Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Amerîka û Îraq, Hezîranê dê pêşeroja hebûna hêzan gotûbêj bikin

AFP

Leşkerine Amerîkî ji Hêza Raspartî ya Hevbeş bi leşkerine Îraqî re diaxivin li baregeheke Îraqî li Mûsilê ku hêzên hevpeymanîya navdewletî tê de ne, di dema merasîmeke radestkirina baregehê bo hêzên Îraqî di 30ê Adarê de. [Zeyd Obêdî/AFP]

Leşkerine Amerîkî ji Hêza Raspartî ya Hevbeş bi leşkerine Îraqî re diaxivin li baregeheke Îraqî li Mûsilê ku hêzên hevpeymanîya navdewletî tê de ne, di dema merasîmeke radestkirina baregehê bo hêzên Îraqî di 30ê Adarê de. [Zeyd Obêdî/AFP]

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo Sêşemê (7ê Nîsanê) ragihand ku Hezîranê dê Amerîka bi Îraqê re hebûna hêzan li welat gotûbêj bike.

Îraq 5,200 leşkerên Amerîkî weke beşekî hevpeymanîya navdewletî ya li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dihewîne.

Bêyî behsa biryareke derbarê astên hêzan bike, Pompeo got ku hebûna serbazî dê li ser maseya "gotûbêjeke stratejî" were danîn ku tê payîn nîvê Hezîranê pêk were.

Pompeo anî ziman ku "ligel belavbûna nexweşîya COVID-19 a cîhanî û metirsîya daketina qezencên petrolê ku gefan li aborîya Îraqê dixwe, girîng e ku herdu hikumetên me bi hev re kar bikin bo rawestan li hember çi tiştê ku dê bi awayekî neyînî bandorê li destkeftîyên me yên li dijî DAIŞê hatine bidestxistin û aramîya ku li welat pêk hatiye bikin".

Wî got ku "hemû karûbarên stratejîy ên di navbera herdu welatan de dê di ajandeyê de bin, di nav de pêşeroja hebûna hêzên Amerîkî li welat û awayê herî baş ê piştevanîkirina Îraqeke serbixwe serwer".

Amerîka jî dê ji alîyê David Hale, diplomatekî payebilind di Wezareta Derve de, were nûnertîkirin.

Hejmûna Îran li Îraqê

Di Kanûna Duyem de,Amerîka generalê Îranê yê payebilind Qasim Sulêmanî , di êrîşeke dronê de li balafirgeha Bexdayê kuşt.

Milîsên Îraqî yên bi piştevanîya Îranê bi pêkanîna zêdetir ji 20 êrîşên bi mûşekan ji Cotmehê ve hatin tawanbarkirin, êrîşên li dijî baregehên ku hêzên Amerîkî û balyozxaneyên bîyanî tê de bûn.

Hikumeta Îraqê rewşa wê pir aloz e ji çaxa xwepêşandanan sala par dest pê kir, ku gendelîya hikumetê û hejmûna Îranê li Îraqê şermezar kirin.

Serok Berhem Salih 17ê Adarê Ednan Zurfî weke serokwezîr namzed kir, piştî ku berendamê berê, Muhemed Elawî heya 2ê Adarê nîkarîbû hikumetekê ava bike. Divê Zurfî berî16ê Nîsanê kabîneyekê ava bike.

Zurfî dijberekî xurt ê Îranê ye û dibe ku hejmûna rejîma Îranê li Îraqê kêm bike.

Pompeo da zanîn ku Amerîka dê piştgirîyê bide çi serkirdeyekî Îraqî ku "xwe ji rêbaza tayîfî ya berê ya ku dawîya wê teror û gendelî bû" bi dûr bigire.

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê vê dawîyê hêzên xwe ji baregehên biçûktir li Îraqê vekişandin, ku li wir bi êrîşan re rû bi rû bûn, lê dîyar kir ku ew xwe ji metirsîya belavbûna nexweşîya Vayrûsa Koronayê diparêzin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500