Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Pentagon piştrast dike ku Trump fermana kuştina Sulêmanî da

AFP

Di vê wêneya ku di 14ê Îlona 2013an de hatiye kişandin, Fermandarê Hêza Qudis Ceneral Qasim Sulêmanî li Tehranê tê dîtin. [AFP PHOTO/ISNA/Mehdî Qasimî]

Di vê wêneya ku di 14ê Îlona 2013an de hatiye kişandin, Fermandarê Hêza Qudis Ceneral Qasim Sulêmanî li Tehranê tê dîtin. [AFP PHOTO/ISNA/Mehdî Qasimî]

Serokê Amerîk Donald Trump fermana kuştina fermandarê Hêza Qudis ya Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) liwa Qasim Sulêmanî da, Pentagon roja Înê (3yê Kanûna Duyem) got.

Pentagonê êrîşa ku di rêya êrîşeke asmanî re li balefirxaneya navdewletî li Bexdayê roja Înê çêbû weke "kiryareke berevanî qutebir bo parastina karmendên Amerîkî li derve" şiyanse kir.

Cîgirê serokê koma nîvserbazî ya Îraqî, Hêza Heşda Şaebî, Ebû Mehdî Muhendis , jî di êrîşê de hate kuştin.

"Bi rastî ceneral Qasim Sulêmanî plan bi pêş dixistin daku êrîşî diplomatên Amerîkî û endamên xizmetê li Îraq û seranserî herêmê bike," Wezareta Berevanîyê ya Amerîkî di daxuyanîyekê de eşkere kir.

Di vê wêneya dosyayê de ku di 24ê Hezîrana 2019an de hatiye kişandin, Serokê Amerîkî Donald Trump cizayan li dijî serkirdeyê bilind ê Îranê li Koşka Spî imze dike. [Mandel Ngan/AFP]

Di vê wêneya dosyayê de ku di 24ê Hezîrana 2019an de hatiye kişandin, Serokê Amerîkî Donald Trump cizayan li dijî serkirdeyê bilind ê Îranê li Koşka Spî imze dike. [Mandel Ngan/AFP]

"Ceneral Sulêmanî û Hêza Qudis a wî berpirs bûn derbarê mirina bi sedên Amerîkîyan û endamên hêzên hevpeymanîyê û birîndarkirina hezarên din," Wezaretê anî ziman.

Komeke alîgirên Îranê vê hefteyê balyozxaneya Amerîkî dorpêç kir piştî êrîşên asmanî yên kujer li ser hêzeke tundrew a Heşda Şaebî.

Amerîka got ku êrîş bersiv bû ji êrîşeke bi mûşekan berî çend roja ku girêdarekî Amerîkî ku li Îraqê kar dike tê de hate kuştin.

Artêşa Îraqî îlan kir ku balefirxaneya Bexdayê rastî şêlikeke mûşekan hat piştî nîvêşeva Înê.

Balyozê Îranê li Îraqê, Iraj Mescidî got ku "du navgîn rastî êrîşeke bi mûşekan ji alîyê hêzên Amerîkî ve hatin" û her deh rêwî, di nav wan de Sulêmanî, hatine kuştin.

Sulêmanî serokê Hêza Qudis bû û herwiha weke zilamê yekem ê Îranê li Îraqê kar dikir.

''Kiryareke berevanî ya qutebir''

"Li gorî fermana serok, artêşa Amerîkî kiryareke berevanîya qutebir pêk anî daku karmendên Amerkî li derve biparêze di rêya kuştina Qasim Sulêmanî re, serokê Hêza Qudis, rêxistineke ku ji alîyê Amerîkayê ve weke Rêxistineke Terorîst a Biyanî hatiye destnîşankirin," Pentagon got.

"Vê êrîşê armanc kir ku nehêle planên êrîşkirinê yên Îranî di pêşerojê de çêbibin," wê anî ziman.

Pentagon got ku Sulêmanî êrîşên li ser baregehên hevpeymanîya navdewletî li Îraqê plan kirin di van mehên bûrî de, di nav wan de 27ê Kanûna Yekem, roja ku girêdarê Amerîkî hat kuştin.

"Herwiha Ceneral Sulêmanî êrîşên li ser balyozxaneya Amerîkî li Bexdayê yên ku hefteya borî rû dan erê kirin," Pentagonê teqez kir.

Wezîrê Derve yê Amerîkî Mike Pompeo roja Înê got ku Sulêmanî plan dikir ku kiryareke pêşdem bike ya ku gefê li welatîyên Amerîkî dema ew di êrîşeke Amerîkî de hate kuştin.

"Wî bi awayekî çalak plan dikir daku kiryarinan li deverê pêk bîne -- kiryareke mezin, wî wiha şiyanse kir -- ya ku dê hiştiba Amerîkî bi dehan eger ne bi sedan rastî xeterê werin," Pompeo ji CNN re ragihand.

"Em dizanin ku kirar pêşdem bû," Pompeo derbarê plana Sulêmanî got, bê ku behsa hûrgilîyên derbarê xwezaya operesyona plankirî bike.

"Ev niexandineke li ser bingeha agahîyên hewalgirî bû ku proseya me ya çêkirina biryarê bi rê ve bir," Pompeo anî ziman.

Feyleqê Pasdaran mirin piştrast kir û xelef bi nav dike

Di daxuyanîyeke ku li ser televîzyona dewletê hat xwendin, Feyleqê Pasdaran a Îranê teqez kir ku Sulêmanî ji alîyê Hêzên Amerîkî li Bexdayê roja Înê hat kuştin.

Kenalê got ku êrîş bi helîkopterên Amerîkî hat bicihanîn.

Sekirdeyê bilind ê Îranê Elî Xameneî roja Înê cîgirê serokê çengê Operesyonên biyanî yê Feyleqê Pasdaran emîd ÎSmaiîl Qaanî weke xelefê Sulêmanî bi nav kir.

Îlan di daxuyanîyeke ku li ser malpera Xameneî ya fermî hat belavkirin hat.

Xameneî Qanî weke yek ji "fermandarên herî şareza" di Feyleqê Pasdaran de di şerê Îraq û Îranê ji sala 1980 heta 1988 an şiyanse kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500