Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hevpeymanîya navdewletî 5em baregehê radestî artêşa Îraqî dike

Xalid Taî

Di 4ê Nîsanê de, merasîmek bo radestkirina baregeha Hebanîyê ji alîyê hevpeymanîya navdewletî bo artêşa Îraqî hat lidarxistin. [Wêne ji Şana Tektîkî hatiye wergirtin]

Di 4ê Nîsanê de, merasîmek bo radestkirina baregeha Hebanîyê ji alîyê hevpeymanîya navdewletî bo artêşa Îraqî hat lidarxistin. [Wêne ji Şana Tektîkî hatiye wergirtin]

Artêşa Îraqî fermandarîya baregeha asmanî ya Hebanîya ya li parêzgeha Enbarê ji hevpeymanîya navdewletî wergirt, peyvdarê hevpeymanîyê Şemîyê (4ê Nîsanî) ragihand.

Baregeha Hebanîyê, ku 80 kîlomtreyan li rojavayê Bexdayê ye, baregeha pêncemîn e ku ji 17ê Adarê radestî artêşa Îraqî tê kirin, piştî baregeha Qaim, K1 û Geyara, di nav de koşka serokatîyê ya li bakurê bajarê Mûsilê jî.

Radestkirina vê deverê beşekî xebatên hevpeymanîyê ye da karîna hêzên Îraqî di ewleh û aramîyê de xurt bike.

Eqîd Myles Caggins, peyvdarê Hêza Raspartî ya Hevbeş Şemîyê ragihand ku hevpeymanî dê ji bargeheke li navenda Îraqê vekişe.

Leşkerine Îraqî 23yê Sibatê misyoneke çavdêrîya asmanî li biyabana Enbarê bo dîtina veşartgehên DAIŞê pêk anî. [Wêne ji Wezareta Berevanîya ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerine Îraqî 23yê Sibatê misyoneke çavdêrîya asmanî li biyabana Enbarê bo dîtina veşartgehên DAIŞê pêk anî. [Wêne ji Wezareta Berevanîya ya Îraqî hatiye wergirtin]

Caggins bi twîttekê got "piştî plankirina çend mehan," herî kêm 500 leşkerên Hêzên Raspartî yên Hevbeş ji baregeha Teqedum a asmanî (Hebanîyê) vekişîyan, alav û avahîsazîyên ku bi 3.5 milyon dolar ne jî radestî hikumeta Îraqê hatin kirin.

Wezareta Berevanîyê ya Îraqî "hîna li dijî DAIŞê xurt e li parêzgeha Enbarê", wî got.

Radestkirina baregeha Hebanîyê "gavek e girîng û delîlekî pêşketina ber bi qezenckirina amadbûna hêzên me ye", pisporê serbazî lîwa (malnişîn) Celîl Xelef Şiwêl Sêşemê wiha ji Diyaruna re got.

Wî anî ziman ku "şêwirmendên hevpyemanîya navdewletî bo pêşxistin û xurtkirina hêzên me di hemê alîyan de alîkar bûn di rêya perwerdekirina giran di van çend salên dawî de".

Şuwêl dîyar kir ku "perwerdekirinê hişt jêhatîyên leşkerên me ji gelek alîyan ve bi pêş bikevin, di nav de piştevanîya asmanî, şerê bajarî, rizgarkirina dîlgirtîyan, pêkanîna operasyonên daxistinê li dijî armancên terorîst, û jê zêdetir perwerdekirina teknîkî".

Wî anî ziman ku ev yek di "rêya korsên li pey hev pêk dihat ku lîwayên artêş û polîsê bi temamî tê de amade dibûn, da zanîn jî ku "ji perwerdekirinê zêdetir, [hevpeymanîyê] her wiha çek û teknolojîya serbazî jî dida wan".

Bawerîya bi hêza asmanî ya Îraqî

Şuwêl bawerîya xwe bi karîna pîlotên Îraqî anî ziman û got ku dikarin misyonên şer û çavdêrîyê li gorî pêwîst dike pêk bînin nemaz piştî radestkirina baregeha Hebanîyê.

Wî da zanîn ku "îroj, pîlotine baş perwerdekirî û xwedî karîn di hêza asmanî ya Îraqî de hene, ku hemû test derbas kirine û dikarin parastina asmanî ji yekîneyên me yên li ser erdê re pêşkêş bikin... nemaze li biyabana rojavayî û deverên çiyayî".

Qeflên helîkopterên 88 û 55an bo baregeha Hebanîyê hatin veguhestin da parastina asmanî ji pêngavên serbazî yên artêşê li biyabana Enbarê re pêşkêş bikin, li gorî Wezareta Berevanîyê ya Îraqî.

Dê rivdek dron jî bo xurtkirina baregehê were şandin.

"Asta amadebûna xurtkirî nayê wateya ku misyon bi ser ket," Şuwêl anî ziman. "Rast e me gelek serkeftin bi dest xistin, lê gerekdarîya me bi perwerde û piştevanîya ji hevkar û hevalên me yên navdewletî hîna bi dawî nebûye".

"Komên terorîst êşa gelek binkeftinan kişandine," wî got, "lê paşmahîyên wan hîna çalak in û dikarin dîsa xwe bi rêxistin bikin ji ber ew her tektîkên xwe bi pêş dixin da bi hemû rewşan re biguncin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500