîsên alîgir ji Îranê re yên ku dîrokeke wan a dirêj di piştevanîkirina ajandaya Îranî de heye pêk tê, di nav de Rêxistina Bedir, Esaib Ehil el-Heq, Ketaib Hizbulah û Lîwayên Îmam Elî.

Sair Beyatî, emîndarê giştî yê Encumena Êlên Ereb li Selahedînê,Înê ji Diyaruna re ragihand ku destnîşankirina Zurfî "guncan bû, û li gorî naveroka makzagona welat e".

Wî got ku dijberî "ne rewa ne ji ber ku Zurfî hîn ne taximê kabîneya xwe eşkere kiriye, ne jî qala ajandaya hikûmeta xwe kiriye".

"Ev nîşanên zelal in ku Îran naxwaze ku Zurfî bibe serokê hikûmeta Îraqî, ji ber ku têkilîyên wî bi Îranê re ne baş in," wî daxuyand.

"Daxuyanî û helwestên Zurfî di mehên dawî de, bi taybetî piştî zêdebûna pêla xwenîşandanên cemawerî, destêwerdana Îranî di karûbarên Îraqî de û hejmûna milîsan red dikin," wî daxuyand.

Ev partî "careke din dilsozîya xwe ji Îranê re nîşan didin", wî got. "Ew kampanyayekê li dijî Zurfî berî ku biçe parleman û gelekahîya dengan kom bike dest pê dikin, bo redkirina namzetkirina wî û danîna alternatîvekê."

Hêvîyên kêmkirina çekan, milîsan

"Zurfî xwedan çansên baş e ku bi ser keve û erkê xwe bibe serî, bi taybetî ku piştgirîya blokên din ên Şîe û blokên Sunî û Kurdan jê re heye," Beyatî got.

Di yekemîn gotara xwe de piştî destnîşankirina wî, Zurfî soz da ku hazirîya hilbijartinên pêşwext di nava salekê de piştî pêkanîna hikûmeta xwe da.

Wî got ku ew dê polîtîkayeke derveyî ya li ser bingeha "pêşî Îraq e" bide pêş, û dê xwe ji milmilanîyên herêmî û navdewletî bi dûr bixe, sazîyên serbazî û ewlehî pêş bixe, û şerê li dijî bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bidomîne û xwenîşandanên cemawerî biparêze.

Wî herwiha soz da ku kar li ser "hiştina çekan bi tenê di destê dewletê de, nehiştina diyardeyên çekdarîyê, ferzkirina desthilata dewletê û pêşxistina aştîya civakî kir".

Beyatî got ku hêvîya wî heye ku dê Zurfî bi ser bikeve "di kontrolkirina milîsan û çekan de", û teqez kir ku ev erkekî pir zehmet e û bi hewcedarê demeke dirêj e.

"Lê, bi piştgirîya hêzên elwekarîyê û xelkê, ew dê gavên destpêkê bide û sozên xwe pêk bîne," wî got.

"Danûstandin di navbera Zurfî û partîyên siyasî yên piştgirîya wî dikin de hene li alîyekî, û li alîyekî din di navbera wî û xwenîşanderan de hene bo nîqaşkirina daxwazên ku ew ji bo wan ev çend meh in xwenîşandanan pêk tînin," Beyatî got.

"Ev danûstandin giranîyê didin çaksazîyên giştî, nehiştina gendelîyê û bidawîkirina destêwerdana derveyî," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500